Ji nimûneyên zargotina me – 256

Ji nimûneyên zargotina me – 256

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûpêncîşeşan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Emê çend heftê dû hev beşa wê a bi sernavê ”Serpêhatîyên milet” raberî we bikin. Em îro beşa wê a sisîyan çap dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Serpêhatîyên milet – 3

 

Qodiq

 

Apekî Qodiq hebû, navê wî Mehmûd bû. Qîzeke Mehmûd hebû, dilê Qodiq ketê. Qodiq çû cem apê xwe, go:

-Qîza xwe bide min.

Apê Qodiq got:

-Ez nadim.

Qodiq got:

-Seba çi nadî?

Apê got:

-Here minra mihîna mîrê ereba bîne, go herkê te ne anî, ez qîza xwe nadim te. Yekê jî gerekê tu serê mîrê ereba jî ji minra bînî, ku ez qîza xwe bidim te.

Qodiq rabû, şûrê xwe girêda, çû berbi êla mîrê ereba. Çû, çû, nêzîkî êla mîrê ereba bû. Çû devê çemekî rûnişt. Lê nihêrî du qîz ji konê ereba derketin, hatin û li kêleka çem rûniştin, kincê xwe êxistin û ketin çem. Qodiq lê nihêrî xortek hat cem wan qîza. Qîzek ji avê derket, kincê xwe li xwe kir û revî, ya din ma avêda. Xort çû ser kincê wê rûnişt, qîzikê got:

-Xorto, bide xatirê Xwedê, ser kincê min rabe, ne ez kulfetim, şerme, min bênamûs neke, ne em eşîrin, navê bavê min erdê nexe.

Xort got:

-Were ez te birevînim, eger na, ez ser kincê te ranabim.

Qîzikê cab da, got:

-Min hana xwe gîhandîye rebê alemê, belkî tu ber şûrê Qodiq kevî.

Qodiq ji wêderê rabû ser xwe, heta wî çaxî velezîya bû, nedihat dîtinê. Ewî şûrê xwe tezî kir û hat, gihîşte wî xortî, şûrek lêda, serê wî pekand, eba xweye pirç hilda, herdu milê xwe têra kir, çû dûr sekinî, paşê velezîya, pişta xwe qîzikêda kir, got:

-Qîza delal, rabe kincê xwe li xweke.

 

2.

 

Qîzik ji avê derket, zû-zû kincê xwe li xwe kir, got:

-Xortê delal, de îcar were cem min.

Qodiq rabû hat cem qîzikê, got:

-Xûşka min, tu qîza kêyî? Ew çi qezîya bû li serê te qewimî?

Go: -Ez qîza mîrê erebame, ev xortê te kuşt, dilê wî zûda minda hebû. Ev qîza ku revî jî, xûşka wî bû, ewê ez xapandim, anîm vira û revî çû, bona birê wê min birevîne.

Go -Qîza delal, wê tengasîyêda te gazî kê kir?

Go: -Min gazî Qodiq kir.

-Qodiq kêye?

-Qodiq, hey lo!… Te navê Qodiq nebihîstîye? Qodiq mêrê mêrane, mêrxasê eşîrane, navê wî dinêda bela bûye.

-Êh, qîza delal, lê ew Qodiq tu dibêjî, ji kîjan eşîretêye, esilê wî, cisnê wî?…

-Qodiq?… –Ez qurbana wîbim, ji êla Xalitaye, birazîyê Mehmûdê mêrxase.

Qodiq got:

-Qîza delal, derew dijminê Xwedêye, ez hatime mihîna bavê te Bêcan û …

-Bêje, xortê delal, gilîyê xwe temam bêje, guman heye ez bin qencîya te derêm.

Qodiq ya dilê xwe jêra temam negot. Qîzikê got:

-Em herin mala me, her çi ku te nêta xweda danîye, wê bê serî.

Êvar bû. Ewana çûn ber derê kon, qîzikê got:

-Kêleka kon bisekine, tu niha birçîyî, ezê tera nan bînim, bixwe, paşê çika Xwedê çi dibêje.

 

3.

 

Heta nîvê şevê miclîsa axê rûniştîbû, nêzîkî pêncî merivî. Nîvê şevê şûnda cmaet bela bû. Mîrê ereba tenê ma. Mîr rabû, çû ber çît û perda, ket nav cîyê xwe û raza. Qîzik hat, gazî Qodiq kir. Qodiq çû hundur, nihêrî çi konekî 18 sitûnî, dem û dezgekî usa, meriv şaş û met dimîne. Kon bi çît-perdê hevirmiş vebirî bûn. Kon parî ser sê cîya kiribûn. Cîk bona rûniştina mêra bû, yek yê jina û zara, cîk jî yê kîlerê.

Qîzik Qodiq bir, nîşanda, go:

-Eva jî bavê min, nivîna wa hevirmişda radizê.

Qodiq lê nihêrî, fikirî, dilê xweda got:

-Ezê bi çi dilî ber vê qîza delal bavê wê bikujim û serê wî bibim Mehmûdra; nabe. Paşê got:

-Qîzê, were mihîna Bêcan bide min, ezê herim.

Qîzikê got:

-Keremke, em herin.

 

4.

 

Qîzikê kilît anî, qeyd û çîdarê mihînê vekir, mihîn bi zîn û bûsat kir, da Qodiq, go:

-Qodiqê ezîz, eva ji tera mihîna Bêcan, Xwedê bi oxira terabe, here. Hema li serê riya miqat be, wexta çivîk difirin, xeysetê Bêcanê wî alîda xirabe, ew vedicêniqe, dikare te bavêje, miqatî xwebe, tera  oxirbe, de here.

Qodiq siyar bû, xatirê xwe ji qîzikê xwest, ajot, çû. Çû, çû, li welatê berîyê rastî bîrekê hat. Ji hundurê bîrê nişkêva cote kew banzdan, firîyane ezman. Mihîn vecêniqî, Qodiq avîte bîrê, bi xwe jî vegerîya mal.

Şarîban du dil bû, ew çevnihêrîya rê bû. Ewê lê nihêrî mihîn va hat. Destê xwe li çoka xwe da, go “Ax, heywax, Qodiq çawa ji destê min çû”. Ew li mihîneke dinê siyar bû, Bêcan jî destkêş kir, ajot çû derkete cîyê bîrika. Vî alî nihêrî, wî alî nihêrî, kire gazî: -Qodiq, Qodiq,- sewteke kûre-dûr hat…

-Ez vame, vame.

Şarîban gerîya, bîrekêda Qodiq dît, go: -Qodiq, çevê min korbe, ne min temî da te, çima te bi fesal neajot?

Şarîbanê benê pişta xwe vekir, dahîşte bîrê, got:

-Qodiq, ben bavêje nava xwe, ezê te bikişînim, derxim.

Şarîbanê ben avîte bîr. Benî kin bû, negihîşte binê bîrê. Şarîban qûz bû, destê Qodiq teze gihîşte ben, bi ben girt, wekî Şarîban bikişîne. Şarîban jî kete bîrê. Herdu mihîn man bê xweyî.

 

5.

 

Mîrê ereba sibê berbangê rabû, nihêrî ku ne Şarîbane, ne jî herdu mihînêd wîne. Mîr defa hewarê da lêxistin, siyarêd ereba top bûn, hatin bal mîrê xwe. Mîr got:

-Hûn zanin, wekî îşev ecêbek hatîye serê min. Herdu mihînêd min û qîza min birine, çûne; li ku hebe gerek hûn dijminê min, qîza min û mihîna min bînin.

Bêlûkêd siyara belayî ser çar alîya bûn. Bêlûkek berbi deşta berîyê çû, ya din jî alîyê din. Bêlûka ku çûbû alîyê berîyê, du siyar ji hevala qetîyan, berbi bîrika çûn, yê mayî wêda çûn. Ew herdu siyar çûn, çûn, lê nihêrîn herdu mihînêd axê va ser bîrekê xwera sekinîne. Ewana çûn ser bîrikê, nihêrîn qîza mîr û xortek va bîrekêdanin. Şirît avîtin bîrê, xort derxistin, xort çû hevekî wêda sekinî, paşê qîzikê jî derxistin. Yekî go: – Ji minra; yê din go: -ji minra. Yekî milekî qîzikê girt, yê din jî milê din, her yekî ji xwera kişand.

Qodiq lê nihêrî Şarîban ketîye destê du gura, gazî Xwedê û mêra kir, da şûr û hate wan, serê herda jî firand, ew û Şarîban herdu mihîna siyar bûn û berê xwe dan welatê Qodiq. Wexta gihîştin mal, Qodiq herdu mihîn jî apê xwera şandin, çawa biryala wana tevhev hebû. Apê wî qebûl ne kir, go qirara min qirare, xênji mihînê gerekê serê mîrê ereba jî banîya, lê kanê? Xwe ez lêpokê wî nînim?

Qodiq ew gilî terikand, Şarîban sitend.

 

6.

 

Mîr dinya li hev xist, îz û berata qîza xwe nedît. Xênji vê qîzê ewledêd mîr tunebûn, lema jî mîr rabû, qilxê xwe guhast û terkeselatî dinayayê bû, gerîya.

Axirîyê westîya, kesirî û hat, derket êla Xalita. Ajot li ber derîkî sekinî. Ew mala Qodiq bû. Qodiq mîr nas kir, lê hema xwe lê beyan ne kir; hat pêşîyê, teglîf kir malê, hurmet-ezet jêra kir. Şarîbanê xwe nîşanî bavê xwe neda hetanî êvarê.

Paşî şîvê mîr û Qodiq gelekî ji xwera sobet kirin, xeberdan, paşê seba mijûlîkê mîr gote Qodiq: -Were yan ez hikyatekê bêjim, yan jî tu bêje.

Qodiq got: -Na, tu mêvanî, ji xwera hêsabe, ezê hikyatekê tera bêjim, tu jî guhdarîke.

 

 

7.

 

Qodiq destbi hikyata xwe kir, çi ku hatibû serê wî, yek bi yek ji mîrê erebara got. Şarîban, wekî heta wî çaxî ber perdê sekinîbû, pêşda hat û xwe avîte pêsîra bavê xwe. Mîr destê Qodiq girt, go:

-Lao, ji vir hada tu kurê minî, gerek ez bi destê xwe te bizewicînim.

Ewana tev rabûn, çûn mala apê Qodiq, cem Mehmûd begê. Mîr go:

-Mehmûd beg, te qelenê xwe xwestîye serê mîrê ereba, ez bi xwe mîrê erebame. Eva serê min tera pêşkêş, tu qîza xwe bide Qodiq.

Mehmûd beg ma ecêbmayî, paşê go:

-Mîrê min, tu ser çevê minra hatî, serê te bi te bimbarek, tu birê minî, wekî hatî ocaxa min, qîzik qurbana te û Qodiq be.

Wexta êvarê hatin mala Qodiq, mîr jêra got:

-Qodiq lawo, ez xortekî mîna te nikarim peydakim, ku bikim ewledê xwe. Qîza min – Şarîban helalî canê te be, ez bi helalîya dinê, bi dilê temiz didim te, bira bibe jina te.

Qodiq û Şarîban jî mane ecêbmayî. Qodiq got:

-Mîrê min, ne heta niha min Şarîbanêra çawa xûşk derbaz kirîye.

Îcar mîr hilda, got:

-Şîrê te li te helal be, tu heta îro helal mayî, lê ez bavê Şarîbanême, wekî ez bi rezadilîya xwe qîzê didim te, tu jî dey neke. Eger dilê te têda tuneye, başqeye.

Qodiq şerm kir, go:

-Dilê min Şarîbanêda gelekî heye, lê heta niha min pêra xûşktî derbaz kirîye, ez ji gotina te dernayêm, mîrê min.

Paşê Qodiq serê xwe berjêr kir, destê mîr girt, ramûsa.

Sibetirê şandin heft dest def-zurne anîn. Heft şev û roja dewat kirin.

Ewana çûn mirazê xwe şa bûn, em jî herin mirazê xwe şa bin.

 

Got: Qeymesê Elo, ji welatê Sînekê, 50 salî, nexwendî. Ew wextê şerê Împêrîalîstîyêyî pêşin ji Sînekê hatîye Tbîlîsîyê. Nivîsîye Lazo (Hakob Xazaryan) sala 1923a. Ji destnivîsara wî (bi herfêd ermenîya, wekî alfavîta kurda bû) nivîsî avtor.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev