Ji edebîyata cîhanê -2

Ji edebîyata cîhanê -2

Fyodor Dostoyevsky

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Fyodor Mikhailovich Dostoyevsky di 11ê mijdara 1821ê de, li Moskovayê hatîye dinyayê. Di nav heft zarokên Mikhail Andreevich û Maria Dostoyevsky da Fyodor yê duyemîn bû.

Bavê wî, Dr. Mikhail, endamekî xanedanîya ûris bû, ku him bi xebatkar û xulamên xwe, him bi mal û milkê xwe li Moskovayê giregirekî navdar bû. Dibêjin dema Mikhail serxweş dibû gelek zilm û tade li wan xulaman dikir, lewma rojekê ji aliyê xulamekî xwe va tê kuştin.

Fyodor Dostoyevsky, di zarokatiya xwe da, dibe şahidê destavêtina jineke ciwan a koledar, ku ji ber vê jî, bi nexweşîya epîlepsîyê dikeve. Dû ra, ji bo xwendina zanist, ziman û wêjeyê Fyodor dişînin dibistaneke şevînî û li wê dibistanê perwerdehîya xwe didomîne.

Dostoyevsky gelekî ji nivîskarê ûris Aleksander Pûşkîn hez dikir, ku dema di 1837an de Pûşkîn di duelloyekê da, li Pêtersbûrgê, tê kuştin, Fyodor Dostoyevsky gelekî li ber xwe dikeve, mirina vî nivîskarê binavûdeng tesîreke xirab li jîyana wî dike.

Dîsa di heman salê, cîya wî jî ji wê dinê koç dike û bi mirina wê ra, Fyodor derbasî Pêtersbûrgê dibe. Li wî bajarî akademîya endezyarî ya leşkerî diqedîne û di hukumata çarê ûris da dest bi kar dike.

Dostoyevsky di jiyana edebî ya Pêtersbûgê de çalak û aktîv bû. Di destpêkê da di bin bandora Nîkolay Gogol da berê xwe dabû edebîyatê, ku di sala 1844an de “Eugenia Grande” ya Balzac wergerand û romana xwe ya yekem bi navê “Mirovên Reben” di 1845an de çap kir. Hevaltîya Fyodor Dostoyevsky bi Turgenyev û Nekrasov ra jî çê dibe, lê rexneyên wan ên derbarî nivîsên Fyodor da, dibin sedemên dawîbûna wê hevaltîyê.

Di wê demê da, ne yekser be jî, tev li tevgereke şoreşger dibe û ji ber wê jî di sala 1849an de tê girtin, bi xîyanetê tê mehkûmkirin û cezayê kuştinê li Fyodor tê birîn. Roja îdama wî, rojeke zivistanê ya sar a Petersbûrgê bû. Çavên wî hatibûn girêdan, bi emrê amadebûna li ber gulleyan, xwe amade kiribû, lê belê îdam di deqeya dawî de hat betalkirin û dewsa kuştinê berê wî dan Sîbîryayê, ku serma Sîbîryayê her diçû nexweşîya wî ya epîlepsîyê xirabtir dikir.

Piştî deh salên sirgûnê, dîsa nav û nîşana xwe ya esîlzadetîyê bi dest xist û bi destûra çarê ûris vegerîya Pêtersbûrgê. Bi vegerê va, Fyodor dev ji nêrîn û firên xwe yên lîberal berda û her ku çû zêdetir muhafezekar û olî bû. Lêbelê, vê devberdana lîberalîyê ne dikaribû wî ji qumarbazîyê dûr bixin, ne jî çareyekê ji deynê wî ê qumarê ra bibînin.

Di sala 1862 de, piştî ku ji yekem gera xwe ya mezin li Ewropaya vegeriya, Dostoyevsky weha nivîsî “Ewropa bi raman û reformên nû pêş dikeve, Rûsya jî hewceyê van ramanên nû ye”.

Di sala 1863an da, dîsa derdikeve gera Ewropayê û wê carê hemû pereyên xwe bi jineke bi navê A. Suslova dide xwarin, bi halekî şepirze vedigere malê û dikeve depresyonê.

Dostoyevsky di sala 1864 an da “Notên ji binê erdê” nivîsî û di wêjeyê de pêşengîya hebûnatî yanî existentialism kir. Kulfeta wî di sala 1864 da, piştî şeş salan ji zewaca bêzarok, mir û Fyodor jî kurê jinikê ê ji mêrê wê yê berê, wekî kurê xwe qebûl kir, jê ra bavtî kir.

Serpêhatiyên bi êş û elem hêj zêdetir derd û kul lê zêde kirin, lê di vê heyamê de berhema xwe ya herî serkeftî, “Sûc û Ceza” ya xwe pêşkeşî xwendevanên xwe kir. Piştî qedandina “Qûmarbaz” (1867), Dostoyevsky yê 47 salî, hevala xwe ya dilsoz û sekretera edebiyatê Anna Snitkina ya 20 salî ji xwe ra xwest û çar zarokên wan ji wê zewacê çêbûn.

Nuxurya wan, zaroka yekem, sê mehîya xwe da mir, ku vê mirinê derûnîya Fyodor hêj xirabtir, dereceya epîlepsîya wî jî zêdetir kir. Wê demê, Dostoyevsky dilgiranîya xwe, di romanên xwe da, “Ehmeq” (1868) û “Şeytan”(1871), bi ramanên utopîk anî ziman, ku “şeytan” mirovên wêranker in, wek şoreşger û terorîstan.

Dostoyevsky di romana xwe ya dawîn, “Birayên Karamazov” (1880) da pêkhateyên kesayetiya xwe ya perçebûyî, bi çar karekteran tewîr dike; keşîşê dilnizm Alyosha, mibtelayê qumarê Dmitri, rewşenbîrê serhildêr Îvan, û bavê wan yê tranekêr Fyodor Karamazov.

Dostoyevsky di 9ê sibata 1881ê da ji ber nexweşîya pişikê û çetinaya epîlepsiyê koça xwe kir. Wî hemû jiyana xwe di bin pencikên epîlepsiyê da derbas kir, mîna “Şûrê Damocles” ê efsanewî di vegotina rastiyê de Dostoyevsky mêrekî netirs bû.

 

Werger ji: Steve Shelokhonov

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev