Ji nimûneyên zargotina me – 255

Ji nimûneyên zargotina me – 255

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûpêncîpêncan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Emê çend heftê dû hev beşa wê a bi sernavê ”Serpêhatîyên milet” raberî we bikin. Em îro beşa wê a duduyan çap dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Serpêhatîyên milet – 2

 

Pîrê

 

Pîrek hebû, sê kurêd wê. Yê mezin şivan bû, lê yê ortê – Misto û yê çûk – Qitik, nêçîrvanî dikirin. Her êvar ji xwera kêwrîşk, werdek digirtin, didan diya xwe. Ewana bi wî cûreyî didebirîn.

Gundê wanda rojê carekê tiştekî bêxêr diqewimî. Gundîk sibê radibû, lê dinhêrî 6-7 mîyêd wî ji gomê derxistine, derê gomê jî şikênandine û wêda avîtine. Sibetira din ew yek dihate serê gundîkî din.

Gundîya qurban serjê kirin, çûn ber ziyareta, tu tişt jê derneket, nanê germ bela kirin, tişt jê derneket, gazî koçeka kirin, koçeka tê dernexistin. Gundî wa metel mabûn. Rojekê jî Misto û Qitik tejî-tûlê xwe bi xwera birin nêçîrê. Ewana gelekî rê çûn, besta gerîyan, axirîyê ewana berjêrî gelîkî kûr bûn. Gelîra aveke zirav dikişîya: ave zelal bû. Ewana çûn ser avê, nan û toraq xwerin, av vexwerin; gelekî westîyayî bûn, serê xwe danîn, razan. Lezekî şûnda rabûn, lê nihêrîn diha êvare.

Misto got: -Qitik, diha êvare, em îdî nikarin tu cîyada herin.

Qitik got: -Em îşev hema ber vê cewê jî razên. Havîne, hewa germe.

Ewana usa xeber didan, paşê lê nihêrîn merivekî terikî, qasî cendekê deh merîya, bi çevekî ser sêrî, wê pênc pez pêşîyêne, tê. Misto û Qitik xwe dan teldê kevirekî bona dêw wana nebîne.

Dêw pez da ber xwe, çû ket hundurê şikevtekê û kevirekî terikî da ber derê şikevtê, wekî deh meriv lê bicivîyana, nikaribûn ji cî bihejandana.

Qitik got: -Eva dêwe, wekî me bigire, wê me cî bi cî bikuje.

Misto got: -Qitik, gelo eva pezê hana ewî ji ku anîye?

-Dibe hema pezê gundê mebe.

-Kê zane, dibe usabe.

-Lê em çawa bikin, wekî pê bihesin, pêz nas bikin?

Misto got: -Were em herin ber derê şikevtê, em ji dûrva, kêleka kevirê ber dêrîra binihêrin, dibe em pez nas bikin.

Ewana rabûn çûn ber derê şikevtê. Diha tarî bû. Ber qulika dêrîra hundur nihêrîn, dêwê yek çev wê agirekî gumreh dadaye, cendekê pezekê avîtîye ser agir, kizîna goştê mîyêye. Dilê Misto û Qitik jî goşt dixwest, lê tu were binhêre dest wan nediket.

Wana lê nihêrî dêw goşt gişk danî ber xwe, nîvê pirê xwar û rabû velezîya, lezekî şûnda dêw raza, xewêda xeber dida, digot:

-Mala te avabe, Miroyê Şewêş çi pake, çiqas care riya goma nîşanî min dide, xwera pezê xwe goma derdixim tînim, rojê yekê dixum. Oxay, oxay, him!… him!…

Misto got: -Ihi! Qitik, te bihîst; wekî usane eva pezêd gundîyêd mene, ku dêw tîne, dixwe.

Qitik got: -Erê, navê Miro hilanî, wekî usane ew zirardar Miroyê dewlemendî cesûse. Gerek em mala Miro xirabkin, ewî mala gundîyêd meye belengaz xirab kirîye.

-Lê em çawa bikin, Misto?

Misto got: -Em evî kevirî ber derê şikevtê nikarin hildin. Hela hevekî sebirke.

Lezekî din jî derbaz bû. Dêw hevekî kire mirte-mirt û dîsa ji ber xewa got:

-Oxay, min bîra Miro kirîye, ezê sibê bînim mêvanîya xwe, bira qasekê bal min be…

Misto got:

-Qitik, te bihîst, wekî usane sibê Miro wê bê vira. Çawa dixuêne Miro timê hatîye bal dêw û çûye.

Qitik got: -Hema usane.

Paşê Misto hevekî fikirî û got:

-Gerek em serê herda jî jêkin, gundê me ji van herdu kafira xilazbe.

-Lê em çawa bikin, wekî serê wan jêkin?

Misto got:

-Qitik, emê xwe nav kevirê rex şikevtêda veşêrin, sibê dêwê here Miroyê Şewêş bîne. Ya çetin ewe, wekî em dêw ji ortê hildin, ya Miro rehete. Ewana ku bên, bikevine şikevtê, emê fêza şikevtê kevirekî mezin daynin, ewana wê bên, herin hundurê şikevtê, ez zanim ku dêwê Mirora bêje, wekî ew pêşîyê here. Wexta Miro here hundur, dêwê bide pey, emê wî çaxî kevir serda welgerînin.

Wana gilîyê xwe kirin yek. Dêw sibê çû, nîvro Miro bi xwera anî mêvanê xwe. Herdu bira jî xwe di fêza şikevtêda veşartibûn, kevir hazir kiribûn, hîvîya wana bûn, wekî bêne hundur.

Dêw û Miro hatin ber şikevtê, Miro got:

-Keremke, xweyê min.

-Na, Miro can, edetê meda heye, wekî berê ewlin gerek mêvan herin hundur.

Miro da pêşîyê, çû hundur; dêwî dirêj bû, ewî xwe kûz kir, wekî here hundur, hema wî çaxî Misto û Qitik kevirekî terikî jorda gilor kirin, kevir li pişta dêw ket, dêw kire intîn, ket û dest-dest mir. Miro kire qîrîn, derket û revî. Misto û Qitik dan pey wî, girtin. Wana hevdu nas kirin.

Misto got:

-Miro, rast bêje, tu çima gihîştibûyî dêw?

Miro got:

-Usa, dihat gazî min dikir, ez dibirim mêvanê xwe.

Misto got:

-Tu derewa dikî. Dêw gişk minra gotîye.

-Çi gotîye?

-Digot te cîyê pezê gundîyêd me nîşanî wî dida, gelek cara pez derdixist, dida wî, ewî jî dibir rojê yek dixwer…

-Ez haj ji wê yekê tuneme.

Hêrsa Qitik rabû, got:

-Lê tu haj ji zikê xwe heyî, wekî tev dêw kîsî xelqê bijîyî?

Miro kerr bû. Misto got:

-Rast bêje, Miro, tê bi rastîyê ji destê min xilazbî.

Herdu bira kirin-nekirin Miro gilîyê rastîyê ji wanra negot.

Misto çevkire Qitik. Herda bi hevra dane Miro, dengê wî ket zinara, usa li Miro xistin, wekî ewî ancax xeber dida. Paşê anî ser xwe, wekî pezê gund dêw bi destî wî birîye. Misto û Qitik Miro wêderê kuştin. Pezê gundîya jî şev birin ber gund, lê gundîyara negotin, wekî wana Miro kuştîye. Şev çûn mala xwe. Wê şûnda pezê gundîya unda nedibûn.

Got: Ahmê Çolo; nivîsîye avtor, sala 1940î, li gundê Elegezê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev