FNDK Ezîzê Zîyo bo hilbijartina wek serokê ”Berbang”ê pîroz kir

FNDK Ezîzê Zîyo bo hilbijartina wek serokê ”Berbang”ê pîroz kir

Îro, roja înîyê, doktorê aborîyzanîyê, profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan hate hilbijartinê wek serokê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang”ê.

Ezîzê Zîyo herwiha bûye yek ji bingehdarên ronahîdîtina rojnameya ”Kurdistan”ê (niha ”Jîyana kurd”) û kovara ”Nûbar”. Ew xudanê gelek berheman e, yên wek ” Kurdên Qazaxistanê”, ”Kurdistana Sor”, ”Merivê efsaneyî” û çend berhemên zanyarî, ku derheqa dîrok û çanda kurdan da nin.

Ezîzê Zîyo bona şuxulvanîya berhemdar di hêla xebatê, zanyarîyê û civakî da layîqî gelek xelatên dewletê û civakî yên Komara Qazaxistanê bûye.

Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan ji dil kurdên Qazaxistanê, endam û rêvebirên Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang”ê, herwiha Ezîzê Zîyo Bedirxan pîroz dike bo ew hatîye hilbijartin wek Serokê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang”ê.

Keda Ezîzê Zîyo mezin e di karê pêşketina aborîya Qazaxistanê, parastina aşîtîyê û hevdufêmkirinê di nava civakê da. Karê wî yê berhemdar di hêla xebatê, zanyarîyê û civakî da alî parastin û pêşketina zimanê kurdî, çand û erf-edetên gelê me kirine.

FNDK bawer e, ku emê bi birêz Ezîzê Zîyo Bedirxan ra tevayî bikaribin hemû pêşketinên xwe yên demên buhurî dubare bikin.

Em bawer in, ku profesyonalîzm, zîrekî û zanebûnên we yên pir wê alî we bikin bi kardarî kar bikin boy navê Komarê û diyaspora kurdan.

Em ji We ra serketinên mezin dixwezin di karê pêkanîna hemû pirsdanînan da.

 

Desteya Rêvebir ya malpera RIATAZA bi dil û can Ezîzê Zîyo Bedirxan pîroz dike bo bi yekdengî hilbijartina wî wek serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê – BERBANGê.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev