Ji edebîyata cîhanê – 5

Ji edebîyata cîhanê – 5

Evîn û Tinazî: Jane Austen kî bû?

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Nivîskara Brîtanî, Jane Austen, yek ji nivîskarên herî bi bandor û navdar ên wêjeya Îngilîzî, di 16ê Kanûna Pêşîn, 1775 da li gundê Steventon li Hampshirê, Îngilîstanê hate dinyayê.

Dema pirtûka wê ya yekem ya bi navê “Hest û Hestîyarî” di sala 1811 de hate çapkirin, Jane 35 salî bû. Ev pirtûka bi navê wê nehate weşandin, ku li ser pirtûkê, li şûna navê wê “Ji aliyê hurmetekê” hatibû nivîsandin. Birastî, ne tenê berhema Hest û Hestîyarî, ji romana wê ya herî zêde tê naskirin, “Serbilindî û pêşhukmî” yê bigre, wê qet navê xwe li ser pirtûkeke xwe ya weşandî nedît.

Belê di sala 1817an da yanî pênc meh dû mirina wê, du berhemên wê, “Dêra Northanger” û “Qayîlbûn” hatin çapkirin, ku ev herdu berhem bi navê wê hatibûn weşandin, lê wê navê xwe li ser wan pirtûkan nedît.

Karakterên sereke yên Austen jinên çîna jorîn, an jî yên ji malbatên dewlemend bûn. Çîrokên wê wek çîrokên şarezayane û şadan têne zanîn û bi gelemperî li ser evîn û zewacê ne.

Di heman demê da, ew çîrok şîroveyên li ser cîvaka wê demê bûn, ku îro li herçar aliyên dinyayê, di dersên edebîyata îngilizî da tên xwendin, analîzkirin.

Her çend piranîya çîrokan bi zewacê diqedin jî, Austen bi xwe qet bi mêr nekiribû û di 41 saliya xwe de koça xwe ya dawî kir. Dibêjin mirina wê ji ber Nexweşiya Addisonê bû, ku ev nexweşîyeke çetin e, ziyaneke mezin dide laşê mirov. Dema xatir ji vê dinê xwest, wê 11 beşên esera xwe ya bi navê “Sanditon” nivîsandibû, ku ji ber nexweşîyê nikaribû xebata xwe biqedîne.

Ew mala Jane Austenê ya berîya mirinê, wê heyşt salên xwe tê da derbas kir, îro wek muzeyê tê bikaranîn. Mal li bajarê Hampshire ye û xwedîyê malê jî birayê wê bû. Belê di wê malê da şeş pirtûk hatin qedandin û “Sanditon” jî nîvcomayî, neqedandî ma.

Werger ji: Love and Satire: Who Was Jane Austen? | Engoo Daily News

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev