Dengbêja dengzêrîn: Sûsîka Simo

Dengbêja dengzêrîn: Sûsîka Simo

Îkram Oguz

Gelo Radyoya Rewanê neba, em ji hebûna Sûsîka Simo hayîdar dibûn?

Kilam û stranên ku wê bi dengê xwe yê zêrîn distira, dê me bibihîsta?

Ya jî dengê bilûra ku Egîdê Cimo li quntarên Çîyayê Elegezê rûdinişt û lêdixist, wê çawa di ser Çemê Erez ra derbas biba û bihata guhên me?

Na, bêyî Radyoya Rewanê ne em ji Sûsîka Simo û ji dengbêjîya wê hayîdar dibûn, ne jî me dengê bilûra Egîdê Cimo dibihîst.

Jiber ku, Radyoya Rewanê neba ew dengê zêrîn jî, dengê bilûra bi hostayî derdiket jî, dibin mij û dûmana Çîyayê Elegezê da diman û bi demê ra wenda dibûn.

Loma, divê em xwe wek deyndarê damêzraner û rêvebirên radyoyê û hemû hunermendên ku di wê radyoyê da strane, bihesibînin û hergav bi qedr û qîmet wan bibîr bînin.

Jibo ku deynê xwe bidim, qasî ku li deng û sewta wan guhdarî dikim, dixwazim wan ji nêzîk va nas bikim û bi nifşên nû bidim nasîn.

Îro jî dor dora dengbêja dengzêrîn Sûsîka Simo ye…

Sûsîka Simo, di sala 1925an da li Ermenîstanê li gundê Mîrekê ya li etega Çîyayê Elegezê û di nav malbatek kurdên Êzidî da çavê xwe li dinyayê vedike.

Piştî bûyîna wê, malbat ji gundê Mîrekê bar dike û tere li bajarê Gumrîyê bi cîh dibe. Sûsîk jî li bajarê Gumrîyê mezin dibe û li wir dest bi dibistanê dike. Dûra li Zanîngeha Erîvanê beşa tendurustîyê dixwîne û bi serkeftî diqedîne.

Di dema xwendekarîya xwe ya li zanîngehê li ser pirsgirêkên jinan û ji bo hişyarbûna jinan kar û xebatê dike.

Di kesayetîya xwe da keçikeke îsyankar e û sînoran nas nake.

Dest bi karê hûnerî dike û îsyankarîya xwe bi kilam û stranên kurdî va dixemilîne.

Jiber ku, ji dema zarokatîya xwe da mêla wê li ser dengbêjîyê heye. Loma piştî xebata çar salan, dest ji karê bijîşktîyê berdide û perr û baskên xwe ber bi çand û hunera kurd diçirpîne. Êdî rêwîtîya wê ya hunerî û dengbêjîya wê dest pê dike…

Lê di dema wê rêwîtîyê da, di nav kurdên Ermenîstanê da jî dengbêjî karek ji karê mêran tê dîtin û hemû dengbêjên ji wê herêmê jî mêr in. Sûsîka Simo di rewşek wisa da û wek keçikek xama derdikeve serê rê û bi deng û hunera xwe meşa xwe didomîne.

Kilam û stranên kurdî berhev dike û di sala 1946an da li Sovyeta berê weke yekemîn dengbêja kurd û bi cil û bergên xwe yên kurdî derdikeve ser dîkê, kilam û stranên bi kurdî û ermenkî distirê.

Qasî mûzîkê reqs û govendên kurdan jî bala Sûsîka Simo dikişîne. Ew di wan salan da komên govendê saz dike, dilîze û dersa lîstikê dide.

Sûsîka Simo di wan salan da Kolya Neftalyanê Ermenî nas dike. Naftalyan werzişyar, Sûsîk jî hunermend e. Hevaltîya wan a ku bi hevnasînê ra dest pê dike, di demeke kin da vediguhese evîndarîyê. Ew ji hev hezdikin, dibin evîndarê hev û bi hev ra dizewicin…

Lê Sûsîka Simo keçikeke Êzidî, Kolya Neftalyan jî Ermenî ye. Li gorî bîr û baweriyên Êzdiyatîyê jî nedihat ecibandin ku Êzidîyek bi Ermenîyek ra mêr bike.

Loma civak li hemberî zewaca wan derdikeve. Lê Sûsîka Simo, çawa ku xwe bi zanebûn û hûnera xwe, bi civaka kurd va xwe dabe qebûlkirin, di warê zewaca xwe da jî bi ser dikeve.

Sûsîk û Naftalyan bi hev ra li welatên Sovyetê digerin û bi hev ra dixebitin. Jiber wê yekê Sûsîk, ne tenê di nav kurdan da û li Ermenîstanê, her wiha li Gurcistan û li Kafkasyayê jî tê nasîn, bi kilama û stranên xwe va tê hezkirin.

Di sala 1955an da, Radyoya Erîvanê ku di nav kurdan da wek Radyo ya Rewanê tê binavkirin, dest weşana kurdî dike. Piştî weşanê Sûsîka Simo wek yekemîn dengbêja jin a kurd di radyoyê da distirê.

Li dika Fîlharmonîya navdar a li Ermenîstanê pir caran derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe.

Di sala 1965an da li Meydana Sor a Moskovayê wek hunermenda kurd, bi cil û bergên xwe yên rengîn û bi kofîya xwe derdikeve ser dikê û bi kurdî distirê. Di wê konserê da deng û sewta wê bi ahenga bilûra Egîdê Cimo va olan dide û li hemû erdnîgarîya Sovyetê belav dibe.

Berî konsera wê ya ku cara ewil li Meydana Sor lidar bixe, Wezîrê Eşo, di rojnameya Rya teze da nivîsek diweşîne û di wê nivîsê da ji bo Sûsîka Simo wiha dibêje:

 

  • Sûsîka me wek jineke kevneşop xeyal nekin. Performansa ku li ser dikê raber dike û sekna wê bi xwe ra heyrantiyek mezin dide avakirin. Bi taybetî jî ji hêla muzîkê da pirr baş e û dema ku perçeyên bijare hildibijêre û bi performanseke semyan ra digihîne hev. Sûsîk ne tenê li Rewanê, di demek kin da li Qefqasan jî bi nav û deng bû. Ji xwe Sûsîka Simo beriya Radyoya Rewanê jî hebû… 

 

Wek gotina Wezîrê Eşo Sûsîka Simo berî Radyoya Rewanê jî hebû, li Ermenîstan û Gurcsitanê, li hemû welatên Sovyetê jî dihat nasîn. Lêbelê deng û sewta wê bi Radoya Rewanê va di ser sînoran ra derbasî çarnikalên Kurdistanê bû, ji alî hemû kurdan va hat naskirin û hezkirin.

Sûsîka Simo qasî ku bi deng û hunera xwe dihat hezkirin, ewqas di nava jinên kurd ên Sovyetê da rêya dengbêjî û hunermendîyê jî vekir, bi kar û xebata xwe ya hunerî hêz û cesaret da jinan.

Hemû jîyana wê bi kar û xebata hunerî derbas bûye, lê dîsa jî gor şert û mercên wê demê, tu kasêtek wê derneketiye.

Di arşîva Radyoya Rewanê da gelek klamên ku wê straye hatine qeydkirin, ku ji wan hinek ev in: Evdalê Zeynikê, Zilfanî, Vî Peyayî, Xerîb, Memê Alan, Hey Cane û Lênîn rabû em rizgar bûn. Lê ew herî zêde jî bi kilama xwe ya li ser Lênin gotîye tê naskirin.

Weke hemû kilamên wê, ev kilama wê ya bi navê „Hey Canê“  li ser xortekî xwendekar hatîye derxistin û bi meqam û gotinên xwe jî kilamek xweş û watedar e.

 

Hey canê, canê, canê, hey canê,
Lawikê min çû Rewanê, hey canê,
Lawikê min çû bixwîne, hey canê,
Kitêb dostê wî bûne, hey canê. 

Hey canê, canê, canê, hey canê,
Ji şeherê Rewanê, hey canê,
Hezar cahil dixwînin, hey canê,
Nava wan da lawikê min, hey canê. 

Hey canê, canê, canê, hey canê,
Ji şeherê Rewanê, hey canê,
Lawikê min î çavşîn e, hey canê,
Mi ra nema dişîne, hey canê. 

Hey canê, canê, canê, hey canê,
Lawikê min çû Rewanê, hey canê,
Lawikê min çû bixwîne, hey canê,
Kitêb dostê wî bûne, hey canê.

 

Jibo guhdarîkirinê lînka stranê: 

 

Çavkanî:

  1. Wezîrê Eşo / Rya teze
  2. https://ku.wikipedia.org/wiki/S%C3%BBsika_Simo
  3. https://rojnameyawelat2.com/bira-binhisiya-civaki-dengbeji-2/
  4. https://www.evrensel.net/haber/415284/kizil-meydanda-yankilanan-ses-s-sika-simo
  5. http://yeniyasamgazetesi2.com/kadineki/detay/kafkasyada-ilk-kadin-dengbej-sisika-simo/
  6. https://www.newayajin.net/newayajin/li-asoyen-welat-dengek-olan-dide/
  7. https://www.youtube.com/channel/UCdhcnHeubfi7S6lu3IVBBCg

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev