“ESMERÊ” Û “ROVÎ Û MAR”

“ESMERÊ” Û “ROVÎ Û MAR”

Xwendevanên delal, em weşandina berhemên gencên kurd

ku bêhna paşeroja edebîyeta me a bi xemil û kûrfikir,

bi kurmancîyeke mîna şîrê dayka wan helal û zelal

ji efrandarîya wan tê, berdewam dikin.

Vê carê du helbestên ciwanekî bi esilê xwe va ji warê Feqîyê Teyran bixwînin.

 

Memê Miksî

 

Va ji mêj ve Esmerê

Ne diyar î ax tu ka?

Nabore bêhnemberê

Bê te wext û çax tu ka?

Li batin û zahirîn

Can derd li me afirîn

Ev jîna wek te şirîn

Bûye tehl û zax tu ka?

Bi kirasê gulgulî

Li ber çav namilmilî

Vê kulê li nav dilî

Daye tirh û şax tu ka?

Di xanî da bi tenê

Vayê çok li ber çenê

Dibê qey li Edenê

Cerg yê li ser cax tu ka?

Ey kihêla koçerî

Heya li Mem vegerî

Yeqîn dê wek Qemberî

Bibe kulmek ax tu ka?

 

ROVÎ Û MAR

Ji caran carek rovî û marek

Rastê hev hatin li binê darek

Her çi hikmet be her du bûn heval

Li wir bi hev ra man bi meh û sal

Dem hat bêhnteng bûn ji evî warî

Sibehek rabûn hêj dinya tarî

Ji bo wargehek xweşiktir û nû

Ketine di rê ev wisa bi zû

Di seferê da dît mamê rovî

Va bimirût e ew marê kûvî

Jê pirs kir, gotê: Ha destebira!

Te sîma tirş e gelo ji çi ra?

Mar bersiv da got: Birayê delal

Rê pir dirêj e min nema mecal

Gelek xweş diçî wek te nika bêm

Ji ber vê yekê xwe dibînim kêm

Ya qenc ew e tu ji min bigere

Vê seferê bi serê xwe here

Rovî li marî vegerand wiha

Got: Ey dostê min ê giranbiha

Evê ji xwe ra qet tu neke xem

Ma ne ji rojên teng ra hene em?

Fetlên xwe li min bipêçe tu baş

Ez ê te bibim ji a niha paş

Pêşniyariya rovî ya maqûl

Mar bi dilek şad sifta kir qebûl

Di ewê kela havîna wek doj

Rê dewam kirin van bi şev û roj

Rovî ji rehtan nexweş ket hingav

Bi kutek û zor diavêtin gav

Hatine li rex çemek boş û hir

Cihê diçûnê hindik mabû pir

Mar dîsa gote rovî: Birê min

Ji evî çemê li hemberê min

Kifş e nikarim biçim wî alî

Tu jî dev berde ji vî ‘evdalî

Li ser vê yekê rovî ev got bes:

Di nîvê rê da nahêlim tu kes

Çendî zehmet e ma nîn e çare?

Xwe li stuhê min bigir dûbare

Mar xwe aland li stukur û gerî

Rovî da avê çû bi suberî

Di wê hînê mar bi hêdî hêdî

Dişidand stuh li dostê ebedî

Di ber ra jî ev hêwanê nankor

Digote rovî: Birako bibor

Divê niha te bikujim teqez

Fitreta min e ma çi bikim ez?

Ji vê gotinê rovî ma heyret

Lewra ev hêvî jê nedikir qet

Gote mar: Çima tu wiha dikey?

Ma destbirayên hevdu nîn in qey?

Ew qas min li te kir qencî û xêr

Nayête pîvan di gel zîv û zêr

Werhasil çiqas di ber marî da

Nekir pênc pere tev çû bereda

Rovî hinekê xwe hişt bê pêjin

Pişt ra got: Baş e ma em çi bêjin?

Madem qetla min di destê te ye

Tenê ricayek min ji te heye

Beriya bimrim dil divê yek car

Bibîne çavê te yên reşkubar

Mar ji xwe ra got pirsgirik nîn e

Ji ber stuhê wî di destê min e

Çawa da nîşan ewî çavê xwe

Rovî di cih da ser xist devê xwe

Marê gewr kuşt û kêşa qeraxê

Bejin rast kir li ser xîz û axê

Û gote marê bê rih û bê can:

Di gel kesên xwehr nabim dost heyran

Yên wek te niha rast ez dixwazim

Çimkî ew in yê her û her lazim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev