Serhêhatîyên Alîsê li Ecêbistanê

Serhêhatîyên Alîsê li Ecêbistanê

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

“Alice (Alîs) li Ecêbistanê” romanek e, ku di sala 1865an de ji alîyê Charles Lutwidge Dodgson va, bi nasnavê Lewis Carroll hatîye çap kirin. Keçikeke piçûk dikeve kuna kivrîşkekê û pirtûk serpêhatîyên keçikê ên bi cur bi cur mexlûqên ecêb ra pêşkeşî xwendevanên xwe dike.

Di destpêkê de, pirtûk bi navûdeng nebû û bi gelemperî rexneyên neçê li ser dihatin kirin. Di dawiya sedsala 19an da, rewş guherî, her çû qîmet û bihayê wê zêde bû û wek çîrokek ji çîrokên herî hêja yên hemû dewr û dewranan hate binav kirin.

Di Tîrmeha 1862an da, Charles Dodgson bi hevalekî xwe û sê qîzên Henry Liddell, profesorê Zanîngeha Oxfordê, li bajarê Oxfordê li ser qayîkekê bûn. Di dema rêwîtiyê da, Dodgson ji zarokan ra çîrokek got. Çîrok di derbarî keçikeke bi nave Alîs da bû. Alîs keçikeka ciwan a hinekî ji jîyanê bêzar, ku hewl dide xwe ji monotonîya rojane xilas bike.

Zarokan gelek ji çîrokê hez kiribûn û yek ji keçikan, Alice Liddell, ji Dodgson xwest ku çîrokê jê ra binivîse. Du sal şûnda, Dodgson destenivîsa “Serpêhatîyên Alîsê li Ecêbistanê” pêşkeşî Alîsê kir û li ser pera yekem “Ji keçikeke delal ra dîyarîyeke Krîsmisê a ji rojeke havînê”.

Sal buhurîn û pirtûk jî her çû popular bû, gelek çaran hate çapkirin. Pirtûk bo ekranên mezin, sehneyê û bi dengî hate amadekirin û şeş cara jî di qadan pirtûkên ecêb da hate weşandin.

Karaktera Alîsê ya dû lêgerîneke xeyalî, ji fîlm û edebîyata cîhanê ra û herweha karakterên nû ra bû jêdera îlhamê.

Werger ji: Introduction to Alice’s Adventures in Wonderland | Engoo

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev