MENDO Û GULO

MENDO Û GULO

Abdurrahman Benek

Heta bîst salîya xwe, wî jî nizanibû ku navê wî Memdûh e. Mendo virda Mendo wêda, her kesekî ji wî re digot Mendo. Mendo ji gundê Zêrga bû. Gundê wan di newalekê de, qasî sê sed gav li ber Çemê Çewlik’ê bû. Zerga gundekî Gimgim’a Mûş’ê bû. Wî, ji ber belayekê Mûş li pey xwe hîştibû û heta Riha’yê çûbû. Ew cihê nû û xerîb, ji xwe û hevjîna xwe re wek stare dîtibû, lê rastî belayeka din hatibû.

 

Li sûka Riha’yê du cenderme Mendo digirin, çend cara navê wî dipirsin, ew her dibêje “ez Mendo me.” Nasnama wî mêze dikin û dibînin ku nav Memdûh e. Cenderme bi hêrs dibin û jêra dibêjin, “Navê te Memdûh e, tu çima dibêjî navê min Mendo ye?” Û destê Mendo kelemçe dikin û bi xwe re dibin. Li gor wan Mendo qaçax bû, qaçaxê leşkerîyê bû.

 

Mendo’yê reben, ne xwendina wî hebû, ne jî tirkî dizanibû. Li qereqolê çiqas ber xwe dide jî fayde nake. Wî bernadin. Wî, bona leşkerîyê digirin. Rewş der hukumê wî ye. Xeynî çûyîna leşkerîyê li ber Mendo tu rê namîne. Êdî ne bi îrada xwe ye. Kuda bişînin ew mecbûr e here wira. Li ber wî çar sal, “xizmeta mecbûrî” leşkerî heye.

 

Şerê ku du dewletan, Ûris û Dewleta Osmanî bi hev re dikir, bela xwe bi gellek malbata gerandibû. Bi hezaran malbat, li welatê xwe bûbûn muhacir. Artêşa Ûris, wek cinawirekî deh dev, ber bi bajar, qeza û gunda ve diçû. Li bajarên Serhed’ê; Agirî, Wan, Îdir, Qers û Mûş’ê, malbata cih û warên xwe berdidan û direviyan. Tenê di destê wan de canekî wan mabû, ew jî li ser rêyên dûr û bi rêwîtîya dijwar heba dibûn.

 

Mendo û hevjîna wî jî, ji gundekî Gimgim’a Mûş’ê berê xwe dabûn Xarpêt, Meletî, Semsûr û heta Riha’yê çûbûn. Ev cara pêşîyê bû ku Mendo derketibû derveyî gundê xwe.

 

Mendo salekê berî muhacirîya xwe, bi gundîyeka xwe re zewicî bû. Navê hevjîna wî Gulindan bû, lê li ser zimanê herkesî ew Gulo bû. Xwedê zarok hîn nekiribû qismetê Mendo û Gulo.

 

Bi gellek zor û zehmetî, pirranî bi zikê birçî, wana heta ber Çemê Ferat çûbûn. Li kêleka Ferat de xerabeyek dîtin û biryara xwe dan ku li wira û ji nû ve ji xwe re jîyanekê ava bikin. Rehet bûn, çimkî xetereya Ûris li ser wan, li wê derê tunebû. Qisaweta mirinê ji ser wan rabûbû, lê vêga qisaweta bicihbûn û xwexwadîkirinê hebû.

 

Gulo got, “Mendo, qet nebe here nav bajêr, ji me re qalibek sabûn bikire em serê xwe û kincên xwe bişon. Êdî kêç ketine me.”

 

Mendo bêîtiraz dikeve rêya bajêr. Li bajêr rasta cenderma tê û tê girtin. Birina Mendo ne tiştek bû, lê Gulo li xerebe benda wî bû. Rebenê wê çi bikira, çi bixwara, ji kuderê ve biçûya? Ya ku Mendo bêteqet dihîşt, ev pirsên di hişê wî de bûn.

 

Gulo bi rojan, li ber Ferêt, di wî xerabeyî de li benda Mendo dimîne. Ji Mendo deng dernakeve. Li wê derdorê, ji her gund û gundîya dipirse, “Mendo hate cem we, haja we ji Mendo heye? Zilamê min yekî bejn drêj bû. Rî berdabûn. Hîn bîst salî bû. Li ser enîya wî deqek hebû. Şelwer û êlegê reş lê bû. Porkinik bû, Mendo ma rasta we nehat?”

 

Meh derbas dibe, kesek nabêje min Mendo dîtiye an bihîstiye. Mendo li leşkerîyê çar salên xwe temam dike û terhîs dibe. Rasterast berê xwe dide xerabeya Gulo lê hîştibû. Li wir hevjîna xwe nabîne. Bi mehan ew jî, wek ku Gulo Mendo pirsî, Mendo jî Gulo dipirse. Ji teyr û tûyan, ji kevir û zinaran, nema bipirse ji canik û camêran. Nabîne. Ne dîtina Gulo ne jî bihîstina wê. Weke ku erd qelişî û Gulo kete qelîşê.

 

Mendo, bi alîkarîya hevakekî xwe, yê ku li leşkerîyê nas kir, li bajarê Riha’yê bicih dibe. Ji xwe re karekî dibîne û dixebite. Her sal bi hêvî nemayîna ji Gulo, kula dilê wî jî êdî qeşil digire. Lê tu car ji bîr nake. Ji bîr neke jî jîyan dewam dike. Dizewice. Sal wek çemê Çewlik û Ferat diherike. Dibe bavê du kur û çar keça. Navê Gulo dide keçeke xwe.

 

Mendo piştî şanzdeh salan, ew û çend hevalên wî, biryarê digrin ku biçin Kabe’yê, heca xwe bikin. Roj tê disekine, tevlî karwanekê dadikevine Sûriyê. Li ser rêya hecê, ji ber gundekî re derbas dibin. Heval ji Mendo dixwazin ku ew biçe nav gund, ji wan re avê bîne. Mendo diçe nav gund. Li derîyekî dixe, kes derî venake. Diçe ber derîyê maleka din. Li ber derî keçikeka sê salî bi herîyê dilîze. Derîyê malê jî nîv vekirî ye. Hîn bala Mendo li ser keçikê ye ku ji hundirê malê jinek derdikeve. Jinikeka di salê wî de. Ew jî jinik jî di cihê xwe de zîq disekinin. Her du jî bi çavên xwe bawer nakin. Mendo’yê ku Gulo’ya xwe, êdî di xewnên xwe de nedidî, çend gava dûrê li ber çavê wî bû. Jinik Gulo bû. Ku çawa çavên wan bi hev dikeve, her du jî di şûna xwe de dicemidin. Ne Mendo ne jî Gulo, gotinek be jî ji devê wan dernakeve. Mendo serê xwe dike ber xwe, pişta xwe di Gulo de dike û ber bi hevalê xwe me dimeşe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *