Kurikê bi cesaret

Kurikê bi cesaret

Xwendevanên delal, carina berê xwe bidine malpera

 Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swed.

Hûnê li wir çîrok û serpêhatîyên mînanî vê çîrokê balkêş bibînin

û hûnê nivîskarên me jî nas bikin.

Ahmet Aydin

Werger: Metin Dursun

Kurik her sal havînê bi dê û bavê xwe re diçû serlêdana dapîra xwe. Dê û bav bi trênê bi wî re dihatin û roja din bi heman trênê vedigeriyan malê. Gava ku kurik hinekî mezin bû, ji dê û bavê xwe re got:

-Ez niha mezin bûm, ger ez îsal bi tenê biçim cem dapîra xwe, hûn çi difikirin?

Piştî axaftineke kurt, dê û bavê wî li ser vê yekê li hev kirin. Lawik hemû şîretên dê û bav xwe dubare kir. Dema ku wan li peronê xatir ji hev xwestin, dîsa şîretên xwe yên dawîn paceya vagonê didan.

-Belê, ez dizanim, ez dizanim, we sed carî got…!

Hema trên li ber çûyînê bû bavê wî got:

-Lawê min; Ger te xwe nerehet û tenê hîskir an jî tirsiyayî, ev ji bo te ye! got û tiştek xist berîka kurê xwe.

Û kurik niha bi tenê bû, mirovên xerîb li dora wî bazdidan, dikeniyan û di hundirê trenê de diçûn û dihatin.

Gava ku bilêtkar li bilêta kurik mêze kir, bi tenêrêvitiya lawik bi dilovanî lê mêze kir. Mirovên der û dorê wî jî bi watedarî li wî mêze dikirin. Lawik ji nişka ve xwe pir nerehet hîs kir, û nerehetiya wî her ku dinihêrî zêde dibû.

Serê xwe daxist, hema li quncikê trenê de hêsiran dest pê kirin li ser gepên wî herikîn. Wê gavê hat bîra wî ku bavê wî tiştek xistiye berîka wî. Bi destên lerzok, kaxeza piçûk ji bêrîka xwe derxist û vekir. Bavê wî ser kaxez ev nivîsibû:

– Lawê min, em di wagona dawîn de ne.

Divê em bihêlin ku zarok bifirin, divê em nîşanî wan bidin ku em bi wan bawer in, lê divê em di gerîdeya paşîn de bin heya ku ew kurfeta jiyana rasteqîn fem bikin.

Riataza 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev