Zaniyarê mezin Pîr Xidir Silêman

Zaniyarê mezin Pîr Xidir Silêman

Dr. Eskerê Boyîk

Serokê Navenda Lȇkolȋnȇn Ȇzdȋnasiyȇ

 

Pȋr Xidir Silȇman rewșenbȋrekȋ netewȋyȋ gewre û naskirȋ bû.

Di nav rewșenbȋrȇn meda, kȇm in kesayetiyê weke wî, ku bi zanebûn, bi dilȇ paqij, bi hizkirin û xȇrxwezȋ netewa xwe, civaka xwe, welatȇ xwe, bawariya xwe, ji berjewandyȇn cûrbicûr der hembȇz bikin.

Ew sala 1952 a li Șȇxanȇ, Bașûrȇ Kurdistanȇ, bajarokȇ Ȇsȇbinȇ binemalake oldar ya bi nav û deng, pȋrȇ Cewra da hatibû dinȇ. Binemala wan ahlimȇ bawariya Ȇzdȋtiyȇ pȋrȇ mala Șȋxadȋ ne. Binemaleke kevn e.

Xwendina xwe li Ȗnȋvȇrsȋtȇta bajarê Bexdayȇ para ziman û edebyeta Kurdȋ hildabû. Bûbû xwediyê bawernameya ziman û edebiyeta kurdî. Ziman û edebiyeta gelȇ xwe bȇqisûr zanibû. Di sala 1974an heta 1975an weke wergêr karmendê Radyoya Dengê Kurdistanê xebitȋ bû. Ji sala 1977an de mamostatiya zimanî kurdî kiribû. Beșdarȋ șorișa Îyûlȇ dibe, koҫber dibe. Di sala 1979an da bûbû endamê yekîtiya nivîskarên kurd û di sala 1991an heta sala 1997an serokatiya yekîtiya nivîskarên kurd a liqa Duhokê kiribû. Qȇ demȇ berpirs-sernivȋsȇ kovara yekȋtya Nivȋskaran PEYV bûye.

Sala 1992an heta sala 1997an bûye serokê navenda rewşenbîrî ya Lalişê, û sernivȋsarȇ kovara LALIȘê. Heta niha jȋ xweyȇ kovarȇ ew e. Piştre li ser lȋstȇya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dibe parlementerê parlementoya Kurdistanê.

Pȋr Xidir nivȋskar bû, helbestvanȇ xweyȇ hestȇn nazik û lȋrȋkȋ.

Pȋr Kurdzan, Ȇzdȋnas û têologekî bawarîya ȇzdȋtiyȇyȋ gelekȋ naskirȋ û eyan bû.

 

Pȋr hinek bûyar ji jiyana xwe wa bȋr tanȋ:

„Rojekȇ dersbȇjȇ me yȇ zankoya Bexdayȇ, em xwendevan civandin, gotin mirovȇ we hatiye, dixweze we bibȋne. Odeyeke zankoyȇ da em, xwendevan civîyan. Zilamekȋ bedewȋ bilind, tevȋ profȇsorȇn me hate hundur. Teva qedirekî mezin didanê. Ew Mȋroyȇ Esed bû, ji Ermenistanê, berpirsiyarȇ rojnema RYA TEZE. Ewȋ bi kurmancîke delal mera derheqa Kurdê welatê Sovêtê, Ȇzdiyȇn Ermenistanȇ, Gurcistanȇ, destanȋnȇn wan, ocaxȇn wan yȇ zanyarȋ, ҫandȋ-perwerdeyȋ da axivȋ. Ew rojeke jiyana min ya here xweș bû…“

„Dersbȇj û profȇsorȇn me, payȇ pirȇ xwendina xwe li Welatȇ Sovȇtȇ hildabûn, derheqa kurdzaniya Rûsyaye kevn û ya Welatȇ Sovȇtȇ bi șȇkirdarȋ ji mera gilȋ dikirin, hevalȇn wan di nav rewșenbȋrȇn Kurden Sovêtê da pir bûn, xwe hesab dikirin șagirtȇ Zaniyarȇ mezin Qanatȇ Kurdo, em gelekȋ kȇfxweș dibûn. Wan hizkirina Êzdiyên Sovêtê kiribûn dilȇ min, û min pir dixwest xwendina xwe di Welatȇ Sovȇtȇ da berdewam bikim. Lȇ min ra, rûyȇ hinek egeran va, li hev nehat.“

„Pașȇ min neme Qanatȇ Kurdo ra nivȋsȋ. Nivȋsȋ, ku ez xortekȋ Ȇzdî me, xwendevan im, helbesta dinivȋsim…

Bawarîya min tune bû, ku ew zaniyarê gewre wȇ demȇ bibȋne û bersȋva min bide. Lȇ zûtirekȇ min ji wȋ neme stand. Nemeyeke gelekî dilovan bû. (Heyf, di nav parek arșȋva min da ew jȋ wunda bû). Nemȇ da Qanatȇ Kurdo kȇfxweșiya xwe ji bo xwendina me gȇncȇn Ȇzdiyan elam dikir, dispart ku ez wan karȇn din betal bikim û berevkirin, ji zarȇ oldaran nivȋsar û weșandina tȇkistȇn ȇzdiyatiyȇva mijûl bibim. Nema wî rêya jiyana min guhest, berȇ min da karekȋ herȋ bi rûmet û hȇja bawariya kal-bavan: Êzdȋtiyȇ û Ȇzdȋnasiyȇ.

Berevkirin û ji zarȇ a’liman nivȋsara têkistên aînî wê demê ewqas jî rehet nîbûn, payê qewlbêj û zanên êzdiyatiyê yên pirȇ nedihȋștin ku ji zarȇ wan têkst bên nivîsar, yan dengȇ wan bȇ qeydkirin. Ew yek dijî bawariya Ȇzdiyatyê û ji xwe ra gunehȇ mezin hesab dikirin.“

Nema Qanatȇ Kurdo dibine cem Babȇ Șȇx yȇ wȇ demȇ. Ji nema zaniyarȇ Ȇzdȋ Babȇ Șȇx pir kȇfxweș dibe. Peyra karȇ wan hevkȋ rehet dibe. Lȇ heta vȇ dawîyȇ jȋ gelek qewlbȇj u ahlimên êzdȋtiyȇn berk dij bûn, nedihȋștin ulmȇ wan bȇ nivȋsar yan qeydkirin.

Sala 1979 an Korȋ zaniyarî Kurd, li Bexdayê pirtûka wî û Êzdȋnasȇ eyan Dr. Xelȋl Cindȋ „Êzidiyatȋ/ li ber ronaya hinek têkstêt ayînê êzidiyan“ weșand. Eva di jiyana Ȇzdîyatiyê da bûyara dȋrokȋ ya pir mezin bû. Ev pirtûk bû bingeh, dergehekȋ despȇkȇ ji bo Ȇzdȋtiyȇ û Ȇzdînasiyȇ. Cihanȇ da pirtûka ewlin bû derheqa Ȇzdȋtiyȇ û Ȇzdȋnasiyȇ da, ku bi zarê Ȇzdiyan (Kurmancî) destȇ zaniyarȇn bi eslȇ xwe Ȇzdȋ dihate weșandin. Bi wȇ pirtûkȇ wana ber wan nerastiyan girtin, ku biyanyan derheqa Ezdiyan da dinivȋsȋn. Ev pirtûka heta niha jȋ xebatȇn ser Ȇzdȋtiyȇ, Ezdȋmasîyȇ ra ҫavkanȋke gelekȋ giranbiha û ewlin e.

Sala 1985 pirtûka wȋ ya duda „Gundȋyatȋ“ Bexdayê hate weșandin.

Helbet, halȇ sansore olperestȋ û miletҫȋtya dewletȇ û oldariya welȇte berk ya wȇ demȇ da weșena pirtûkan li ser bawariya Ȇzdiyatiyȇ gelekȋ dijwer bûye. Pȋr digot: „Alȋkarȋ û piștovaniya zaniyarȇn meye Kurd yȇ pȇșverû pir bû, ku em bikaribin pirtûkȇn xwe biweșȋnin. Ji bo ҫixara weșanȇ min heta zȇr-zȋvȇ xemla pȋreka xwe jȋ firotin.“

Pașȇ, bi qelema wȋ, bi seda pirtûk û gotar li dor dȋrok, ҫand, bawarȋ, edeba dȋnȇ Ȇzdiyan, kevneșopiyȇn Ȇzdȋtiyȇ, têologiya oldariyȇ, bi zimanȇn kurdȋ, erebȋ, înglȋsȋ û hin zimanȇn din hatine weșandin. Emekȇ wȋ di weșena pirtûkȇ dersan, hazirkirina berneman bo fȇrbûna ola Ȇzdiyatyȇ di dibistanȇn gund û warȇn ȇzdiyan da li Herêma Kurdistanȇ pir e. Pȋr wek zanyar, tȇolog tevȋ bi seda konfȇransȇn navnetewȋ yȇ here bilind bûbû. Di nava qada navnetewȋ da, di warȇ zaniyariya Kurdzanȋ û Ȇzdȋnasyȇ da ew yek ji zaniyar û tȇologȇ herȋ eyan dihate naskirin. Kurdzan û Ȇzdînasȇn dewletan dihatin gel wȋ konsûltasyayȇ û alȋkariyȇ.

Bi piștovanya Mesûd Balzanȋ, Celal Telebanȋ bajarȇ Dihokȇ da Bingeha Laliș tȇ avakirin, hȋmdarekȋ Bingeha Laliș ya rewșenbȋrȋ-komeleyatȋ ew bû, karekȋ herȋ girȋng û wȇ derheqȇ da tim destnȋsan dikir, li Bingeha Lalișȇ da danȋna himȇ arșȋvkirina xizna tȇkstȇn bawariya Ȇzditayȇ, ronȋkirina eyd, erf-edet, mȇrasȋm û kevneșopiyȇn Ȇzdiyan û hwd.

Pȋr Xidir ҫawa hemû evdȇ Kurd û serda jȋ Ȇzdȋ tȇra xwe pir zulm û zor, zehmetiyên jiyanê dȋtibû. Yazya wȋ jȋ wek ya hemû Ȇzdiyan bû: rev, bez, malwêranî, penaberȋ, koҫberȋ, xerȋbȋ, neheqîyê der doran û dawiyê da komkujiya Sengalȇ…

Qedera penaberiyê rȇya me herda sala 1997an gȋhande hev. Em herd jȋ bajarȇ Almanyayȇ Oldȇnbûrgȇ da cȋ bûn, em tevî damezirandina kar û barȇ Mala Ȇzdiya ya wȋ bajarȋ, bi taybetȋ karȇ rewșenbȋriyȇ bûn. Zûtirȇ komelȇ da komeke rewșenbȋrȋye bi hȇz, tifaq, li hev civyan. Pîr Xidir, Telim Tolan, Chauki Îsa, Sediq Baasi, Bedel Feqir Heci, Dr. Tȇmûrȇ Hesen, Șihap Dag, Ȋlyas Yanc, Kazim Oba, Mecid Kurdo, Mȋranȇ Okȇ, Saleh Abdo û… Wan kara da Pȋr Xidir karekȋ aktîv, kêrhatî û berbҫav dikir.

Ew weke pirakȇ bû navbera sazîyȇn Herêma Kurdistanȇ yȇn rewșenbȋrȋ, Bingeha Lalișê û Mala Ȇzdiyan ya Oldȇnbûrgȇ da.

Mala Ȇzdiyan pirtûka wȋ „Ȇzdiyatȋ“, beșa ewlin, ya ji bo derbaskirina dersȇn olȋ weșand. Pîr salên ewil wek mamostayê dersa Olî bi fermȋ ders da zarokên dibistana Mala Ȇzdiyan, di redaksyona Dengê Êzîdîyan da xizmeteke mezin kir. Di rojȇn kivșkirȋ, ji bo Cȋwanan, Jinan wusan jȋ endemȇ malȇ yȇn din ra rȇ û rismȇn Ȇzdiyatîyȇ șirove dikir.

Li ser bingeha karȇn Komȋtȇya Mala Ȇzdiyan ya Rewșenbȋrȋ di sala 2012’an da Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê hate damezirandin.

Navenda Lêkolînên Ȇzdînasiyê salȇ xweye ewlin wek zanîngeheke zanyariyê-lêkolînê, xebatên zanyarî yên giranbiha li ser pirsgirêkên Ȇzdînasiyê kir. Salê da gelek konfȇrans, sêmînarên zanestî hatin derbaskirin, rasthatina tev zanyar, nivîskar, siyasetmedaran dihatin organîzekirin, malpera me ji bo zanyar–lêkolînvanan bȗ çavkanîke Ȇzdînasiyê ya here hêja. Dest bi weşena Kovara me ya ȆZDȊNAS bȗ. Me li ser pirsgirêkên dîrok, çand, bawarî, eyd- erefatên Ȇzdiyan cêrgek pirtȗkên giranbiha weşendin.

Komkujiya Șengalê tesîreke nêgatîv ya mezin li ser Pîr jî kir.

Dema ji welêt vegeriya, ji min ra got:

-Bira, tiștek ji destȇ min nedihet, ku min seva Șengala me, dijȋ wȇ neheqiyȇ bikira. Min pirtûkȇ xwe șewitand… Pirtûka ra tevayȋ min hȇvȋ û gumanȇ xwe jȋ șewitand.

Giriya, em herd tev giriyan…

Wa paqij û zelal hate dinȇ, wa paqij û zelal jȋ, navȇ xwe dilȇ hizkirîyȇn xwe da nivȋsȋ û ҫû birayê minî axiretê, zaniyarê mezin, rehmetiyȇ Pȋr Xidir Silêman.

Bira Rehma Xwedê Pîrê min be.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev