Ji nimûneyên zargotina me – 260

Ji nimûneyên zargotina me – 260

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûşêstî me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Emê çend heftê dû hev beşa wê a bi sernavê ”Serpêhatîyên milet” raberî we bikin. Em îro beşa wê a heyştan çap dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Serpêhatîyên milet – 8 

Padşa jin -4 

Rokê Perînazê eva gedenga da ser çoka xwe, pê şa bû, carîyê jî berdestî dikir, diçû-dihat. Perînazê go: -Surdara mine delal, gerek em navekî li gedekin.

Carîyê go: -Ez zanim, heta niha kurê te ji te der bû, lema jî emê navê wî bikin Îskender.

Perînazê go: -Lê navê yê jê bûye? Got: -Navê wî jî Zelqerne.

Nav lê kirin. Navê kurik îdî bû “Îskenderê Zelqerne”.

Eva gedê hanê, de xweykirina Perînaz xanimê, rojêd wî bûn sal. Gede ro bi ro gir bû, bedew bû. Heft salêd wî temam bûn. Perînaz xanimê Îskender şande xwendinê. Gava Îskender diçû xwendinê, Perînaz xanimê cêba wî tije pere dikirin, digot: -Lawo, nêzîkî hevala be, pera bide wana, cem wana şîrin be.

Îskender timê pere dida hevala, yêd ku pêra diçûn-dihatin, nedihîşt ew destê xwe bibine cêba xwe. Hevalêd wî gelek-gelekî jê hiz dikirin, qulixa wîda radibûn-rûdiniştin. Hevala wekî rojekê Îskender nedîta, ruhê wana dihat li qefesê disekinî, ew qeder ji Îskender hiz dikirin.

Îskender ew qeder medresêda xwend, deh salêd wî temam bûn. Ew hînî donzdeh zimana bû. Îda ders cem dersdarêd wî neman, wekî hilda. Ewî xwe bi serî xwe dixwend. Heval û hogirêd xwera şa dibû. Ew qeder bedew bû, ku mewîja reş gerdanêra dixwênî. Hivdeh salî bû îdî, dema ji medresê derket. Îskender çiqas kesîb-kûsîbêd şeher û gund hebûn, rastî wan dihat û pere dida wan. Gişka dua li Îskender dikirin. Ew bi hevalêd xweye hizkirîra diçû raw û nêçîrê. Rokê jî ew ji raw û nêçîrê hat, li mala xwe peya bû, çû heremodasîya diya xwe, lê nihêrî diya wî – Perînaz xanim pirçûkirîye. Dê hilda go: -Îskender lawo, kêfa min tune.

Îskender jî pirçûyê xwe kir. Dê dît, ku beşera Îskender xirabe, go:

-Îskender, lawo, tu çima bedbeşer bûyî; pirçûyê xwe neke, bira gula enîya te geş be, nexweşî jî ji emirê Xwedêye, dest naçe ber, enîya kêda çi ku nivîsîbe, ewê wê jî bibîne.

Paşê ew bi kurê xwe gelekî şa bû, çevêd wî ramûsan, serê wî danî ser çoka xwe, qasekê fikirî. Wan roja bona xatirê diya xwe neçû raw û nêçîrê. Hevalêd Îskender jî gir bûbûn, her yekî şuxulek dikir, xwendina wana hebû. Diya Îskender go:

-Lawo, ez nexweşim, îda nikarim padşatîyê bikim, emê teyrê dewletê berdin, ew çû ser serê kîjan jinê danî, bira ew jî padşatîyê bike. (Wî çaxî usa edet bû).

Rokê telal gazî kir, go:

-Çiqas binelîyêd şeher hene, bira derên derva, berevî ser hev bin.

Cimaet gişk top bûn, zanibûn padşa wana nexweşe, wê padşake teze qebûlkin.

Diya Îskender teyr berda. Wî çaxî Îskender jî çû derva. Teyr gerîya, gerîya, hat ser serê Îskender danî, ji wê firî ser serê kurê wezîrê diya wî danî, ew jî hevalê Îskender bû. Wekîla dewletê navê Îskender nivîsî, wekî teyr danîye ser serê wî. Navê kurê wezîr jî pirsî, navê wî Abram bû. Eva kaxeza anî, danî ber sînotê wî. Îskender bi padşatî qebûl kirin, lê Abram bû wezîrê wî.

Heta wî çaxî jina padşatî li wî welatî kiribû, îcar padşatî kete destê mêra.

Îskender ser text rûnişt, lê Abram kurkê wezîrîyê li xwe kir, kaxezêd wezîrîyê girte xwe, serkarî li hukumeta xwe kir. Du kurêd wezîrê kalikê wî jî hebûn, hemîn Abram bû wezîrê wî. Navê yekî Xidir bû, navê yê din Eylaz bû. Ew herdu jî çawîşê dîwana Îskender bûn. Gava Îskender serê xwe kur kir, çiqas delakêd wî hebûn, kîjanî serê wî temam kur bikira, wê serê wî lêxista. Xweyê berbera belengaz bûbûn, şikyat bi diya wî dikirin.

Dê carekê çû  dîwana kurê xwe, go:

-Îskender lawo, tu teze bûyî padşa, ser textê min rûniştîyî, gerek gilîyê aqil bikî, ne ku tewekel bî.

Go: -Çira dayê?

–Go: -Lê lawo, berberêd serê te kur dikin, tu çima serê wan didî potkirin.

Go: -Dayê, çira tu nizanî, her tu sura min zanî û carîya te jî pêra, axir siturîyê min hene, ez usa dikim, ku sura min dernekeve, yan na wê gazî min kin: “Îskenderî bi situru”.

Dê fikirî, texmîn kir ku rast jî xebera kure. Dê îda terka wê xeberê da, çû heremodasîya xwe.

Ew berberê serê wî kur dikir, xweyê wî soqaqêda diçû, difikirî û digerîya, ewî lê nihêrî merivekî extîyar wê rûniştîye, go:

-Qurba, go, tu çima digrî, ez zanim tu merivekî dewlemendî, çi li te qewimîye? Axir tiştekî te kêm tune.

Dewletî go: -Kalê, çiqas berberêd serê Îskender kur dikin, Îskender serêd wana celat dike. Niha kurê min berbere, ez bi xwe zanim, ku wê serê kurê min jî lêxe. Ezim-ew kure, tu kesî min tune.

Kalê hilda got: -Dewletî, wekî ez kurê te ji wê yekê bidim xilazkirin, tê çi bidî min?

Dewletî got: -Bi qirar be, heta roja heqyata te bê, ez te bi malêva bidim xweykirinê, nahêlim kêmasîyêd te hebin.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev