Ji edebîyata cîhanê – 4

Ji edebîyata cîhanê – 4

Shakespeare çawa ewqas peyv li îngilizî zêde kirin?

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

William Shakespeare, nivîskarê mezin ê Îngilîzî, bi sedan peyv îcad kirin, ku gelek ji wan peyvan îro jî, di Îngilîzî da têne bikaranîn. Shakespeare ev peyvên nû bi çi tehrî peyda kirin?

Lihevkirina du gotinên ji hev cuda:

Dibe ku “Bedroom” yanî odeya razanê ji bo we navekî dîyar û asayî xuya bike, lê berîya Shakespeare peyveke bi vî hawî tunebû, belê bi yekkirina du peyvan “nivîn” û “ode” bedroom hate îcadkirin. Dîsa peyvên mîna “birthplace” cîyê ji dayîkbûne, “watchdog” yanî çavdêr bi vî şiklî ji aliyê Shakespeare va hatine çêkirin.

 

Ji lêkeran çêkirina rengdêran:

Dema dinya têra xwe sar dibe, av jî dicemide û dibe qeşa. Shakespeare biryar da ku ji lêkera “to freez” yanî ji cemidîyê jî rengdêrek mezin çêke, ku ji ber sur û sermayeke zêde em îro dibêjin “freezing” yanî qerisandin. Dîsa ji ramaneke “silly” yanî tewşemewşo ra dikarin bibêjin “laughable” yanî pêkenî ango komîk.

 

Ji navan lêker peyda kir:

Berîya Shakespeare, “elbow” -enîşka mil- endameke laş bû. Lê Shakespeare cara yekem “elbow” wekî lêker bi kar anî, û îro ew lêker bi maneya “têkbirin-tûşkirina yekî” tê bikaranîn. Herweha “bet”ê jî, ku tê wateya şertgirtin-miçilgeyê, wek lêker ji îngilizî ra mîras hîşt .

 

Wî pêşgir û paşgir li peyvan zêde kirin:

Tenê lêkirina pêşgireke wek “un-” li destpêka peyvê, an paşgireke wek “-less” li dawiya peyvê, dikare wateya wê bi tevahî biguhere. Shakespeare ev yek bi peyvên wek “dress”, ku tê maneya “lixwekirina kincan”, bikar anî, ku dema “un”ê wek pêşgirekê bînî pêşîya “dress”ê tê bikî “undress” yanî “jixwekirina cilan”. Her weha “less”ê bînî dûmahîya “count”ê, tê ji countê, countless çêbikî, ku ev jî maneya bêhesab, bêhejmar dide.

Lêbelê, çêkirina peyvên nû, ne bi Shakespeare dest pê kir, ne jî piştê wî rawestîya. Îro jî bi heman awayî peyvên nû têne çêkirin, wek “overshare”, wekî tê wateya parvekirina agahîyên şexsî ku di sala 2021an de li Ferhenga Îngilîzî ya Oxfordê hatîye zêdekirin.

 

Werger ji: How Did Shakespeare Invent So Many Words? | Engoo Daily News

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev