Berhemên kurdzanên me – 259

Berhemên kurdzanên me – 259

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA”. Em wêya dikin çend beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa nehan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA -9

PK Iraqê û PK Tirkiyê de’w kir ku di destê xwe da terka dakutanê bikin û eskerên Tirkan ji navçeyên rex sînor derxin. Ew ber bi mexlûqetiya cihanê ya pêşverû bûn, usa jî bangî wan hemû kesên ku bo wan aşîtiya cihanê tiştekî bi qîmet e kir ku piştgiriya komunîstan, hêzên her du welatan ên pêşverûdêmokratîk ku dijî qayde-qanûnên diktatoriyê derketine bikin, bona pêkanîna dêmokrasiyê.

 

6. Karkirina partiyên Kurdan a siyasî. Daxwaziya wan ku bibin yek û şerkarî bona mafên xwe yên gelî bikin 

Di şertên têrora hov da, gelek niştimanperwerên kurd mecbûr bûn terka welatê xwe bikin, herin welatên cîran (Sûriye, Lubnen), usa jî welatên Ewropayê (Almanya Fêdêral, Swêd, Berlîna Roava û ciyên mayîn), ku tê da wan wek berê gelek kovar û rojname di derheqa rewşa li Kurdistanê, siyaseta hukûmetên welatên Rohilata Nêzîk û Navîn di pirsa Kurdan da ronahî dikin derdixin.

 

Dîwana eskerî ku bi mecbûrî derketina Kurdan bi kar anî, bi sedan mirovên bi bîr û baweriyên pêşverû, rewşenbîran, karmendên siyasî ji bajarvaniya Tirkiyê da derxistin û xwest ku bi wê yekê va ji wan xelas bibe.

 

Wergerandina dewletê ya bi destê hukmê eskerî ya sala 1980 ji aliyê hêzên Tirkiyê yên pêşverû, herweha ji aliyê partiyên Kurdan ên siyasî, berk hate rexne kirin û gunehkar kirin. Di îlona 1980 da, Komita Navendî ya PK Tirkiyê banga ber bi karkeran da weşandin û bi wê usa jî ber bi gundiyan, hemû welatparêzên welêt çû. Wê bangî Partiya Tirkiyê ya Karkeran, Partiya Sosyalîst a Tirkiyê, Partiya Tirkiyê ya Gel-Komarî, Partiya Halxweşiya millî, usa jî dêmokratên kurd kir ku hemû nerazîbûnên xwe deynin alîkî û millê xwe bidin millên hev û dijî cunta terefdara Amerîkayê derkevin (198, 1980, No 17, r. 3-4).

 

Bi dizî, Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiyê banga “ber bi bineciyên Kurdistanê” da weşandin û tê da dêmê rejîma eskerî bi temamî da vekirin û ew wek a dijî gel, profaşîzmê hesab kir. Wê bang dikir hemû hêzên Tirkiyê yên dêmokratîk û pêşverû ku bibin yek di şerkariya xwe bona wergerandina cuntayê û testîqkirina dîwana gel a dêmokratîk (binihêre 65).

 

Di 22 îlon 1980 da, Komiteya Navendî ya Partiya Karkerên Kurdistanê du bang da weşandin : “Ber bi gelên Tirkiye û Kurdistanê”, “Ber bi hemû welat-parêzên şoreşger û karkaran !”. Di nava vain belgeyan da serokatiya partiyê hukmê eskerî gunehkar kir û bangî hemû hêzên welatparêz û dêmokrat kir ku bibin yek bona ku cuntayê ji ser tex t bavêjin (binihêre 66). Rêxistinên Kurdan ên mayîn jî bi agahdariyên vî awayî pêş da hatin.

 

Komîteya Navendî ya Partiya Sosyalîst ya Kurdistana Tirkiyê ji adara 1982 da dest pê kir kovara mehane “Riya azadî” bide weşandin û tê da bîr-baweriyên partiyê di derheqa pirsên hundirî û navneteweyî û peydakirina mafên Kurdan ên gelî da dihatin ronî kirin. Di nava nivîsarên xwe da, PSKT siyaseta DYA ya agressîf di hindava gelên Asya, Afrîka û Amerîka Latînî da rusa’ dikir, bona piştgiriya şerkariya bona aşîtî û çekdanînê ku bi serokatiya Yekîtiya Sovyêtî pêş da diçû dibû, dakutana Israîl a hov li Lubnanê rexne kir, dijî desîseyên empêryalîzmê yên li Rohilata Nêzîk û Navîn derket, di derheqa piştgiriya xwe ya bi gelê Filistîn ra îlan kir û ji bo terka şerrê Îran-Iraqê û otonomiya Kurdan pêş da hat.

 

PSKT bangî hemû rêxistinên Tirkiye û Kurdistana Tirkiyê yên şoreşgerî û dêmokrasiyê dikir, bangî hemû welatparêzan û mirovên pêşverû dikir ku her tiş tî bikin bona sazkirina pêşeniya millî-dêmokrasiyê li Kurdistanê, lê usa jî pêşeniya dêmokrasiyê dijî empêryalîzmê di goveka Tirkiye û Kurdistana Tirkiyê da saz bikin (221, 1982, No 4, r. l – s ) .

 

Di tîrmeha 1981 da, kongreya Partiya Karkerên Kurdistanê ya yekemîn hate derbas kirin. Kongrê teşkîla Komîteya Merkezî ya nuh a Partiyê bijart. Wê belgeya siyasî ku Komîteya Navendî ya partiyê amade kiribû eciband. Kongrê çend derecên karkirina PKK henik rexne kirin, lê bi tomerî riya partiyê ya ra s t hesab kir. Ji bo nimûnê, tevgelên kongrê xuya da ku hinek mecalên ku li ciyan hatine qebûl kirin û di wan ciyan da hêza partiyê xurt ne bû ziyan da kar, gihand wê yekê ku gelek endamên partiyê ji destê wan çûne. Kongrê biryar qebûl kir ku giraniya şerkariyê nemaze ji bajêr cîguhastî gundan bikin.

 

Ew bona sazkirina “pêşeniya dijî faşîzmê ya fireh” li Tirkiyê, bona testîqkirina pevgirêdanên x u rttir û kîp bi rêxistinên Kurdan li perçeyên Kurdistanê yên mayîn hat.

 

Kongrê “siyaseta sosyalîzmê” ya bi serokatiya Yekîtiya Sovyêtî ittifaqdara xwe hesab kir, herw’eha heja karkeran li welatên kapîtalîst ên pêşketî û tevgera millî-azadariyê hevalbenda xwe hesiband. Tevî vê yekê, wê giringiya yekîtiya di navbera gelên Kurdistan û Filistînê da di şerkariya wan a bona azadiyê, dijî empêryalîzm, sîyonîzm û rêaksyona hundirî da nîşan da (226, 1982, No 1, r. 18).

 

Ji meha çiriya paşîn 1982 da, PKKê dest pê kir li Berlîna Roava kovara xwe ya mehane “Serxwebûn” bide weşandin. Wek ku di pêşnivîsara hejmara wê ya pêşîn da dihate gotin, kovarê dicedand ku rewş û tevgera bona serxwebûna Kurdistanê ronahî bike, siyaseta kolonyalîzma Tirkiyê, piştgirên wê yên empêryalîst, planên empêryalîzmê di hindava gelên Kurdistanê da bedlome bike, hogiriya bi hêzên cihanê yên şoreşger ra bide xurt kirin, sosyalşovînîzm û nasyonalîzma rêformîst a cî bide izole kirin, temamiya hêza xwe bike yek bona sazkirina yekîtiyê, şerrekî bê hempa bikin dijî cunta eskerî, hem li Kurdistanê, hem jî li Tirkiyê, şerkariya herdemî bikin boy navê armanca xwe û pêkanîna daxwaziyên partiyê (226, 1982, No 1, r. 19).

 

Di oktobra 1981 da, kongreya pêşîn a Azakerên Milletê Kurdistanê (KUK) a ku wek hemcivîn bû hate derbas kirin. Kongrê biryar kir ku navê Partiya Dêmokratîk a Kurdistana Tirkiyê ji ser xwe rake, KUK wek heja ne lêgal ku ketiye nava merhela sazkirina Partiya Marksîst-Lênînîst a prolêtarya Kurdistanê hesiband. Wê KUK wek zurreta (peyhatî) PDKT a tek-tenê hesab kir û îlan kir ku ewê dijî kesên ku bi wî navî pêş da bên derkeve.

 

Kongrê rewşa navneteweyî enene kir, hal û demên rewşa siyasî li Tirkiyê tehlîl kirin, guhdariya mezin danî ser wê rewşê li her çar perçeyên Kurdistanê û di navçeyê da, vegeriya ser pirsa şoreşa millî-dêmokratîk li Kurdistanê, qîmetê xwe da karkirina KUK a berê, kêmasiyên wê derxistin holê, pirsên organîzekirinê enene kirin, pirsdanînên xwe yên şerkariya bona paşerojê nîşan dan (46, r. 1).

 

Xudanên biryara qebûlkirî li ser wê baweriyê bûn ku şoreşa gel a millî-dêmokrasiyê li Kurdistanê nikare tenê bi serokatiya çîna karkerem a idêolojîk, siyasî û teşkîldariyê bi ser keve, ji ber ku burjuwaziyê şoreşgeriya xwe hunda kiriye. Rast e, hinek nûnerên burjuwaziyê bi bîr û baweriya xwe, dikaribû bona kara xwe tevî tevgera millî bibûna (46, r. 21).

 

Kongreya KUKê ya yekemîn dijî pevçûyînên siyasî yên di navbera hejên şoreşvaniyê yên welatparêz ên perçeyên Kurdistanê yên cihê-cihê da derket, ji ber ku pevçûyînên bi wî awayî ziyanê digihîne gelê kurd, şoreşa wî û hêzên cihanê yên şoreşgeriyê, nijadparêzan bi hêz dike, hêz dide rêaksyon û empêryalîzmê, usa jî rêaksyonên mayîn ên di navçeyê û cihanê gişkî da (46, r. 30).

 

Wek ku di biryara kongrê da dihat gotin, hej-tevgera KUK ewê kemaleke xusûsî bide welatên sosyalîst ên bi serokatiya Yekîtiya Sovyêtî ku hevalbend-hogira gelên Kurdistanê ya herî entêmasyonal û gelên cihanê yên bindest ên mayîn hesab dibe (46, r. 25).

 

Rêxistina KUK di îlona 1981 da dest pê kir li Swêdê kovara “Qêrîn” derxîne, lê xwediyê kovarê yê şeklî KOÇ-KAK ku Rêxistina Çandî ya Karkerên Kurdistanê li Swêdê hesab dibû bû (204, 1982, No 4-5, r. 2). Lê ji ruyê nerazîbÛnên di navbera serokatiya KUKê da, ji payîza sala 1982 da kovar nema derket.

 

Di salên 80 da, ew daxwaziya partiyên Kurdan ên siyasî ku karkirina xwe koordine bikin, bicivînin ser hev, çiqas diçû xu rttir dibû. Ew xwezma dÛ hukmê eskerî li Tirkiyê bêtir aktîf bû, gava ji ruyê hişkbûna pelixandinê li Kurdistana Tirkiyê gelek serokên partiyên Kurdan ên siyasî mecbûr bûn ku derkevin welatên derve. Ewha, di çiriya paşîn 1982 da, sê partiyên Kurdan ên siyasî (Ala Rizgarî, KUK, Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiyê) agahdariya tevayî di derheqa ji aliyê wan da qebûlkirina biryara berk a yekîtiya di hêla karê tevayî da, di goveka Kurdistana Tirkiyê da, da weşandin.

 

Ew îlan bangî hemû hêzên şoreşgerî-dêmokratîk dikir ku di nava pêşeniya fireh da, ku divê pêş da bihata bona bernama dijî faşîzmê û dijî empêryalîzmê, bona mafê gelê kurd yê xweqerarkirinê, bibin yek (196, 1982, No 39, r. 12).

 

Ev îlana her sê partiyên Kurdan gaveke giring bû li ser riya sazkirina hêzên millî li Kurdistana Tirkiyê. Di adara wê salê da, ew her sê partî, girêdayî cejna Newrozê , ber bi gelên Tirkiyê bangek weşand û tê da dihat xuya kirin ku hêzên Tirkiye û Kurdistanê yên sosyalîst û dêmokratîk şerkariyê dijî desîseyên empêryalîzmê, DYA, burjuwaziya Tirkiyê ya monopoliyê dikin. Wan bang dikir ku refên xwe bi hêz bikin, pêşeniya şerkariya fireh saz bikin û usa jî bawer bin ku gelê kurd ewê ji sedî sed serbixwe be û ciyê xwe di nava refên gelên cihanê yên azad da bigre (223, 1982, No 34-35, r. 5).

 

Ne tenê partiyên Kurdan ên siyasî ketibûn nava şerkariya bona naskirina mafên gelî, dijî têrora li Kurdistanê, lê usa jî rêxistinên genc û jinan ên kurd ku li welatên derve diman. Di sibata 1982 da, çar rêxistinên Kurdan ku li Ewropa Roava kar dikir – KOMKAR, AKSA, Komîta Damezrandina Jinên Kurdistanê (Kürdistanli kadinlar örgütleme komitesi) û Komîteya Parastina Mafên Gelê Kurd ên Millî- Dêmokratîk li Tirkiyê (TUrkiyedeki KUrt Halkimn Ulusal Demokratik Haklarinm Savunma Komitesi) – belgeke tevayî amade kir û ew şand wezaretên karên dervayî yên Fransa, Yûnanistan, Swêd, Norvêc, Danîmark, Fînlanda, Hollanda û Beljîka. Di wê belgê da wan rêxistinan qala pirsên Kurdistanê dikir, di derheqa zêrandina Kurdan ji aliyê rejîma Tirkiyê ya eskerî da, êşkencekirin û dardakirinên welatparêzên kurd digotin û di derheqa peymanên navneteweyî da dianî bîra hemuyan ku ew peyman ji aliyê Tirkiyê tên pêpes kirin û hêvî ji hukûmetên wan welatan kir ku piştgiriya Kurdan bikin, lê usa jî pirsa Kurdan di civînên navneteweyî da bilind bikin (196, 1982, No 39, r. 9).

 

Giring e ku em nîşan bidin ku bi peydakirina riyên bona nêzîkîhevkirina tebiyên partiyên cihê-cihê di nava Kurdan da, usa jî karekî mezin dihat kirin bona yekkirin û xurtkirina ittifaqdariyê di navbera welatparêzên tirk û kurd da, di navbera rêxistinên Tirkan û Kurdan ên çep da, yên ku dest pê kiribû li welatên derve bi tevayî dijî têror û zordestiyê li Tirkiyê meşîn çêkin û ew yek protêsto bikin.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev