Ji nimûneyên zargotina me – 259

Ji nimûneyên zargotina me – 259

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûpêncînehan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Emê çend heftê dû hev beşa wê a bi sernavê ”Serpêhatîyên milet” raberî we bikin. Em îro beşa wê a heftan çap dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Serpêhatîyên milet – 7

 

Padşa jin -3

 

Perînaz xanim roj bi roj giran dibû, wedê razana wê nêzîk bû, sura wê veşartî bû. Wexteke şevê bû, nêzîkî berbanga sibê, keçikê çok da erdê, kurek anî. Carîya wê ew tifal kire nava hevirmiş û pêça.

Perînaz xanim go: -Surdara mine delal, em îcar çawa bikin?

Carîyê go: -Xanim, serê min di oxira tedaye, ezê hildim, bivim, ji şeher dûrxim, daynim ber kevirekî, vegerim bêm.

Carîyê ew tifal bir, ji şeher derxist, danî ser riya pirê, riya çûyîn-hatinê, kêleka gundekî nêzîkî şeher, paşê zivirî hat cem xanima xwe, qet… yan bûye, yan ne bûye. Pezêd wî gundî tevhev bûn, pîrek kêleka gund dima, tek bizineke wê hebû. Herro bizina wê dihat, lê dotî bû. Pîrê herro şivanra dikir şer, digot: -Şivan, qet Xwedê te tune, ezim û bizineke mine, tu şîrê wê jî didoşî, nahêlî ez pê wî şîrî loqe nan bixum.

Şivan aç û etab dixwer û digot:

-Ez bizina te nadoşim, gumana min nagihîje wê yekê.

Hey rokê, hey du, hey sisîya, rojekê jî şivan fikirî, go:

-Pîrê herro qirka min digre, hela ez binhêrim kî bizina wê didoşe.

Rojekê jî nihêrî bizina pîrê kire mike-mik, nav pêz derket, çû. Şivan da dû bizinê, çû ket nav kevirê kêleka pirê, zarek nav kevirada bû, bizinê guhanê xwe kire devê tifalê, zarokê mêt. Tu nebê wexta carîya Perînazê zarok danîbû ser rê, wî çaxî ew bizin li pêşîya pêz diçû, pê devê xwe pêçeka tifalê girtibû û biribû nav kevira. Îcar em bên ser şivan û bizinê. Şivan gihîştê, ew zarok bi pêçekêva hilda, lê nihêrî kure.

Şivan pezêd xwe anî nav gund bela kir, gede bir mala pîrê, go: -Dayka pîr, te hergav qirka min digirt, digot: “Tu bizina min didoşî”. Ewê bizina te didot, eva tifala han bû.

Pîrê tifal ji şivan sitend û xwey kir, çimkî ewled-tewledê wê tunebûn.

Şivan jî bê ewled-tewled bû, ew çû mala xwe, jina wî jê pirsî, go: -Qe dewa te û pîrê çawa bû, tu çima îro derengî ketî?

Şivan go: -Evda Xwedê, ez direvim-narevim ji xetayê xilaz nabim. Te dît herro şer û dewa min û pîrê bû. Zanî ku bizina pîrê dihate dotinê? Îro ez nava pêzda bûm, min dît bizina pîrê ji nav pêz qetîya, derket-çû. Min da dû bizinê, min nihêrî bizin çû kêleka pirê, nav kevira, guhanê xwe kir devê tifalekê, tifal mêt. Ez çûm, min tifal hilda, nihêrî kure. Min hilda anî hat da pîrê, pêsîra xwe ji pîrê xilaz kir.

Qîrîn ji jina şivan hat, go: -Xwedê mala te xirab kiro, ewledêd te tunebûn, te çira da pîrikê, teyê banîya, meyê ji xwera bikira kur. Meyê pêsîra xwe hilkişanda.

Hema şivan go: -Jinik, ew zarok di hevirmişêda pêça bûn, ew ne zara merivne xam bû.

Gava ewî eva gilîya got, jinik çû mala pîrê, go: -Ka kurê min bide.

Pîrê got: -Canim, kur kurê mine.

Jina şivan got: -Te heftê sal emir kirîye, tu pîreke herifîyî, mêrê te tune, kesî te tune, mêrê min ew kur li erdê dîtîye, kanê kurê min bide min.

Evana hev birin-anîn, axirîyê bi hevra şer kirin. Jina şivan dadayê, pêçeka gede hilda û dêrîva derket. Pîrê kir û ne kir, pê nikaribû. Ewe cahil bû, pîrê hemîn herifî bû. Nava gund bû qerebalixa pîrê, gundîya gotin canim, pîrê jineke kere-lale, eva çi hewale, pîra belengaz çima digirî.

Pîrê ji yekîra got: -Birao, bidî xatirê Xwedê, jina şivan hat, zore-zor kurê min ji min sitend.

Cînar ne ew bû bikenîyana, ne ew bû bigirîyana. Jinekê go: -Te heftê sal emir kirîye, kurê hayî çûk ji tera ku hatîye? Heta niha dengê kurê te tunebû.

Pîrê go: -Çira qe hûn gundî pê nehesîyane, ku herro şerê min û şivan bû, lê we qet nedigo ewana çira aha şer dikin?

Pîrê yek bi yek ji wanra şirovekir û go: -Ez çawa bikim.

Merivekî wêderê hilda û go: -Pîrê, tu neheqî dikî şer. Mîr û hakim hene, here cem wana, şikyatê xwe bike, wê kurê te ji jinikê bistînin û bidine te.

Pîrê rabû çû cem mîrê şeher û şikyatê xwe kir. Mîr gazî şivan kir, îstnadaqî jê hilda, şivan go: -Raste, xebera pîrêye, min eva kurika rex pirê, nav kevirada dît û da pîrê, wekî ji xwera xweyke.

Jina şivan go: -Na, eva kurê mine, mêrê min li erdê dîtîye, bira heqê şîrê xwe bistîne.

Yek ji pîrê, yek ji jinikê, wana ber mîr qirka hev girtin, şuxulê wan çû ber destê qazî. Qazî go: -Pîrê, tu heqê şîrê xwe bistîne; şivanra go: -Tu jî heqê dîtina xwe bistîne.

Eva gedê han anîn hatin teslîmî dîwanê kirin. Perînaz xanimê eva gilîyê hana bihîst, gazî carîya xweye surdar kir, jê pirsî, go: -Qîzê, rast bêje, te ew zaro çawa kir?

Go: -Min zaro bir avît rex pirê, wana ew zaro dîtine, anîne, xuyaye şivan ew dîtîye û birîye daye pîr. Niha şerê şivan, pîrê û jina şivan ser zarokêye, teslîmî qazî kirine, çawa dixwêne ew zara teye.

Ewê gava gilîyê xwe kuta kir, Perînaz xatûn di xweda şewitî, cegera wê bû. Kaxez nivîsî ji diya xwera, da carîyê, go: -Bibe bide destê diya min.

Carîyê kaxez bir da ser çonga dê. Dê xwend, nihêrî ku qîzê têda nivîsîye, ku ew zara qazî ji pîrê û şivan sitendîye, teslîmî min bikin, ezê ji xwera xweykim, heta mezin dibe.

Dê go: -Min gelek cefa daye Perînazê, ew çi ku dibêje, bira bi gotina wêbe.

Dê kaxezek nivîsî ser navê qazî, wekî gede bispêre carîyê û carîyêra jî got, ku te gede bir, bibe bispêre Perînaza min.

Carîyê kaxez bir da destê qazî. Qazî ew tifal da destê carîyê, carîyê zarok anî da destê Perînaz xanimê.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev