Peyama Serok Barzanî bo koçkirina Pîr Xidirê Silêman

Peyama Serok Barzanî bo koçkirina Pîr Xidirê Silêman

Ji ber koça dawî ya rewşenbîr, nivîskar û kesayetiya civaka

Êzidî Pîr Xidir, Serok Barzanî hevxemiya xwe nîşan da

 

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber koça dawî ya rewşenbîr, nivîskar û kesayetiya civaka Êzidî Pîr Xidirê Silêman, Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî û bingeha Laleşê û civaka Êzidî kir.

Peyama Serok Barzanî:

“Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya koça dawî ya rewşenbîr, nivîskar û mamosteyê ziman û wêjeya Kurdî û kesayetiya civaka Êzidî Pîr Xidirê Silêman bihîst.

Bi vê helkeftê, serxweşî û sersaxiyê li malbat û kesûkarên Pîr Xidirê Silêman û tevahiya nivîskar, navendên kulturî, bingeha Laleşê û civaka Êzidî dikin.

Ji Xwedêyê mezin dixwazin, sebir û hedarê bide kesûkarên rihmetî û giyanê wî şad be û cihê wî bihuşta perîn be.”

 

Desteya Rêvebir ya malpera RIATEZE bi dilekî kovan serxweşîyê dide maleta rehmetî, civaka me a êzîdî li Kurdistanê û tevaya cihanê bo kirasguhastina ronakbîr û nivîskarê navdar Pîr Xidirê Silêman. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev