Ji edebîyata cîhanê – 3

Ji edebîyata cîhanê – 3

Ji “Heywangehê” heya “1984”: George Orwell kî bû?

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Nivîskar George Orwell di 25ê hezîrana 1903ê de hatîye dinê. Navê wî yê nasnamayê Eric Arthur Blair bû, lê dûra navê Orwell li xwe dike, ku ev nav, li bajarê Suffolkê, Îngilistanê navê çemekî bû. Orwell li Hindistanê hatibû dinyayê, lê li Îngilistanê dest bi dibistanê kiribû.

Orwell piştî terikandina dibistanê li Bûrmayê, di bin asayîşa împaratorîyê da dest bi kar dike. Bûrmaya wê demê, ku niha wek Mîyanmar tê naskirin, beşek ji Hîndistanê dihat qebûlkirin, ku Hîndistan jî Bûrma jî di bin kontrola Brîtanyayê da bûn. Orwell ji miameleya îngilizan ya li hemberî gelê Bûrmayê aciz bû, ji bo wê jî di sala 1927an da, dev ji karê xwe berda û dest bi nivîsandinê kir.

George Orwell jî weke nivîskarekî din ê navdar, Ernest Hemingway, di salên 1930an de bo ragihandina nûçeyên şerê navxweyî çû Spanyayê. Belê ji bo nûçeyan çû wê derê, lê li wê derê bi cîh bû û li hemberî faşîstan dest bi şer kir.

Di pirtûkên Orwell ên herî populer da civak û siyaset mijarên girîng in. Û pirtûka herî navdar a Orwell, “1984” e, ku di vê berhemê da, karakterê sereke Winston Smith, di bin sîstemeke kotek û zordar da tekoşîna domandina jîyana xwe dide.

Gelek hizr û ramanên wê serdemê, di berhema “1984”an de bûn beşek ji beşên ziman û çanda îngilîzî. Bo nimûne, di berhemê da, cîhana 1984 ji hêla Birayê Mezin (Big Brother) ve tê rêvebirin. Niha jî, ger hikûmet an rêxistinek, bi kotekî biryaran li ser jîyana gel, axaftina gel bigre, ji wan hikumat û rêxistinan ra “Birayê Mezin” tê gotin.

Orwell di 46 saliya xwe da, di sala 1950 da, ji ber nexweşiya jana zirav mir, ku salek dû mirina wî, berhema “1984” hate weşandin.

Werger ji: From Animal Farm to 1984: Who was George Orwell? 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev