Hevpeyvîna bi Baris Akyel ra li ser nasandina malbeta Şendoyê Bahrî de!

Hevpeyvîna bi Baris Akyel ra li ser nasandina malbeta Şendoyê Bahrî de!

Kemal Tolan

 

Ez gelekî dilxweşim, hinek ciwan li berhemên ku min ji ber zargotin û dokumentan, li ser dîrok, serpêhatî û cihwarên pêşîyên me Kurd û Êzdîyên Xaltî berhevkirine û belakirine dişopînin.

 

Niha jî ciwanekî me, yê ku li diyasporayê hatiye dinê û dixwaze  gelek agahdariyan li ser nasandina dîroka malbet, jîyan û kesayetîya Xwedê jê razî û rahmetiyê bavê xwe Şendoyê Bahrî  bi me ra parvebike .

 

Mixabin, ji ber derfeta ez û Barişê lawê rahmetiyê xalê Şendo li gel hevûdinê rûnên çênebû, ez neçar mam vê hevpeyvînê di rêya telefonê de çêbikim.

 

Belê kurxalê Bariş, tû dikarî niha ji me ra bibêjî, ka tû kî yî, kengî û li kurê hatîyî dinya yê ?

 

  • Ez Bariş Akyel im. Ez di 21.05.1987 li diyasporayê û Almanya li bajarê Emerrich çêbûme.

 

Kurxalê Bariş, tû dikarî navê kal û bapîrên xwe bi rêzê ve bibêjî ?

 

-Li goriya ji min ra hatiye gotin, daramala me viya ye:

 

1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12
Bariş Şendo Bahrî Hizêr Ferho Hamid Çelikê Nemirê2 Mîrza Axa Nemire 1 Sêrdîn Çelê Mala Kok axa

 

Kurxalê Bariş, tû dikarî hinekî bahsa serpêhatîyên ku,  te ji rahmetîyê bavê xwe Şendoyê Bahrî û dayîka xwe Gulê ya rahmetîyê Ozman bihîstiye bikî. Gelo ka pêşîyên te ji kurê, hatine herêma Xerzan û ew li Niqîba– Bişêrî yê de ji kîjan malbatê ne, ew mezinê kîjan gundê Êzdîyên Niqîba bûne, çî neheqî hatiye serê wan û ji wirê çewa koçberî herêm ne dinê bûne? 

  • Belê, li gorî ku min ji rûspîyê malbatê û dayîka xwe Gulê bihîstiye, dema malbata me Berekiyan, Çelê û lawê xwe Sêrdîn tevî malbata Mîrza begê bavê Zoro Axa ji navenda Xaltanî yê, ji herêma Êzdîxana Serhedê koçberbûne hatine herêma Xerzan pê ve, ewan gundê Baximiz, Cinesker, Dûmbeşkê Êynkerm, Ezika xwar û Jor avakirine.

 

Wextê bapîrê me Berekiyan, Çelê û lawê xwe Sêrdînê di gundê Baximzê de bicîh bûne, hingê gelek nakokî di nava axa û desthilatdariya Osmaniyan de hebûye. Piştî şerê Dela  yê sala 1830-31 an, hikumdarên Osmaniyan Reşît Paşa û Qewaz başî di derdora 1835 de êrîşî ser gundê Baximzê kirine.

 

Mamoste, jixwe te jî di berhemên xwe de gelekî bahsa şerê ku Nemirê lawê Sêrdîn Axa li dijî Reşît Paşa û Qewaz başî yê dewleta Osmaniyan kiriye û tev jî weşandine.

Her wisa li gorî ku min ji pêşîyên xwe bihîstiye, dijminên Êzdiyan û bi taybetî jî gelek serokeşîrên Kurdan yên ku hevalbendê digirkeran bûn e, gelek Axayên me Kurdên Êzdî, yên mîna bapîrên min Nemirê Mîrza, Kolosê Aqo  û hwd. bi xayîntî qir kirine.

 

Belê kalikê me Nemirê 2an, yê lawê Mîrza jî di sala 1890 de ji alîyê serokeşîrê Kurdan ve  hatiye kuștin. Ez dizanim te serpêhatî û şerê Nemirê 2an, yê lawê Mîrza jî ji ber zargotinê û tevê kilama ku dengbêjan sitraye nivîsandin e û weşandine.

 

Vêca li gorî min bihîstiye, piştî van kuştin, zilm û zoran malbata me mecbûr bûne ji gundê Baximzê koçbikin. Jixwe rahmetiyê bavê min Şendo di sala 1934 an de li gundê Baximzê, yê di nav herêma navçeya Qubînê de ye hatiye dinê.

 

Malbata me Akyel piştî gundê Baximzê, li gundê Çinêriya, Gêdûkê, Hecirê û Gundê Kanîrewa jiya ne. Kalikê min Bahri‘yê Hîzêr, herî dawî xwe li Êzdiyên herema Reşkotan û Sînikiyan digre û dawî li gûndê eşîra „Sînikiyan“ de bi cîh dibe û heta dawiya emrê xwe li wirê dijî! Dema Bahri yê Hizêr jiyana xwe ji dest dide xwedê jêrazî Şendo hîn zarok e û bi emrê xwe 13 saliye. Şendo’yê 13 salî, mecbûr dibe 3 biran û 2 xwuşkan xwedîbike. Birayên wî: rahmetiyê apê min Xelef, Sado û Tewfîq. Xwuşkên wî : Metka min Hemra û Êlxan in.

 

Xalê rahmetî yê bavê min Şendo, Xwedê jêrazî Elî yê Macûl gûnde Texeriyê dima. Gava ew dibihîze ku, Bahri yê Hîzer emrê Xwedê kiriye, ew radibe diçe xwuşka xwe Pero û zarokên wê tîne cem xwe û li wan xwedî derdikeve. Weha malbata me Akyel li ba xalê xwe Elîyê Macûl li gûnde Texeriye bi cîh dibe û dijî. Dûre bavê min Şendo di sala 1958 de bi diya min Gulê, ya keça rahmetiyê bavê min Ozmanê Xezalê, yê ku mezin û nevdarekî gundê Texerî yê ye ra di zewice. Texerî gundê bavikê Mala Weyso yê ku mezinê Mîhemedkiya ye.

 

Dema bavê min Şendo li gundê Texerîyê bûye jî, têkilî wî bî merivên wî yên Berekî ra gelekî baş buye. Ewî hingê apê xwe Hesinê Mihemed, weke pêşeng û mezinê xwê didît. Hesinê Mihemed jî navdarekî Berekiyan û ji navdarên Kurdên Êzdiyan buye. Mixabin, bavê min hîna li eskeriyê ye, ew di 17.03.1956 de xebera kuştine apê xwe Hesinê Mihemed dibihîze. Tê bîra min, heya rahmetiyê bavê min Şendo emrê Xwedê kiriye jî, ewî timî bi hêstiran bahsa apê xwe Hesinê Mihemed dikir û digot, lawa heta mêrêk ji Berekiyan hebe, kes weke apê min Hesinê Mihemed ranabe.

 

Spas mamoste, te sitrana kuştina rahmetîyê apê bavê min Hesinê Mihemed, ya ku dengbêjan sitraye nivîsandiye û belakiriye.

 

Kurxalê Bariş, rahmetîyê bavê te ji te ra digot, ka ew kengî hatiye Almanîya û çewa malbata xwe gihandiye ba hevûdinê ?

  • Belê li gorî gotina diya min, bavê min Şendo hîna li eskerîyê buye û dibihîze ku, dewleta Alman û Tirk‘an bihev ra peymanek derxistine, destûr dane hemwelatiyên Tirk karibin weke karker bênê

 

Bavê min Şendo Akyel, di sala 1965 / 1966’an de weke karker tê Amanya. Ew pêşîn diçe bajare Brake yê ku nêzî bajarê Oldenburg’ê ye. Dûre piştî demekê, ew ji Brake dertê û kurapê wî rahmetiyê apê min Ereb, birayê dengbejê Êzdiyan ê navdar Hesinê Çeto ji alê başûrê Almanya têne bajarê Celle. Bajarê Celle  îro bajarê duyemîne ku, herî zêde Êzdîyên ji Êlihê, Wêranşarê û ji merdinê lê dijîn.

 

Di vê navê ra rahmetiyê bavê min Şendo, hevjîn û zarokên xwe, Mizeya û Ferho jî ji welat tîne ba xwe bajarê Celle Almanya. Dûre  gava dibîhîzin ku dost û hevalên wan yên ji  gundê Texeriyê hatine li bajarokê Millîngen bicîhbûne, ew jî mala xwe tine vî bajarokê Millîngen . Emerrich jî weke 15 km ji Millingen dûre. Ji ber vê çûyîn û hatinê, radibin mala xwe tînine bajarê Emerich. Xwedê jêrazî bavê min Şendo ji sala 1972 vir de,  tevî hevjîn 5 kur (Ferho, Rahmetiye Yilmaz, Fadil, Rûstêm û Bariş) û 4 keçên xwe ( Mizeya, Regda, wesila û Rewşê. ) dijîn.

 

Kurxalê Bariş, tû dikarî hinekî jî bahsa ku rûspiyên, malbatê,  Êzdîyan û hevalbendên rahmetîyê bavê te ji te re gotine bikî?

 

-Belê li gorî ruspiyên Êzdiyan, kesên ku bi bavê min ra, yan jî piştî bavê min ra hatine Almaniya dêjin, “rahmetiyê Şende Êzdiyekî gelekî bi xîret û milet hiz bû. Ji ber ku ewî tinehî dîtibû mamoste, ne dixwast tu kes tinehiyê bibîne. Mala xwe xistibû cîhê mêvanî yê. Rahmetî gelek kesên Kurd û bi taybetî jî yên Êzdî, di nav mala xwe de xwedîkirine, heya ew kesên bê war, bi cîh bibin û ji xwe re malekê bibînin di nav mala rahmetî de bûn. Deriyê rahmetî hertim ji mêvanan re vekirî bû û mala wî mala kesê bêkesan bû. Bi hawara gelek kesên hewcekar, di zor û zahmetiyan debûne çûye. Rahmetî qet ne dixwast ku têkilîya wî û welat ji hev qut bive….”

 

Li gorî min bihîstiye, ji ber ku rahmetiyê bavê min Şendo hiskiriyê axa welatê xwe buye, ewî di sala 1974 de hevdîtineke bi taybetî, bi birayê xwe rahmetiyê Sado û her du kurapên xwe Ereb Toru û Mihemed Elkirmiş-Salih ra çêkiriye. Mijara hevdîtina wan a taybet, li ser ka çewa dikarin malbata xwe ya li Bakûrê Kurdistan’ê belav bûne, wek demên berê ku li guindê Baximzê û Êzik‘e de hebû weynine ba hevûdinê.

 

Weha ev her çar mirovên xîretkêş biryarê distînin ku, li Wêranşahirê gundê „Minminîk“ ji rahmetiyê Apê Evdo‘yê Axê, nebiyê Dewrêşê evdî ku hatiye mevaniya rahmetiyê Şendo, bikirin û girêdana xwe bi axa bav û kalan ve xurtir bikin.

 

Di zargotina kesên ku rahmetiyê bavê min nasdikin de tê gotin, piştî sala 1974‘an gelek Kurdên navdar jî tên dibin mêvanên Xwedê jê razî Şendo. Diya min dêje, hinek kesên ku navên wan têne bîra min wahinin :

Hinek sexsiyetvanê ji mala Brahîm pasa, Eliyê Îbo, Rêzdar Elî Qazî kurê nemir Mihemed Qazî, Silêmanê Qasimê Şêx Xalit ( sêxê Sila) Apê Evdo‘yê axê û hwd.

 

Ez jî dizanim, gava malbata me diçe herêma Wêranşehirê, hingê  Apê Evdilê Arûs, ê ku wek Axayê Kurdên êşîra Xalta li herema Wêranşarê tê naskirin,  rahmetiyê apê min Kinhê û apê Hemê yên ji Mala Zoro Axa gelek alîkarî bi wan ra kirine.

 

Piştî kirîna gundê Minminîk, êdî  Malbata me cardinê wek dema Bav û Kalan li hev kom buye û ew bi hev re jiyane. Gava rahmetiyê bavê min Şendo diçe gund, ew mûxtarî û Axatiya gund dide destên kurapê xwe rahmetiyê bavê min Selim Toru û car dine vedigere tê Almanya. Rahmetiyê bavê min Şendo  gelekî kêfxweş dibe ku,  malbata wî hinek ji êşa windakirina gundê bav-kalan Baximzê xilaz dibe . Dûre malbat têkilîyên xwe yên li gundê Minminîk û êşîrên herema weranşarê re xurtirdikin!

 

Li gorî gotina ruspiyên malbata min dêjin, gava rahmetiyê bavê min vedigere Almaniya, dengbêjê Xaltî yê di herêma beriya Wêranşehirê de herî bi nav û deng rahmetîyê Apê Mahmudê Hesê jî dihate mêvaniya bavê min û bi heftiyan li mala me dima. Dema  Apê Mahmudê Hesê êvaran bi dengê xweyî xweş sitran digotin, şewbêrik digeriya û mal tije dibû. Tev jî dilxweş bûn ku, bikaribin bi xêra rahmetiyê bavê min, li dengê dengbêjê rahmetî Apê Mahmudê Hesê û kurapê bavê min rahmetîyê bavê min Hesinê Çeto guhdar bikin.

 

Jê û pêve jî, navê rahmetiyê bavê min Şendo heta Lalişê û ba Mîrê Êzdiyan derketi bû. Mîrê Ezdiyan jî hinge kêfxweş dibin û dixwazin rahmetîyê bavê min nas bikin. Lewma jî ew bi qeflek Qewalan ve têne mêvaniya gorbihuştê bavê Şendo Akyel. Ev weha dibe despêk ku, gelek Mîr û şexsiyetên din jî wek, Mîr Tahsin beg, Mîr Miawî, Mîr Xêri beg, Mîr Kewkez, Mîr Êzîdxan, Mîr Bazîd, Mîr Farûq, Mîr Said beg û hwd. tên li mala me li rahmetîyê bavê min Şendo dibine mêvan.

 

Kurxalê Bariş, tû dikarî hinekî jî bahsa zarokatiya xwe û bîranînên te yên bi rahmetîyê bavê te ra derbas bûne bikî û di peyra jî gotina xwe ya herî dawîyê ji me ra bibêjî ?

 

-Belê, dema ez di sala 1987an de li Almanya yê çêbûme, hingê biçûkê malbatê ez bûme. Min jî hîna di zarokatiya xwe de, gelekî ji çîrok û meselên Kurdî, bi taybetî jî, yên me Kurdên Êzdîyên ji herema Xaltan dikir.

 

Baş tê bîra min, dema rahmetiyê bavê min di sala 2000 de di got, ez ê êdî bi timamî vegerime ser axa bav û kalan . Ez ê êdî jiyana xwe ye mayî li gundê xwe Minmînik de bidomînim.  Gava rahmetiyê bavê min vegeriya gundê xwe Minminîk, têkilîya me û wî bi hevre gelekî xurt derbasdibû. Ewî li gundê Minminîk dîsa dest bi jiyana xwe ye gundane kir û gelekî dilxweşbû.

 

Lê mixabin, Xwedê jê razi yê bavê min, di roja 24.07.2012 an de,  dema ew bi erebe xwe bi rê ve diçe, qêzayek xedar derbas dike. Pîştî berxwedana du rojan, tevlî hemû hewldanên Dixtoran, mixabin di roja 26.07.2012an de li nexweşxaneya Riha yê çavên xwe li Jiyanê digre.

 

Rahma Xwedê li rahmetîyê bavê min û li tevaya mirîyên me be!

 

Spas mamoste û nivîskar Kemal Tolan ji bo vê hevpeyvîna te bi min ra kir.

 

Gotina mine dawî, ez weke kurê rahmetiyê Şendo hêvî dikim ku, em di pêşerojê de, di welatekî Azad de, tev bi hev re bijîn û tu cûdayeî di nava Êzdî, Misilman, Mesîhî, Elawî û hwd. tûne be!

 

Ez jî spasîya te dikim birê Bariş û siheta te gelekî xweş be. Di gotinên te de jî xwanê bû ku, tû kurê camêra yî. Te gelek agahdarî ji rahmetîyê bavê xwe girtine û rahma Xwedê li xalê min Şendo be! 

Hêvîdarim ev xizmeta min û te, bi dilê pêşîyên me, rahmetiyê bavê te, xwandevan û guhdarên me be.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev