Serok Barzanî û Wezîra Derve ya Swed çend pirsên girîng gotûbêj kirin

Serok Barzanî û Wezîra Derve ya Swed çend pirsên girîng gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 23ê Mijdara 2021ê pêşwazî Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê, hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, gefên terorê, hizra tundûtûjiyê, girîngîpêdana bi kultura demokrasî û mafên mirovan hatin guftûgokirin.

Her di vê civînê de, her du alî ji bilî amajepêdana bi dostaniya gelê Kurdistanê û Swêdê, hebûna hejmareke mezin ji welatiyên Kurd û revenda Kurdî li Swêdê, wek pireyeke bihêz ji bo firehkirina pêwendî û dostaniya di navbera her du gelan de zanîn.

Di dirêjahiya civînê de, pêzanîna Wezîra Derve ya Swêdê ji bo xweragî û qurbanîdana gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge di şikandina teroristên DAIŞê hebû û hewlên Herêma Kurdistanê yên ji bo parastina pêkhateyan, pêkvejiyan û bihêzkirina rola jinan di jiyana giştî de, bilind nirxand.

Her di wê civînê de, Serok Barzanî spasiya welatê Swêdê kir ku di rojên teng de her dem piştevana gelê Kurdistanê bû û helwesta wê ya mirovdostane ji xebata gelê Kurdistanê re hebû.

Herwiha spasiya hikûmeta Swêdê kir ku di şerê li dijî teroristên DAIŞê de, piştevaniya hêzên Pêşmerge kir û daxwaz kir jî, dostanî û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Swêdê zêdetir bêne berfirehkirin.

 

”Swêd girîngiyê dide Herêma Kurdistanê”

 

Hewlêr (K24) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Swêdê Şoriş Qadir Rehîm ragihand; hikûmeta Swêdê girîngiyê dide Herêma Kurdistanê û herwiha eşkere kir ku rewenda Kurdî li Swêdê bihêz e û di avakirina siberoja Swêdê de beşdar e.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde piştî serdana xwe ya Bexdayê, vê êvarê gihîşte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Swêdê Şoriş Qadir Rehîm ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku di vê serdana Wezîra Derve ya Swêdê de behsa kêşeyên Herêma Kurdistanê û Iraqê têne kirin û hevdîtin û civîn dê ligel pêkhateyên Herêma Kurdistanê werin kirin.

Şoriş Qadir Rehîm herwiha diyar kir ku Swêd girîngiyê dide Herêma Kurdistanê û got: “Mijara koçberan mijareke aloz e, Swêd di wê baweriyê de ye ku divê Herêma Kurdistanê alîkariya koçberan bike.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *