Berhemên kurdzanên me – 256

Berhemên kurdzanên me – 256

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA”. Em wêya dikin çend beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa şeşan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA -6

Anegorî weşana Kurdan a welatên derve, tenê pey salên wergerandina eskerî dîwana eskerî weke 170.000 kes girtine, 200 kes ji zêrandinan mirine, 700 kes dema kirinên cezakirinê hatine kuştin, 48 dijminên rejîmê hatine dar ve kirin, weke 170 girtî jî hatine gulle kirin. Hela bi ser da, di mehkeman da de’w dikir ku bona 4.600 kes jî gunehê gullekirinê derxînin (217, 1983, No 5, r. 5). Piraniya wan şehîdan Kurd bûn. Divê bê nîşan dan ku di nava dema heyetiya Komara Tirkiyê da, ango di nava 60 salan da, bi motîfên siyasî 111 kes hatibûn dar ve kirin (226, 1983, No 18, r. 23).

 

Serokên rejîma eskerî ku halê eskerî li ser temamiya welêt belav kiribû, pareskerên ordiya duda ji Konyayê şandin Meletiyê û bi wê yekê va gelek pareskerên hêzên Tirkiyê yên çekdar li navçeyên rohilata Tirkiyê dan cîwar kirin. Li vira esker bi çekên nûjen – tank, balafir, tîkfir – va û bi mecalên transportê û matêryalên eskerî yên mayîn va hatibûn razî kirin. Bi vî awayî, navçeyên Kurdan dihatin işgal kirin, dor li wan dihat girtin. Polîs û cendirme li Kurdistanê wek ordiyeke işgalker kar dikir. Pareskerên komando karên cezakirinê di hindava bineciyên kurd ên am û tam da derbas dikirin, gunehê xwe ne bi zarokan, ne bi jinan, ne jî bi kalemêr û pîrejinan dianî.

 

Canderme û polîs bi behana gera çekên komandoyan êrîşî gundên Kurdan dikir, pez-dewar û hebûna wan a mayîn dibirin.

 

Li ser axa Kurdan gelek caran talîmên eskerî dihatin derbas kirin. Divê bê xuya kirin ku di wan talîmatan da, “dijmin” gelek caran cillê kurdî li xwe dikir, şal û şapik bi kar dianîn. Ev isbata zelal nîşan dide ku ew talîm dijî kî bûn. Hinek talîmên eskerî bi eskerên welêt ên endamên NATO dlhatin derbas kirin. Hêzên eskerî-hewa û yên peya yên Tirkiyê, DYA, Brîtanya Mezin, Almanya Federal, îtalya û Belçîka tevî wan dibûn. Wek ku weşana Tirkiyê îlan dike, armanca talîman ew bû ku metodên hevrakarkirina hêzên bloka NATO amade bikin, eger “bona perê NATO yê rohilata başûr qeziya pêş da bê bona bêqeziyabÛna wê”.

 

Tevî wê yekê, rejîma eskeriyê wek berê ferzend bi kar dianîn bona eskerîkirina Kurdistanê. Ewha, bi alîkariya Amerîkanan, li Hekkariyê balafirgeha eskerî hate çê kirin, ya Wanê jî hate fireh kirin û bi vî awayî kemala eskerî-stratêjî ya vê navçeya ku piraniya bineciyên wê Kurd bû bêtir da bilind kirin.

 

Eskerîkirina Kurdistana Tirkiyê ne tenê dijî gelê kurd bû, lê dijî temamiya heja millî- azadariyê li welatên Rohilata Nêzîk û Navîn bû. Di vî karî da Tirkiye ji aliyê DYA tam dihate parastin. Empêryalîzma Amerîkayê, ku helan dida rêaksyona Tirkiyê bona ku ew kirinên dijî Kurdan bike, li navçeyê şerr tev rabike, xwezma li wan wilayetên ku li ser sînorên Iraq, îran Û Sûriyê ne, dixwest şertên baş saz bike bona tevbûna xwe ya provokasyonê di navê karên navçeyên hundirî da, Tirkiyê bike çek bona pêkanîna planên xwe.

 

Ewha, bi razîbûna DYA, li dawiya gulana 1983 eskerên Tirkan bi jimara weke 15.000 mirov ji tixûbên Tirkiye-îranê derbas bûn û 30 km ketin erdê Iraqa bakur ku tê da nemaze qerargehên Partî Dêmokratî Kurdistanê ya Barzaniyan hatibûn cîwar kirin. Lê ew mecbûr bûn ji navçeyên Kurdan derkevin, ji ber ku desteyên “pêşmergan” rind li ber xwe da û di hêlekê da jî mexlûqetiya cihanê ew rexne û gunehkar kirin.

 

Komên Tirkiyê yên serkarîkir dixwest êrîşî Iraqa bakur bikin û nehêlin ku şerkariya Kurdan a millîazadariyê ku dikaribû tesîra xwe li ser heja Kurdan a li Tirkiyê jî bihêle pêş va here û xurt bibe. Tevî vê yekê, ew li ber xwe diketin ku îran ku li Iraqa Bakur riya pêşeniyê ya nuh vekiriye dikare navçeyên Kerkûk û MÛsilê bi neftê va pir zevt bike. Divê bê xuya kirin ku Tirkiyê, bi saya wê nefta ku ji Kurdistana Iraqê distend û bi xetlûlê dişande Iskenderûnê, her sal kara weke 250 milyon dolar distend (1%, 1983, No 57, r. 6).

 

Dakutana eskerên tirk di nava erdê Iraqê da di danûstendinên Îran-Tirkiyê da hişkbûn pêş da anî. Nûnerên îranê îlan kir ku ewê îran pevgirêdanên xwe yên aborî tevî Tirkiyê bide sekinandin. Lê wê nîşan dida ku ewê Tirkiye bazara mezin hunda bike (weke milyonek dolar di nava salê da) (196, 1983, No 57, r. 6). Di havîna 1983 de, hevpeyvînên Tirkiyeîranê ku danûstendinên Tirkiye û îranê hinek dan mulayim kirin hatin derbas kirin, ji bo ku siyaseta wan a şovînîst di pirsa Kurdan da wan bêtir nêzîkî hev kir, û her du alî mecbûr bûn ku bi awakî objêktîf di pirsên mayîn da jî tebiyên xwe bi hevdu ra bidin qayil kirin – razî kirin.

 

Balyozê Tirkiyê li DYA, Şelekdag, ku di oktobra 1984 da di civîna sermayedarên Amerîka û Tirkiyê da peyivî, pirsî gelo Tirkiye di pirsa pêwendiyên tevî welatên cîran da dikare hêviya xwe deyne ser DYA. Alîgirê sekreterê dewletê di pirsên welatên derve da, Richard Barten, di nava bersiva xwe da got : “Tirkiye dikare hêviya xwe bi me bîne. Em bi Tirkiyê ra li ser bemama kontr-têrosîzmê kar dikin. Emê Tirkiyê li ber pirsê tenê nehêlin” (189, 1984, No 19). Ev bang nîşan dida ku serokatiya Amerîkayê ewê alîkariyê bide hukûmeta Tirkiyê di nava karê wê yê cezakirinê ku di hindava tevgera Kurdan a azadariyê da dihat kirin da.

5. Destûra Tirkiyê ya nuh û pirsa Kurdan

Siyaseta serokatiya eskerî ya rêaksyonêr bi zagondarî di nava Destûra nuh a ku bi rêfêrenduma 7 cotmeh 1982 da hatibû qebûl kirin da hatibû mehkeme kirin. Ew di rewşa welêt a halê eskerî da hate derbas kirin. Bi salixên resmî, 88,5% bijarvanan tevî dengdayînê bûn û ji wan 91% dengê xwe da bona Destûra Tirkiyê ya nuh. Lê bijarvan xwediyên çareke mayîn jî nîn bûn. Ewha, hela berî rêfêrendumê, serokê rejîma eskerî, Kenan Evren, digot ku eger gel bêje “na”, “wê demê em dîsa dest ji ya xwe nakişînin” (221, 1983, No 1, r. 1).

 

Bilî wê, dîwana eskerî qedexe kir ku bi her awayî rexnekirina di hindava projeya destûrê da bê kirin, lê usa jî berî rêfêrendumê bi çend rojan, li hin navçeyên welêt mirov girtin. Nûnerên dîwanê gef dixwar ku ewê wan bijarvanên ku ewê neçin hilbijartinê bi 6 mehan bavêjin hebsê. Rast e, wan serî-binî gef xwaribû, lê wan di nava bineciyan da hewarzeke mezin pêş da anî. Girêdayî vê yekê, dîwanê îlan kir ku ew mirovên ku ewê tevî bijartinan nebin, ên ku 5 salan bibijêrin Û bên bijartin, rê li wan tê birîn, ango ji mafên hilbijartinê mehrûm dibin. Hela bi ser da, li Kurdistana Tirkiyê behs di derheqa wê yekê da ku kî dengê dijî bide ewê êşkence bixwe belav bû. Di şertên têrora bêhempa li welêt da, behsên usa rola xwe lîst. Li gundan, xwezma li navçeyn Kurdan, nûnerên eskerî muxtar gazî bal xwe dikirin û gef li wan dixwar ku eger ew dema dengdayînê dijî derkevin, ewê ceza bixwin. Dema rêfêrendumê polîs û cendirme li ber qutiyên dengdayînê sekinîbûn. Di van şertan da, an divê mêranîke mezin bi te ra hebe, an jî tu divê bikevî bin derbeke mezin ku neçî dengdayînê, an jî dengê xwe “dij” bidî. Di vê rewşê da jî 91% dengê xwe wek “terefdar” da.

 

Weşandina netîceyên rêfêrendumê ji rastiyê gelek dÛr in, lê dîsa ew hewaskar in. Ewha, li Kurdistana Tirkiyê % dengdayîna “dij” an jî yên ku hîç ne hatine dengdayînê, gelek li ser wan agahdariyên ku li welêt hebûn orte ne:

 

Wilayet Dij bûne Boykot kirine
Bingol %23 %10
Bitlîs %13  %9
Diyarbekir %20 %13
Elazig %15  %13
Hekkarî %18  %30
Mardîn  %13  %12
Mûş  %15 %18
Siirt %12 %19
Tuncelî  %18 %21

 

Wek ku ji van agahdariyan xuya dibe, piraniya bijarvanan dijî destûrê derketin. Di van 9 navçeyên ku piraniya bineciyên wan Kurd in, % bijarvanên ku tevî dengdayînê ne bûne an jî dij derketine ji % orte ya li temamiya welêt bi 2 caran bêtir in. Ev gişk di derhewa wê yekê da dibêje ku, nenihêrî tê ro r û zordayînê, dîwana eskerî li Kurdistana Tirkiyê rastî berxwedayîneke mezin hat. Ewha, bineciyên gundekî wilayeta Mêrdînê (weke 1.000 kes) ne çûne bijartinan û dengê xwe ne da. Weşana Tirkiyê ya burjuwa ku dixwest isbat bike ku mast reş e, rojtira mayîn pey rêfêrendumê nivîsî : “… Nenihêrî berf, sur û sermê, li wilayetên rohilatê bi milyonan hemşeheriyên me dengê xwe da …” (209, 8.11.1982).

 

Lê serekê dewletê, K. Evren, ku pey rêfêrendumê çû wilayetên rohilatê, di nava axaftinên xwe da, wek li Qers û Artwînê, got : “rast e hinek bi dengnedayîna xwe va dij derketine û bi wê yekê va wan xwestiye ku destûr rindtir be, lê dîsa jî di dilê gelekan da qelpî hebûye, û loma jî ew wek neyarên me û sêparatîst tên hesibandin” (221, 1983, No 7, r. 1).

 

Bi hinek salixan, dîwana eskerî dû rêfêrendumê dest pê kir ji heq-hesabên bijarvanên ne bi dilê xwe werin der. Ewha, li dor-berê Mêrdînê 10 muxtar û gelek gundî girtin. Ne tenê li Mêrdînê kes digirtin, lê usa jî li wilayetên Bingol, Diyarbekir, Siirt û Mûşê (221, 1983, No 7, r. 2).

 

Bi vî awayî, dîwana Tirkiyê dixwest heyfa xwe ji wan kesên ku ne dixwest dengê xwe bidin bona destûra nuh ku bi bingeha xwe va ya milletçîtiyê bû hilîne.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev