RUHÊ XWEBÛNÊ• DILAWER ZERAQ

RUHÊ XWEBÛNÊ• DILAWER ZERAQ

LÎS wek weşanxaneyeke dewletê bi serketî kar dike

Nivîsên di kovara Hawarê de belavbûyî, li ser xeta ramanî ya netewesaz in; û ji ber ku bi hişberîyeke zimanî û bi hizir û ramaneke danandî hatine nivîsîn, em dikarin wan di armanca netewesazîyê de wekî hîm û bingeh qebûl bikin. Digel vê jî, ji alî rengê kreolîzebûna zimanî ve, Hawar, bi wateya Fanonîst, ji weşînekên pêşrewên xwe ”reştir” e û bi wateya neteweyî jî xwedî rengê xwe yî ”gewr” e.

Em dikarin ”qonaxa xwebûnê” ya ziman û wêjeya Kurdî ya ku bi derçûna Hawarê ve pêk hatiye, wekî ”qonaxa avabûna wêjeya neteweyî” jî bi nav û pênase bikin ku di heman demê de, bi vî rengê xwe û bi vê mîsyon û kargînîya xwe ve jî; helwest, kirin û pêkanîneke dij-mêtinger e.

Li jêr em mêze bikin nivîskar Helîm Barîn ser vê pirtûkê û nivîskarê wê di kovara ”Xwebûn”ê da çi dinivîse: 

Min berhema Dilawer Zeraq a bi navê Ruhê Xwebûnê xwend. Piştî min pirtûk xwend, bo em li ser pirtûkê bipeyvin min ji mamoste Dilawer re nivîsî. Mala wî ava, got dibe. Em li Wêjegeh Amedê civiyan. Dilawer Zeraq hem pirtûk û wergerên xwe û hem jî bi xebatên dîtir li ser wêje û zimên xwedî kedeke mezin e. Bi min pirtûka Ruhê Xwebûnê di çarçoveya rexnegiriya wêjeyê de jî xebateke grîng e. Dilawer Zeraq bi Ruhê Xwebûnê, rexneya ku di navbera pesindayîn û pîskirinê de asê maye, derdixe û bi rola wê ya sereke yanî bo famkirinê bi kar tîne. Analîzeke berfireh li ser kovara (ekola) Hawarê dike. Bi têgeha Ruhê Xwebûnê bersiva “Hawar çima ji yên din cihê ye” dide. Dilawer Zeraq, pirsa min a ‘em ê xwebûnê çawa şîrove bikin’ wiha bersivand : “Xwebûna ku ez behsê dikim; ne wekî xwebûneke folklorîk e; ne wekî xwebûneke xwerû çandî ye; ne wekî xwebûneke kurdbûneke ji rêzê ji kurahiya dîrokê hatiye. Xwebûna ku ez behsê dikim, xwebûna hinekî melezbûyî ye. Hinekî parçeyên biçûk ên xwebûniyên dîtir jî tev lê bûye, xwebûna ku ez behsê dikim; piştî vê tevlîbûnê yanî piştî vê melezbûnê hay ji xwe bûye ku ji kesên din, ji komên etnîk ji komên dîtir ji neteweyên dîtir cuda ye. Piştî vê cudatiya ku hay jê dibe bi vê hayjêbûnê hişberiyekê di xwe de ava dike. Di wê hişberiyê de hîm û bingeha danîna avahiya wê hişberiyê serê pêşîn xwe digihîjîne kakilê esasî yê jêderkî ku dibe sedema şiyarbûna xwebûnê.”

Xwebûn êdî ji bo em ji vê rewşa kambax xelas bibin rêyek e, rêwîtiyek e. Asîmîlebûn sosret e helbet lê em di pirtûkê de jî dibînin ku ger çîrûskek (hayjêbûn) hebe ev rewş dibe wekî HÎÇa Heidegger ku me ber bi hebûnê ve dibe. Dîsa Marx karker dikir subjeya şoreşê, ji ber ku ji xeynî zincîrên wan tiştekî nemaye. Kurdên nebanbûyî ji xeynî vê derba bişaftinê tişteke wan nemaye, bo ber bi xwebûnê ve biçin. Bi kurtasî sedema wê melankoliya nebanbûnê dibe çîrûskek bo şoreşek xwebûnê. Ka em guh bidin mamoste Dilawer: “Ne ku hemû xercên kurdbûnê safî mane û li ser wê safîbûnê ava dike, na; kurdbûn safî nemaye jixwe. Kurdbûn li ku derê, li kîjan herêmê û li kîjan gund an jî bajaran bala xwe bidinê kurdbûneke safî nemaye. Ev ne ji îro ye. Ev digihîje belkî beriya xiristiyaniyê jî. Lê piştî xiristiyaniyê, bi taybetî piştî hatina îslamiyetê her ku çûye ev melezbûn di warê ziman û çandê de û di çanda jiyanî a bîr û baweriyê de zêdetir melezbûnekê dest pê kiriye. Evê melezbûnê, bandora xwe daye ser ziman û ser awayê famkirina jiyanê ya kurdan ku ev di edebiyata klasîk da pir xweş dide der.”

Lê bi Dilawer Zeraq vê rewşa edebiyata klasîk a bi îslamiyetê melez bûye ku ruhekî xwebûnî jî di xwe de dihewîne di bin perdekirina lêkolînerên wêjeya klasîk de maye. Sedema wê jî ne nezanîn e, ev mijar “bive ye”. Ev perdekirin nahêle ku xwebûyîna ku di wêjeya klasîk de heye bê dîtin. Ji xwebûyîneke neteweyî yan jî çandî bêtir dîn derdikeve pêş. Wiha dibêje Dilawer Zeraq: “Ev perdekirin dibe sedema nedîtina xwebûniya ji wê demê hêdî hêdî aj dide; hêdî hêdî şîn dibe yanî ev perdekirin dibe sedema hayjênebûna wê. Ev yek heta Hawarê jî didome. Di Qonaxa Stenbolê de jî ev tişt heye ku çi dinivîse pê re îslamiyetê jî dide ber. Dev ji Osmanî berde, em wê bidin alî, pê re ummetê jî dide ber. Ev di roja me ya îroyîn de jî ji bo lêkolînerên klasîkê heman tişt e.” Dilawer Zeraq ji vê perdekirinê aciziya xwe bi vê mînakê vedibêje: “Cizirî bixwe perde nekiriye, îllahî ew ê evîna Cizîrî bike îlahî, kuro lawo Cizîrî belkî evîna xwe ji jinekê re dibêje tu çima wisa dikî! Tu çima îllim bi dîn ve girê didî.”… “belkî pêncî şîroveyên li ser Cizîrî min xwendine, di yekê de nabêje Cizîrî wekî însanekî, wekî mêrekî dil daye. Ev çi ye ? Ev perdekirin e. (Li ser vê mijarê xebata Dilawer Zeraq havîna bê ew ê bibe pirtûk)

Helbet dibe ku ev tişt bihata serê ekola Hawarê jî, ji ber ku: “Îcar ew xwebûyîna ku piştî Hawarê ez behsê dikim, bala xwe didim nivîskarên Hawarê, bala xwe didim aktîvîstên Hawarê, di heman demê de ne bi tenê Hawar, beriya Hawarê. Xoybûn bixwe ji wan kesan pêk tê ku ew kes bi xwe melez in. Yek ji wan kêm zêde rastî çandeke dîtir hatiye. Zimanekî din dizane.” Lê ev perdekirin nayê serê ekola Hawarê ji ber ku, “Îslamiyeta ku dînê kurd û serdestên kurdan ê hevpar e, ji vê bêjarê bêrî û dûr dike. Pê re jî di ser ziman û avabûna neteweyan re bi riwangeyeke sekuler li arîşeya zanavê dinêre.” (Ruhê Xwebûnê r.23)

Di pirtûkê de em dibînin ku yek ji nîşaneya xwebûna kovara Hawarê jî dij-mêtingerî ye. Dilawer Zeraq vê yekê bi analîza çîrokên (bi taybetî Osman Sebrî û Kamuran Alî Bedirxan) ku li Hawarê hatine weşandin nîşanî me dide. Ji bo her du çîrokên Osman Sebrî yên bi navên Li Gornistanek Amedê û Agirî di pirtûkê de wiha dibêje: “Tevî ku wekî naverok her du çîrokên Osman Sebrî behsa jêbûn (aîdiyet), zanav û nirxên neteweyî dikin jî, di heman demê de bi avakirina şûngehên ji hîşûbîra neteweyî, rengê dij-mêtingerî digirin.” Her wiha ji bo çîroka Kamuran Alî Bedirxan a bi navê Leylana Rastiyê wiha dibêje: “Em dikarin bibêjin… ji alî bêjara “şiyarbûnê” ve taybetiya dij-mêtingeriyê dihewîne”. Dîsa di suhbeta me de jî Dilawer Zeraq li ser dij-mêtingerîyê vê yekê jî lê zêde dike: “Mêtingerî, ne tenê dewleteke ku zextê li te dike, te xweşikî bi xweşikî, nermenerm zimanê xwe hînî te dike, tu asîmîle bibî jî nebî jî tu ji xwebûyîna xwe kêm zêde dûr dikevî. Ji ber ku midaxeleya awayê fikirîna te ya jiyanî dike.”

Ne mimkûn e ku li vir em bi hemû alîyan ve pirtûkê binirxînin. Li wir em ê biseknin û pêşniyar bikin ku “Ruhê Xwebûnê” bixwînin û bi vê analîzê careke din em li ser birînên xwe yên ku zû bi zû nakewin biramin da ku em xwe bigihînin xwebûyîna xwe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev