ÇÎROKA PÎROZIYA AVÊ

ÇÎROKA PÎROZIYA AVÊ

Gelo, AV ÇI YE û ÇIMA PÎROZ E?

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Li gor agahdariyên Melayên Bateyî di Mewlûda Kurmancî de ku gotiye, dema Xwedayê mezin çengek ji nûra xwe girtiye û awir danê, ew nûr keliyaye, kef û dûxan jê hilbûne û her ku çûye werpixiye… Piştre kef bûye erd, dûman bûye asîman û tilpa wê jî bûye derya. Îro jî ev parzemîna me, ji sisiyan dido derya ye.

Lê ji deryayê zêdetir hin welatên ku çiyayên wî zêde hene, ji binê hemû lat û zinarên wî kanî diherikin. Xasma jî çiyayên Kurdistanê, bi taybetî ew herêma Botan, ya Behdînan û hinek ji Rojhilatê welêt ku gehane hev, wek navendeke mezin di Qurana pîroz de jî navê xwe misoger kirine, tê de cih girtine û bi navê Baxçeyê ÎREMê hatiye binavkirin, piştre Xwedayê mezin behişta xwe jî pê daye şûfandin.

Kurd ji avê re dibêjin PÎROZ.

Ji ber ku av ji pîroziyê zêdetir gelekî xweş û şên û şan û rewa ye; jînê dide jiyanê û geşemendiya her tiştî kame dike.

Av erd û kad e, asîman û elp xwedawend e. Ji ber hindê ji avê re tê gotin BEHRZADE. Ji ber ku navê BEHRê, ji PARê hatiye wergirtin jê re hem behr, hem derya û hem jî zerya hatiye gotin.

Av xwedawendê her tiştî ye. Lewra bê avê, çu tişt nayê jiyandin. Ji ber hindê ye ku Kurd dibêjin: AV XWEDAWENDê her tiştî ye, hem jî gelek pîroz e, pir şanaz e, zehf xweşjiyan e, bêqedar geşbîn e, wisan jî dilhebîn e, perwernişîn e, xwezadîn e û hemû tewrên jiyanê di nava xwe de dihêwirîne…

Asîmanê bala wek ENEHÎTAyê, xwe kiriye lawê avê. Ji ber hindê av maka hemû tiştî ye. Bêguman her tişt pêşî mejiyê xwe bi avê xistiye tevgera jiyanê û dilibite, berepêş diçe û geş û şên dibe.

Lê hin caran AV xwe dike sazkar û suxreya xwezayê jî dike. Hin caran jî av, cewrkarî û zaltiya xwe nişanê dijberên xwe dide.

Dema avê dest bi gelş û guhertinan kiriye, bapîrê me Pêxemberê Nû jî, xwestiye ku hin cûnên candaran rizgar bike û ew kom kirine, birine li geştiya xwe siwar kirine, li ser ruyê avê gerandine; di navbera Çiyayê Agirî û Cûdî de dest bi geşt û guzariyan kiriye. Ta ku li ser Çiyayê Cûdî, cihê xwe dîtiye û li bendera wê balabilindiyê keştiya xwe girêdaye. Piştre gundek bi navê HEŞTIYAN avakiriye û dûre jî ŞARÊ NÛ (Şirnex) kiriye hewirgeh ji bo zar û zêçên xwe, her kû çûye avadanî çêkirine.

Li çiyayên Kurdistanê gelek kaniyên pîroz hene ku niha jî bi navê AVA SIPÎ, KANIYA SIPÎ, KANIYA JIYANÊ, KANÎŞÊRÎNÊ û Kaniya Rexşê bi gelek navên din jî hatine navdarkirin. Jixwe AVA JIYANê ku Xocê Xizir û Ilyaz Pêxemberî bi çengan jê vexwarine, hêjî mezeya wê avê di devê zerî û periyên Kurdistanê de didome. Ji ber hindê ye ku Ezdayê dilovan periyên behişta xwe jî, li ber siya wan zeriyan Warê Rojê daye çêkirin.

Yek ji pîroziyên avê jî ev e ku jê re Kurd dibêjin AVA ŞÎN. Ji ber hindê Kurdên resen wek rêzmendiya ji bo avê kincên şîn li xwe nakin, lewra bawer dikin ku ew av lawê Xwedawendê heyînê ye.

Bêguman AV SERMEDÎ YE, jê re ne destpêk û ne jî dawî heye.

Lê mixabin di van çend sedsalên dawîn de hin kesên ne xwediyê vê serweta Rojhilata Navîn ku wek penaber hatibûn vî warê pîroz, navê gelek kanî û çend golan guhertine û bi peyvên ku ew pê dipeyivin bi nav kirine. Wek Ava navê KANIYA REXŞÊ kirine Re´s-ul Eynê.

Baweriyeke din jî ya herî xurt ev e ku gelek pêxember, qiral, paşa û siltan newêribûne ku têkevin nava avê. Lê Zerdeştê Kal bi bizaveke xurt a kurdewarî ketiye nava avê û dema ku hêj di nava wê de bûye, Ezdayê bêhempa bi riya Cebraîlê xwe pêxembertî jê re hinartiye.

Ji wê demê heta niha, bo Kurdan bûye wek tore, her kes û li her deverê dikeve nava avê û xwe tê de niqo dike. Lê eger yekî xwe niqo neke û serê xwe nexe binê avê, ji devera ku av daye laşê wî û hevraztir pirrça ku şîn bibe, jê re ”Pirça Heram” dibêjin.

Ji ber van baweriyên toreyî, hemû şêniyên Kurdan li ber keviya avan hatine avakirin. Yan li ber çemekî, yan li ber kanîyekê, yan li ber çayekê, yan li ber golekê yan jî li ber deryayekê ava bûne.

Gelek Kurdên salxur sibe zû derdikevin derva û li keviya avekê radiwestin û EY AV Û AV dibêjin…

Bi hêviya lêkolîneke berfireh li ser pîroziya avê, her şad û şadan bin… 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev