Xiyaneta 16ê Cotmehê: İşgala Kerkukê…

Xiyaneta 16ê Cotmehê: İşgala Kerkukê…

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar 

Kurdistaniyan di hilbijartinê de cizeke mezin dan xiyanetkarên 16ê Cotmehê. Dor hat desthiladariya Kurdistanê dê çi bike?

 

Neteweya kurd di dîroka xwe ya nêzik ya 80 salî de bi sê xiyanetan re rû be rû bû.

Di van her sisê xıyanetan de du dewletên Kurdistanê hatin rûxandin û pêşiya avakirina dewletekê jî hat girtin.

 

Dewleta Mehanbadê ya Kurdistanê di sala 1946an de encama xiyaneteke mezin hat rûxandin. Serokatiya Dewletê û Serokkomar Qadi Mihemed hatin derve kıirin.

 

Di sala 1975an de Otonomiya Kurdistanê encama xiyaneteke mezin hat rûxandin

 

Xiyaneta mezin ya dawî jî di 16ê Cotmeha 2017an de hat rojevê.

 

Wek tê zanîn di sala 2017an de ji bona kurdên her çar parçeyan û kurdên dinyayê du rojên dîrokî hatin rojevê.

 

Rojek, di 25ê îlonê de hat rojevê, ev roja ji bona Kurdistaniyan roja şayiyê bû.

 

Rojek jî, di 16ê Cotmehê 2018an de hat rojevê, ev roja jî,roja reş û tarî bû. Roja xiyanetê ye.

 

*****

 

Meha îlonê ji bona kurdan hem meheke pîroz e û him jî meha êşê ye.

 

Li Kurdistanê du qewimandinên dîrokî û girîng di meha îlonê de hatin holê.

 

Bûyera dîrokî ya yekemîn, di îlona 1961an de, bi Şoreşa Milî ya Îlonê, di bin pêşengiya Serok Mele Mistefa Barzanî û PDKê de dest pê kir. Encama vê şoreşa milî ya pîroz, Kurdistaniyan li Kurdistanê di çarçeweya otonomiyê de bûn desthilatdar û serwer.

 

Piştîrûxandina Otonomiya Kurdistanê (1975), Şoreşa milî domand. Şerê Kendavê ya Yekemîn û Duyemîn di herêmê de û di Kurdistanê de guhertinên bingehî anîn rojevê. Kurdistan bû herêmeke azad û federe. Bi piştgiriya Kurdistanê, di sala 2005an de Iraq jî bû dewleteke federal û Kurdistan bû dewleta federe.

 

Hezar mixabin ereb ji bona ku ji nîjadperestî û neteweperestiya teng xelas nebûn, ji bona dewleteke federal û demokrat xebat nekirin. Loma jî Serok Barzanî û desthilatdariya Kurdistanê biryara serxwebûnê û dewleta Kurdistanê dan. Ji bona ku ev biryara bibe biryara Kurdistaniyan, biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê wergirtin.

 

Referandûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê îlona 2017an de hat li darxistin. Li Kurdistanê bi awayekî siyasî û demokratîk û aşitîxwazî Şoreşa Milî ya Siyasî qewimî. Kurdistaniyan bi %93 dengan, biryara dewletavakirinê dan.

 

Ev biryara, biryareke dîrokî bû. Roja Şoreşa Milî a Siyasî bû. Loma jî li hemû parçeyên Kurdistanê, di nav kurdên dinyayê de bû roja şayiyê. Lewra ji bona dewleta Kurdistanê rê vekir û pêvajoyê dest pê kir.

 

*****

 

Beriya Referandûma serxwebûna Kurdistanê, çar dewletên kolonyalîst, hêzên navneteweyî (di serî de jî Emerîkayê) ji referandûmê re eciziya xwe diyar kirin. Gotin ku divê li Başûrê Kurdistanê Serok Barzanî û desthilatdariya Kurdistanê dev ji referandûma serxebûna Kurdistan ber din û referandûnê paşve bixin.

 

Serok Barzanî û desthilatdariya Kurdistanê ev daxwazan qebûl nekirin, bi qerardarî referandûma serxwebûna Kurdistanê li darxistin. Kurdistaniyan jî ruyê wan spî kir, piştgiriya xwe li hemberî êrişên dewletên kolonyalîst û hêzên navneteweyî diyar kirin.

 

Dema ku referandûma serxwebûna Kurdistanê bi serkeftı derbas bû û Kurdistaniyan biryaran dewletavakirinê dan, dewletên kolonyalîst gelek eciz bûn. Ji bona pêşeroja xwe tirsiyan. Ji bona pêşiya dewleta Kurdistanê bigrin, ketin nav hewildanên gelek qirêj û xeter. Planên xûrt çêkirin. Li Kurdistanê jî, ji bona xwe li heval û hevalbendan geriyan û amade kirin.

 

Ev amadekariya dewletên kolonyalîst û hêzên navneteweyî, 20 rojan domand. Piştî 20 rojan di 21ê Cotmeha 2017an êrîşa leşkerî dest pê kir. Grûba Xiyanetê ya di nav YNKê de, PKK û Goranê; hêzên navneteweyî Îngiltereyê û Emerîkayê ji dewletên kolonyalîst re piştgirî kirin, bûn sedem ku Kerkuk û gelek deverên Kurdistanê îşgal bibin..

 

Serok Barzanî û desthilatdariya Kurdistanê ji bona ku şerê navxwe dernekeve nikarîn şer bikin; pêşiya vê îşgalê bigrin; dest û lingên wan hatin girêdan.

 

Ev roja, ji bona kurdan li her çar parçeyan bû roja şînê, bû roja reş û tarî. Xençer li dilê Kurdistanê û Kerkukê hat xistin. Ji wê rojê vir ve dilê Kurdistanê xwîn dibe. Kurdistanî di nav şînê de ne. Heta ku Kerkuk ji îşgalê xelas nebe, Dewleta Kurdistanê ava nebe, ew şîna dê dom bike.

 

*****

Hezar mixabin piştî ku Kerkük hat îşgal kirn, xiyanetkar nehatin darizan û ciza kirin. Vê yekê Kurdistanî zêdetir brîndar kir. Ev brîndariya her ku çû kur bû û xwîn bû. Ew êşa hîn dom dike.

Di hilbijartina Iraqa Federal de (10.10.2021) encamên derketin holê biçek dilê kurdistaniyan hênik kir û êşa wan biçek be jî kêm kir.

Ez gelek bi rehetî dikarim bibêjim ku rihê serxwebûnê û refêrandûmê di hilbijartinê de qezenç kir. Kurdistanê û Kurdistaniyan qezenç kir. PDKê li Kurdistanê û cîwarên Kurdistanî bû partiya yekemîn.

Dijminên Kurd û Kurdistanê Îranê, PKK, Haşdî Şabî bi awayekî gelek xûrt wenda kir. Gelê me derseke mezin li Kurdistanê û li hemû deverên Kurdistanî, li Kerkukê, li Sileymaniyêye, li Misûlê, li Şengalê da Îran, Haşdî Şabî û PKKê. Bi taybetî jî derseke mezin da PKKê. Lewra namzetên PKKê bi tevayî 1000 deng girtin. Li Şengalê derket holê ku PKK zûlumkar, biyanî, terorîst, dagırker e. Lewra PKK û Haşdî Şabi li Şengalê qotekeke mezin xwarin. Li wir jî nikarîn parlamenteran derxin. PKKê digot ku “min Şengal rizgarkiriyê” derket holê ku ev dereweke mezin ya PKKê ye. Ev rastiya dihat zanîn. Lê Kurdistaniyan û gelê me yên êzîdî bi dengên derxist holê ku PKKê derewîn e. Ji PKKê re got ku “te li me zilûm kir. Loma jî min deng neda te. Tu rêxistineke biyanî, dagirker, terorîst î, tu zarokên me direvînî, tu pêşmergeyên me dikûjî, tu ji gundiyên me xerac digrî, divê tu ji Şengalê derkevî”.

Ji Hikûmeta Federal û Kurdistanê re jî got ku “beriya vê salekê we peyman çêkir ku hûn Haşdî Şabî û PKKê ji Şengalê derxin. We nikarî derxin, lê me bi dengên xwe ew rezîl û ruswa kirin. Ne rewabûna wan derxiste holê.

YNK û Goran ji bona ku ji xeta neteweyî dur ketin, li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê vatiniyên xwe pêk neanîn, bi îranê re bûn heval, bûn sedem ku Kerkuk dagir bibe, li dijî destwerdana PKKê û Haşdî Şabî derneketin, ji rewşa Şengalê re çavên xwe girtin, di dagirkirina Kerkukê de xwediyê roleke girîng bûn, dixwazin ku Sileymaniyê ji Kurdistanê veqerînin, wenda kirin.

Goranê qet parlamenter dernexist. Piştî  encama xirab, berpirsiyarên Goranê dest ji kar berdan.

 

*****

Kurdistaniyan li hemberî xiyanetkaran wezîfayan xwe di hilbijartinê de pêk anîn. Nûha dor ya Hikûmeta Kurdistanê ye. Divê ew wezîfeya xwe pêk bînin. Ji bona ku xiyanetkarên Kerkukê pêvajoya hiqûqî bide dest pê kirin. Darizandina wan re derfet çêkin. Ji bona ku ew ciza bibin xebat bikin.

Xiyanetkarên Kerkukê di van rojên dawî de jî xiyaneta xwe pêşxistin. Walîye (parêzgehê) nûha li Kerkukê heye u dijminê kurdan e. ji bona wek parêzgeh bimîne peyman îmmza kirine.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev