Kovara ”Bîrnebûn”ê hejmara xwe a 82an weşand

Kovara ”Bîrnebûn”ê hejmara xwe a 82an weşand

Alî Çiftçî 

Koma hevkarên vê hejmarê ev kes in;

Alî Çiftçî, Adem Özgür, Altun Başaran, Mem Xelîkan, Feyzî Mîrhesen, Rojan Enes, Rohat Alakom, Muzaffer Özgür, Hizir Akbîna, Hayrettin Güven, Abdulbakî Xalîsînan, Seyfî Dogan, Seyîdxan Anter, Nuh Ateş, Mehtab Îdelî, Xizan Șîlan, Ehmed Berber, Ehmed Mîlan

Naveroka vê hejmarê ev nivîs in;

Berî pandemîyê Weqfa KANê li şaredarîya Botkyrkayê li bajarê Stockholma Swêdê dest bi mekteba Şemîyê kiribû bo zarokên kurd. Ji ber pandemîyê demekê navber hatibû dayîn. Bi destpêka vê payîzê re dîsan her rojên şemîyan vekirî ye. Bi sernivîsa Pêşerojekê ji zarokên me re çêbikin agahîyên di derbarê vê xebatê de hene.

Burhan Sönmez nivîskarekî li welêt û li cîhana edebîyatê tê naskirin, li gelek welatan berhemên wî hatine wergerandin. Di vê hejmarê de bi sernivîsa Burhan Sönmez nasandineka kurt heye. Di 24ê payîza pêşîn a 2021an de nivîskar û parêzerê mafê mirovan, Burhan Sönmez wek serokê PENa Navneteweyî hat hilbijartin. Em bi vê xeberê dilşa bûn û wî pîroz dikin.

Xelata Wêjeyê ya Nobelê ku ji alîyê foneke Alfred Nobel ve hatiye avakirin, li Swêdê hersal tê dayîn. Ev fon ji alîyê Weqfa Nobelê ve tê birêvebirin û Akademîya Swêdê jî xwedî erka tayînkirina xelatê ye. Xeberên xelata edebîyatê û ya aşîtîyê ya 2021an hûn ê di vê hejmarê bibînin.

Muzaffer Özgür bi sernivîsa Cîhanbeylî û êşa 52 rojan bîranîneka bi êş ya jineka ji rojavayê Tirkîyê nivîsîye ku bûyer li gundekî Anatolîya Navîn rûdaye.

Mem Xelîkan di rêzenivîsa xwe ya kilamên me de kilama Elegçî bi kurteşiroveyekê ev kilama berhev kiriye.

Hakan Yaşar nîgarkêşekî li welatê Norwecê bi nav û deng e. Hevkarê me Adem Özgür, Hakan û berhemên wî bi me dide naskirin.

Abdulbakî Xalîsînan bi helbesta Lo Şifero, Feyzî Mîrhesen bi sernivîsa Şiroveya kilamên dengbêjan, Rojvan Enes bi helbeta xwe ya Baran li teqê min dixe, Xizan Şîlan bi helbesta Tenêtîya westiyayî, Altun Başaranê li ser şareyên me bi navê Bihîstina şînên me li xerîbîyê hem Ela Rehmê wek şare daye nasandin û hem jî kilameka wê ya şînê nivîsîye.

Nuh Ateş bi wergera ji almanî çîrokeka Heinrich Böll a bi navê Revendo, tu têyî Şpa… nivisîye.

Seyidxan Anter bi sernivîsa Stockholmê, ji salên 1980î û vir ve rêxistinên kurdan û xebatên wan nivîsîye. Mehtap Îdelîyê li ser gotina berşu ku kewneşopîyeka di nav kurdên An3atolîyayê de hebû bi navê Berşu nivisîye û bi vê xebatê ev gotin û bi dehan gotinên di wî warî de berhev kirîye.

Lêkolîner Rohat Alakom bi Keştîya Nûh xwe gîyand vê hejmara me. Bi sernivîsa Kurd: Nevîyên Nûh ji pirtûkên pîroz wek tewrat, încîl û qûranê û herwiha ji berhemên lêkolîner û gerokên wek Ewlîya Çelebî lêkolîneke balkêş amade kiriye.

Seyfî Doğan, bi navê qerfo û quto, kurtehelbest, Ferîdun bi henek û Hizir Akbina bi sernivîsa Odeyên gundan, Ehmed Berber bi helbesta Êkane û Hayrettîn Güven bi rêzenivîsa xwe ya Dengê bavê min, Ehmed Mîlan ji çarînên Omer Xeyam bi wergera ji farisî: ev hejmara dewlementir kirine.

Bi hêvîya ku ev hejmar jî li gor dilê we be û em gîştik xwe û kesên li derûdora xwe ji vê pandemîyê, herçiqas niha hinekî sivikbûye jî, biparêzin, bimînin di xêr û xwaşîyê de heta hejmara bê!…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev