Îro kurdê binavûdeng Yûrayê Şamil wê bibûya 68 salî

Îro kurdê binavûdeng Yûrayê Şamil wê bibûya 68 salî

Îro heval û hogirê ber dilê me ezîz, berpirsyarê sereke yê malpera me Yûrayê Şamil Nebîyev  wê bibûya 68 salî, lê heyf ku 6ê tîrmehê sala 2021ê xatir ji me xwest.

 

Yûrayê Şamil Nebîyev 26ê cotmehê sala 1953an li bajarê Tbîlîsîyê ji diya xwe bûye. Sala 1975an fakulteya fîzîkayê ya Zanîngeha Tbîlîsîyê ya dewletêye ser navê Îvanê Cavaxîşvîlî temam kirîye.

 

Karên ku berê kirîye, ev in: Rêvebirê Şêwra xebata bi gencên kurdan ra ya li rex Komîtêya Komsomolan ya bajarê Tbîlîsîyê li Gurcistanê; serekê Yekîtîya kurdan “Ronahî” (li Gurcistanê); di destpêka salên 80î ya sedsala buhurî, yek ji wan kesan bû, ku karê sazkirina Şanoya kurdî ya gelêrî damezirandin, di wan her karan da bû, ku bo olka kurdan ya Gurcistanê dihate kirinê. Ew cîgirê serwêrê Înstîtûyeke Zanyarî ya Fîzîkayê ya bi navê “MÎON” ya Wezîreta senaya radioteknîkayê ya Yekîtîya Sovyetê bû; cîgirê serekê dibistana navîn (li Tbîlîsîyê) bû; karmendê zanyarî li Înstîtûya Fîzîkayê ya Akademîya Zanyarî ya Yekîtîya Sovyetê bû; karmendê Înstîtûya bilindkirina zanebûnên kadroyan bû; berpirsyarê sereke yê malpera Kurdistan.ru bû.

 

Di nîveka salên 90î cîgirê serekê Kongreya rêxistinên miletîyê yên Rûsîyayê bû, herwiha hate hilbijartin wek Sedirê Yekîtîya kurdên Hevalbendîya Dewletên Serbixwe. Ew Rêvebirê Hevalbendîya piştevanî û hevkarîya bi gelê kurd ra û redaktorê sereke yê malpera derheqa kurdan û Kurdistanê da – Riataza.com bû, herwiha cîgirê serekê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) bû.

 

Bîranîna geş ya derheqa wî merivê bêhempa û karmendê kurdan yê aqilmend da wê herdem di dilê heval û hogirên wî da bimîne.

Wî berî 4 mehan xatir ji me xwest, lê xemên dil û ruhê me kêm nekirin, anaha jî em hewcê zanebûnên wî ne, heyranê nûr û nedera Yûrayê Şamil in û bêrîya wî dikin.

 

Tu herdem di dilê me da nî, em te jibîr nakin, birayê ezîz.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev