Berhemên kurdzanên me – 260

Berhemên kurdzanên me – 260

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA”. Em wêya dikin çend beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa dehan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA -10

Di destpêka tîrmeha 1981 da, koma avukatên ji Tirkiyê yên kurd û tirk (Kemal Burkay, Ziya Acar, Veysi Zeydanlioglu, Yücel Yeşilgöz) bangek şand Koma Milletan û tê da nimûne danî ku çawa li Tirkiyê bi hovîtî mafên mirov pêpes dibin, xwezma li Kurdistana Tirkiyê rejîma eskerî zulma bêhempa dikir, û wan hêvî ji wê rêxistina navneteweyî dikir ku dêlêgasyonekê bişînin Tirkiyê bona nasiya xwe bidin têrora dîwana Tirkiyê di hindava rêxistin û mirovên pêşverû da, lê usa jî de’w kir ku karên rejîma Tirkiyê yên eskerî protêsto bikin û ku ewê pirsê di civîneke Meclisa Koma Milletan a Sereke da enene bikin (194, 1981).

 

Di tebaxa 1982 da, heft rêxistinên Tirkan û Kurdan ên çep, PSKT, Ala Rizgarî, Yekîtiya Kar, KUK, PKK û yên mayîn, îlana tevayî weşand û tê da bangî bineciyên welêt ên tirk û kurd dikir ku dijî destûra rêaksyonêr derkevin û dengê xwe nedin wê, ji ber ku ew ji aliyê rejîma eskerî hatiye hazir kirin, lê usa jî hêzên xwe bikin yek di nava şerkariya xwe ya bona hilweşandina diktaroriya eskerî û testîqkirina qayda dêmokratîk li Tirkiyê, bona azayiya gelê kurd a millî û civakî (196, 1982, No 44, r. 5).

 

Bere-bere, jimara wan partiyên Kurdistana Tirkiyê ku tebiyên xwe bi hevdu ra didan qayil kirin, bi hevdu razî dibÛn zêde dibû. Di 22 îlon 1982 da, pênc partiyên Kurdan ên siyasî û rêxistinên Tirkiyê (Ala Rizgarî, PTK, KUK, PSKT, Têkoşîn) name ji serokê Rêxistina Azadariya Filistînê ra şand û tê da wan siyaseta siyonîstên Israîl a gelkujiyê û piştgirên wan – empêryalîzma Amerîkayê – ya di

hindava gelê Filistînê da berk gunehkar û rexne dikir, û hêviya xwe ku geiê Filistînê zû an dereng ewê li ser axa xwe dewleta aza û serbest çê bike û ku di nava şerkariya heq da ewê herdem piştgiriya gelê Filistînê bikin îlan kir (196, 1982, No 46, r. 12).

 

Di 1 îlon 1983 da, Ala Rizgarî, KUK, Têkoşîn, Partiya Pêşeng a Karkerên Kurdistanê (PPKK), ku ji perçebûna Partiya Karkerên Kurdistanê xuliqî, û PSTK banga tevayî weşand û tê da siyaseta empêryalîzma Amerîkayê ya agrêssîf di navçeyên cihanê yên cihê cihê da dihat rusa’ kirin, planên DYA yên tevrakirina şerrê germortîkiyê dihat rexne kirin, bang dikir ku piştgiriya şerkariya welatên sosyalîst a bona bendkirina lecbeziya çekdarî, bona pêşîgirtina qeziya şerr bikin (188, 1983, No 43, r. 20).

 

Partiyên Kurdan ên siyasî yên Tirkiyê kirinên barbar li Kurdistanê di oktobra 1984 da berk gunehkar kirin. Ewha, nûnerên PSKT, PPKK, KUK, Têkoşîn û Rizgarî civîneke çapê teşkîl kir û tê da ber bi serokên hukûmet û dewletan bûn, ber bi kes û rêxistinên aştîxwaz û dêmokratîk bûn û bang kir ku dengê xwe bilind bikin û bi protêsto dijî kirinên dîwana Tirkiyê yên nemirovî di hindava bineciyên welêt ên kurd da derkevin (189, 1984, No 19, r. 7).

 

Divê xuya bibe ku ji partiyên Kurdan ên bi nav û deng ên mayîn PKK, ku jê ra dibêjin Apocî, tevî wan mecalan ne bû. Ew partiya Kurdên Tirkiyê ya tek-tenê ye ku bemama wê bi radîkalîzma xwe ya çepê va gelek ji wan bernameyên partiyên Kurdistana Tirkiyê yên mayîn, bîr-baweriyên idolojîk dihat cuda kirin. Wê berk tebiya rêxistinên Kurdên Tirkiyê yên siyasî rexne dikir, bê bingeh ew bi opportunîzmê gunehkar dikirin û bi wan ra tevayî jî bona sazkirina pêşeniya muxalefetek yekbûyî ya hêzên Tirkiyê yên çep pêş da dihat.

 

Merheleke nuh di nava heja çepê Tirkiyê da di sala 1984 da dest pê bû, gava ku partiyên Kurdan ên siyasî tevî hêzên welêt ên çep, herweha tevî Partiya Komunist a Tirkiyê, dijî siyaseta komên Tirkiyê yên serkarîkir ên rêaksyonêr derket. Ewha, dema hilbijartinên di organên cî da (25 adar 1984), cara pêşîn pênc partiyên Tirkiyê yên çep bi bangeke xusûsî ber bi gelên Tirkiyê bûn. Ew ev partî bûn : Partiya Komunîst a Tirkiyê (PKT), PSKT, PPKK, Partiya Karkeran a Tirkiyê (PKT) û Partiya Komunîst a Karkeran a Tirkiyê (PKKT).

 

Di 1 gulan 1984 da, van partiyan bi hev ra karkirina komên cuhanan belavok li zanîngehan belav kirin û xebatên mayîn dijî rejîma welêt a rêaksyonêr kirin. Paşê Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiyê jî hat, gihîşt wan pênc partiyan. Pey vê yekê, ev rêxistinên çep bi tevayî pêş da hatin bona efuya (amnîstî, bexişandin) girtiyên siyasî yên Tirkiyê.

 

Em li ser wê baweriyê ne ku pêşdahatinên tevayî yên çend partiyên kurdî yên siyasî tevî hêzên Tirkiyê yên mayîn pêk bûn ji bo ku Partiya Komunîst a Tirkiyê di nava bemama xwe da prensîpa Lênînîzmê di derheqa xweqerarkirina gelan da firehtir û zelaltir raber kir, û ev jî alîkariya nêzîkhevbûna van partiyan tevî PKT kir. Pey wê, xuya dibe ku mafê gelê kurd heye ku “bi xwe bextê xwe biryar bike”, ango destûra wî heye ku cihê be jî …

 

Eger gelê kurd bi daxwaziya xwe biryar bike ku bi gelê tirk ra tevayî bijî, wê demê anegorî şertên dîrokî yên konkrêt divê dewleta tomerî bê saz kirin. Di nava destûra dewleta dêmokratîk da mafê Kurdan bona cihêbûnê ewê bê kefîl (garantî) kirin.

 

Komunîst herdem jî terefdarên dewleta dêmokratîk a li ser bingeha rizadiliyê hesab dibin û usa ber bi safîkirina pirsa millî dibin, çika ew çiqasî bona kara çîna karkeran û şerkariya wê ya bona sosyalîzmê ne (63, r. 43).

 

Di nava bemama PKT da dihat gotin : “Kurd, ku perçeke bineciyên Tirkiyê yên gelek in, di bin zêrandina dubare da dijîn. Gelê kurd ne tenê ji aliyê monopola cî û derve tê zêrandin, zordestiya xwedîmilkên mezin û tucaran li ser xwe dibîne, lê burjuwaziya Tirkiyê li Kurdistana Tirkiyê zêrandina millî ya barbar jî pêk tîne”.

 

“Tevgirêdanên muhkem hene ku karkerên kurd bi karkerên tirk ra didin girêdan. Dijminê her du gelan yek e. Civaka Tirkiyê ya karkeran dijî zêrandina gel pêş da tê. Tenê şerrê dijî empêryalîzm û faşîzmê, şoreşa gelî ya dêmokratîk dijî empêryalîzmê, yekkirina hêzên her du gelan dikarin bigihînin serketinê” (63, r. 26).

 

Girêdayî wê yekê ku hukûmeta Tirkiyê li wilayetên rohilatê karên cezakirinê dike û dicedîne ku piştgiriya rêaksyonê bike bona hincirandina şerkariya millîazadarî li perçeyên Kurdistanê yên mayîn, Partiya Komunîst a Tirkiyê di 24 tebax 1984 da agahdarî weşand û tê da got : “Berî her tiştî, PKT îlan dike ku ew berk di hêla gelê kurd ê pirr zêrandî ku dixwazin xeza bikin û ji nav dîrokê bidin hildan da sekiniye. General divên destê xwe ji gelê kurd bikişînin. Ittifaqdariya bi gelê kurd ra, ku ketiye nava xeleka bixwîn a rejîmên faşîst û milletçî yên Tirkan, Ereban û Iraniyan, nuha bûye mîzana (krîtêr) dêmokrasî û aşîtîxwaziyê” (189, 1984, No 16, r. 1).

 

Tebiya PKT a bi wî awayî, helbet, ji aliyê partiyên Kurdan ên siyasî hat ecibandin û alîkariya hevgirtina hêzên Tirkiyê yên çep kir. Bi destê tevgerê, di meha çiriya pêşîn 1984 da nûnerên hemû aliyan ên partiyên Tirkiyê yên çep rastî hevdu hatin : Partiya Komunîst a Tirkiyê (lîder Haydar Kutlu), Partiya Pêşeng a Karkerên Kurdistanê (lîder Serhad Dicle), Partiya Karkeran a Tirkiyê (lîder Behice Boran), Partiya Komunîst a Xebatê ya Tirkiyê (lîder Teslim Tore), Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiyê (lîder Kemal Burkay), Partiya Sosyalîst a Xebatê ya Tirkiyê (lîder Ahmed Kaçmaz).

 

Dema wê rasthatinê, li qewimandinên dawîn li cihanê li navçeyê û li Tirkiyê hat nihêrîn. Dema hevpeyvînan, wan partiyan biryar kir ku hêzên xwe bikin yek di şerkariya dijî faşîzm û empêryalîzmê da û rêxistina Yekîtiya Tirkiyê ya çep û ya Kurdistana Tirkiyê ya çep (Sol Birlik) saz kir.

 

Yekîtiya Çep siyaseta empêryalîzma Amerîkayê û siyonîzma Israîl rexne kirin, bona parastina mafê Filistîniyan bona sazkirina dewleta xwe ya serbest li ser erdê xwe pêş da hat, de’wa sekinandina şerrê Îran-Iraqê ku tenê bona kara empêryalîzmê dihat kir, piştgiriya hêzên wan welatên pêşverû ku şerkariyê bona mafên xwe yên dêmokratîk û civakî dikin kir, usa jî piştgiriya gelê kurd ku şerkariyê bona mafên xwe yên neteweyî- dêmokratîk dike kir.

 

Yekîtiya Çep rejîma Tirkiyê ya rêaksyonêr rexne kir, bang kir ku hemû hêzên Tirkan û Kurdan ên dêmokratîk û aşîtîxwaz bibin yek bona wergerandina faşîzmê “û welêt ji krîza aborî û avanturîzmê biparêzin, lê gelên tirk û kurd ji zêrandin û belengazîsexîriyê xelas bikin” (67, r. 1-8).

 

Bi vî awayî, di wan şertan da, gava dîwana Tirkiyê pirsa Kurdan inkar dike, merheleya koordinekirina hêzên Tirkiyê yên çep dihat texmîn kirin. Û di nava vê merhelê da karkirina partiyên Kurdan ên siyasî yên li jor xuyakirî, yên ku di dereca pirsên giring ên siyaseta Tirkiyê û welatên navçeyê yên hundir û derva da xwe bi tebiya dijî empêryalîzmê girtibû, ciyekî berbiçav digirt.

 

X X X

 

Nenihêrî siyaseta komên Tirkiyê yên serkarîkir ên rêaksyonêr ku bona helandin-asîmîlasyona Kurdan, inkarkirina isbatên heyetiya wan li Tirkiyê, gelê kurd ê pirmilyon urf-adetên xwe, zimanê dayikê, çand û tradîsyonên xwe diparêze. Tunebûna hesabkirina (statîstîk) dêmografîk a rasteqîn destûr nade ku em jimara Kurdên Tirkiyê ya ra s t bizanibin.

 

Di dema komarê da, li Tirkiyê 12 car hesabkirina bineciyan hat derbas kirin. Lê netîceyên wan ku di derheqa teşkîla welêt a millî da bûn, ne hatin weşandin. Gilî di wê yekê da ye ku dîwan bi her awayî dicedîne ku heyetiya Kurdan û zimanê kurdî li welêt inkar bike. Wek nimûne, em dikarin van isbatên han bînin. Ewha, girêdayî hesabkirina bineciyan a sala 1985, li Tirkiyê pirtûka pirsiyamaman (malûmatnaman) a bona karmendên ku diviyan hesabkirina bineciyan bidin derbas kirin hate hazir kirin. Tê da pirsek hebû ku dibêje : hûn bilî zimanê xwe yê dê ji van zimanan kîjan dizanin : ingilîzî, fransî, erebî an jî kurdî ? Bîranîna zimanê kurdî di nava wê pirsiyarnamê da ji aliyê mehkema dadxwaziyê wek cedandina sistkirina hissên “millî”, wek propaganda kurdîzmê hat hesab kirin. Wê 11 kesên ku tevî hazirkirina pirsiyamamê bûbûn dan mehkemê û de’w kir ku ji 5 hetanî 8 salan cezayê girtinê bide wan (196, 1986, No 86, r. 5).

 

Bi salixên serkaniyên Kurdan, di sala 1987 da li Tirkiyê ji 12 milyon Kurd bêtir diman. Rast e, dibistanên kurdî tu nene, wan qedexe kiriye ku zarên Kurdan bi zimanê dê hîn bibin, rojname, kovar û edebiyata mayîn biweşînin. Komên serkarîkir Kurdan asîmîle dikin, nahêlin ku bilî tirkî bi zimanekî mayîn bipeyivin, lê dîsa jî 80% Kurd, xwezma li gundan, tirkî nizanin û bi zimanê dayka xwe – kurdî – dipeyivin. Hela bi ser da, Kurd ne tenê zimanê xwe yê dê diparêzin, lê usa jî çand û folklora xwe ku gelek ji ya Tirkan cuda ye xwedî dikin.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev