Dîroka ala Kurdistan, ala Rengîn – 3

Dîroka ala Kurdistan, ala Rengîn – 3

Me ev lêkolîna birêz Qado Şêrîn, ku ji malpera me ra şandîye, kire 3 beşan. Me duh beşa wê a pêşin çap kir. Fermo, îro beşa duduyan bixwînin.

Qado Şêrîn

Ala kurdî li Komara Mehabadê, 1946.

Zinar Silopî yekemcar di sala 1969an de, bi zimanê tirkî li Beyrûdê qala serdana xwe bo Mehabad û dîdara li gel Pêşewa Qazî Mihemed û karûbarê komarê dike. Zinar Sîlopî (Qedrî Cemîl Paşa) di derbarê ala Kurdî de ya ku komara Mehabadê hildabû weha dibêje: “Hikûmeta Komara Mehabadê Ala Kurdistanê ya ku di 1919an de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetiyê ve hatibû tesbîtkirin wek ala ji xwe re pejirand, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê Dewletî umhurîyetî Kurdistan nivîsîn û ew wek ala Komara Mehabadê qebûl kirin”.

Di jimara 9an a rojnameya Kurdistan a Komara Mehabadê de, axaftina keçeke Kurd “Îşret Azmî” heye, li ser ala kurdî hatiye xwendin û belavkirin. Ji bo danasîna ala kurdî “Îşret Azmî”  di çend rêzan de wiha daxêve û dibêje: “…Ey Ala Kurdistanê sê rengîn, ey nîşana bilindiya Kurdistanê!…Rengê te yê sor şahid e ku tu bi xwîna Kurdan hetiye hilgirtin, rengê te yê sipî nîşana dilpakiya Kurda ye, rengê te yê kesk jî delîla ciwaniya axa Kurdistanê ye”.

William Aegleton, yan jî William Lester Eagleton (17ê gelawêjê 1926- 27ê rêbendanê 2011). Karmend û dîplomatekî Karûbarê derve yê Emerîka bû ku li gelek dewletên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê balyoz bû, di navbera salên 1959 û 1961ê de wek konsulê Amerîkî li Îranê li Tebrîzê bû, û balyozê Emerîka li Iraq 1980-1984 û Sûriye 1985-1985 kar kiriye. Ew di heman demê de nivîskarê Komara Kurdî ya 1946 û “Kurdistana Iraqê” di Cîhana Îro de ye. Di derbarê Ala Kurdî ya Mehabadê de wiha nivîsîye: “Di Gulana 1944an de rêxistina Komele, bi alîkarî û hevkariya hevalbendên xwe yên li Iraqê, ala Kurdî ya neteweyî amade kirin. Ev al ku ji sê xetan pêkhatibû, her xeteke wê rengek bû. Li jorê sor, li navê sipî, li jêr jî rengê kesk cih digirt. Bi vî awayî bi vajî qulubandineke rengên ala Îranê, ala Kurdî hatibû çêkirin. Li ser alê roj ku sembola Kurda ye û li kêleka rojê du simbilên genim, li pişt wan jî çiyayek û pênûsek hebû”

“…Serê sibeha meha Çileya Paşîn a 1946an bû. Tav diçirisî, rojeke xweş bû….Ji gundên dorê gundî û serok eşîr hemî hatibûn Mehabadê. Meydana Çarçirayê tijî bûbû. Papûra ku ji herdû seriyên bajêr digihîşt qada Çarçirayê bi alên Kurdî û bi flamayên sor û sipî û kesk hatibûn xemilandin…”.

Musa Anter di bîranînên xwe de qala rêxistineke îllegal ku di salên 1948an de li gel Yusif Azizoglu û çend Kurdên din danîne, dike. Di rêxistinê de sûndek jî dixwarin. Ji bo sûndê destê xwe datanîn ser Ala Kurdî û çekekê û sûnda xwe dixwarin. Musa Anter ji bo vê alê wiha dibêje: “Wezîfa çêkirina alê li ser min bû. Ez çûm Kapaliçarşiyê min her yek nîv mîtro, min çar reng qûmaş kirîn. Al îro jî tê zanîn. Sor, sipî û kesk, li navê jî rojek zer. Sembola reng û roja li ser alê jî weha ye; Sipî, aşîtî ye, sor, xwîn û şoreş e, kesk bereketa Kurdistanê û Mezopotamyayê ye. Roj jî sembola dînê netewî yê Kurdan Zerdûştî ye….”.

Fermîbûna ala Kurdistanê.

Ala neteweyî, ala rengîn cara pêşî ji hêla rêber û damezerên Tevgera Xoybûnê ve, wek me li jor diyar kiriye, ji bo nûnertiya kurdên li hemberî Imperatoriya Osmanî rabibûn û bi têkoşîna serxwebûnê rabibûn, hatiye pejirandin û danîn. Di dû re Ihsan Nûrî Paşa hildabû, taku di komara Mehabadê de, li meydana Çarçira hat rakirin. Lê ji bo ew al bibe fermî rêz lê bê girtin û li cîhanê bê nasîn û pejirandin, serok û hikûmet û Parlemanê Kurdistanê gavên pîroz avêtin.

Di roja 9/6/1999an de, bi erêkirina serokatiya encûmenê wezîran di hikûmeta herêma Kurdistana Başûr de, bi rengekî fermî biryar hat standin ku, ala Pêşewa Qazî Mihemed radestî nemir Mele Mistefayê Barzanî kiribû bibe ala fermî ya Kurdistanê. Di roja 11.11.1999an de birayar hat standin ku, roja 17.12. ji her salê bibe Roja Ala Kurdistanê “Ev roja ku Pêşewa Qazî Mihemed Ala Komara Mehabadê spartiye Barzaniyê nemir.

Ala Kurdistanê ya ku biryar pê hat standin û bû ala fermî ya Başûrê Kurdistanê wek herêmek federal û di destûra Iraqê û li ba UN hatiye pejirandin, şert û merc û pîvan jêre hene. Ji ber wê ala ku hatiye pejirandin wiha ye; ji jor ber bi jêr ve, ser hev ji sê rûberan pêk tê. Dirêjî û firehiya her sê rûberan wek hev mezin in. Rûbera li jor bi rengê sor e, ya navîn spî ye û ya jêr jî kesk e. Firehiya alê 2/3 cara dirêjiya wê ye. Diametra cerga rojê bi tevî tîrêjên xwe re 1.0 e û bê tîrêjan 0.5 e. Hawirdorê cerga rojê, bi 21 tîrejên wekhev hatiye xemilandin. Dawiya tîrêjan tûj e û tîrêj ji herdû aliyên xwe ve bi xêzeke rast pêk tên. Bingehê tîrêjên rojê bê navber li ser zemîna cerga rojê digihin hevûdu. Roj bi awayekî endezyaran e cihê xwe di nîvê alayê de digire. Roj bi awayê stûnî, ku asoyî di nava tîrêja jorîn de derbas dibe, hatiye bicihkirin.

Reng û roj û tîrêjTaybetiya alê ya bingehîn nîşana roja zêrîn e. Nîşana rojê di dîroka kurdan de wateya xwe ya olî û çandî heye. Nîşana rojê bi 21tîrêjan, jiyana nû nîşan dide, hejmara 21 di olên kurdan de, wek di Yezdaniyê de, nîşana vejînê ye. Roj û agir simbola azadî û ronahiyê ne. Herwiha Newroz bi xwe re demsala biharê jî tîne. Rengê sor, xwîna Şehîd û pakrewanên Kurdistanê nîşan dide. Rengê kesk siruşt û xwezaya Kurdistanê nîşan dide. Rengê spî jî simbola aştî û aramiya gelê kurd e.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tîşk an tîrêjên rojê guhert, ji 18 tîşkan xistin 21 tîşk ji bo wateya Newrozê û 21 adarê bide, û tevî ku berya vê alê hin nîşan û alên din ji hêla dewlet û Mîrekên kurdan ve hatibûn bikaranîn, çi yên kevn û dêrîn mîna: Mîtanî, Hûrî û Mîdiyan, û yên li çend sed salên borî mîna Şedadî, Dostikî, Soranî, Erdelanî, Badînî û Bederxaniyan.

 

Hin helbestên di derbarê ala Kurdistan, ala rengîn de.

Apo Osman Sebrî, sala 1936an:

Min divê her tu bilind bî
Ala rengîn kesk û zer
Him xweşî him ceng û rûmet
Tên zanîn ji sor û gewr
Dûr nêzîk ezê te hildim
Tu yî xemla banê min
Ger bivê derman mirin bî
Bo te gorî canê min
Sê salan bi te kêfxweş bûm
Agrî, Zîlan, Tendûrek
Li pêş suhna te bûne ax
Leşkerên turk lek bi lek
Dêrsim û Sason û Pijder
Bo te xwînê dirêjin
Herçî xort in, herçî kurd in
Bo te layjan dibêjin
Leşker im bo te ala min
Min divê gurmîn û şer
Duwanzde mîlyon bûne pandî
Bo te kurdên pir huner

 

Seydayê Cegwerxwîn, sala 1941ê: 

Ala sê rengî tu

Bi nav û dengî tu

Nişan û cengî tu..

Îro, me tu kiriye himbêz

Rojek wê bê, te bikin rêz

Di eywana, li ser bana

Rojên şadî tu xemil û xêz

Kesik û sor û zerî

Ey xortên kurdan

Silavê lê bikin…

 

Seydayê Tahayê Mayî, sala 1943an:

Kesk û sora roj li nave

Sipiye befra li welat

Rojeka pir zîv belave

Wextekê zêrên helat..

Ala min her dem li jore

Şox dibin pê ser çiya

Em dixwazin bo te îro

Tu bijî bo vê nijad…

 

Seydayê Ehmed Namî, sala 1943an:

Pêşkevin em serfiraz in milletê Kurdî
Yan mirin em dê bibînin, yan jîna Kurdî

Ala rengîn bo te deynim, ger ser bi derd im
Ger nekim vê tu bizane ku ez ne Kurd im

Kurdistan êdî menale lawê te hatin
Xwendevan xwînfiroşê axa welat in

Xwendewan û xwendegeh im bê al û leşker
Dê bijîn paşî bizanin rêçê bibin ser

Mal û dil û can bi carek bo te fîda kim
Xwîna xwey paqij dirêjim bindestî nakim

Bi saya serê lehengên berê û kar û xebata wan a pîroz ji bo kurd û Kurdistanê, al hat parastin taku bû fermî. Eger Mistefa Paşa Yamûlkî li gel hin ji damezerên “Teşkîlatî Ictimaîye Cemiyetî” y;n wek Xelîl Ramî Bedirxan, Kemal Fewzî û Mewlanzade Rifat, her wiha Mîr Emîn Alî Bedirxan û hevalên xwe rengên Alê danîbin û şêx Mehmûdê hefîd, Ihsan Nûrî Paşa, û eger pêşewa Qazî Mihemed ji bo wê hatibe bidarvekirin û Barzanîyê nemir ji bo wê sînorên bi xwîn derbas kiribin ta ku xwe gîhandiye Sovyêta berê, îro bi saya welatiyên dilsoz û birûmet ala me li ser xaka Kurdistana me bilind, bilind li ba dibe.. Hêvî û xewnên wan gorbuhiştiyan dibin rastî û xewna me kurdan tê cî.

Dîroka ala Kurdistanê ji me re diyar dike ku, gelek kevn e, û di gelek qonaxan re derbas bûye. Piştî ku ala Kurdistanê fermî hat pejirandin ji aliyê herêma Federal a Başûrê Kurdistanê ve, hat parastin. Berê ala Kurdistanê di şert mercên zor û gelek zehmet re derbas bûye, û ku di demên dijwar de û di şoreşên neteweyî de nehata danîn û hildan, belkû aniha ala rengîn bi şêwazek din ba. Dema ala Kurdistanê bi sirûda neteweyî “Ey Raqîp” re li komara Mehabadê hat rakirin û xwendin, bihêztir bû, ji xwe piştî ku Pêşewa Qazî Mihemed radestî nemir nemir Mele Mistefayê Barzanî kir, êdî zindî ma. Aniha di dilê her mirovê kurdê dilsoz de ye, û li ser refikê dilê me kurdan tê avdan daku, ta ebed zindî bimîne, û ji bo bibe ala dewleta Kurdistan a serbixwe, xwe ji bo wê gorî dikin, belê pê sûnda giran dixwin ku emê wê ta ragihandina serxwebûna Kurdistanê zindî biparêzin.

 

Dawî

Mîr Bedirxanê ku seranserî Kurdistanê di bin desthilatdariya wî de bû,  xwedî pere û tang û top bû, û ji bo bazirganiyê li ser Gola Wanê keştî û gemî çêkiribû, û têkiliya wî bi dewletên Europayê re hebû, û helbet haya wî ji helbestên kilasîkên kurd hebû, êdî ne maqûle bê al be, lê mixabin belge li ber destê me tune ku xwedî al û ala bû.

Dîrok winda nabe, tim zindî ye û nayê ji bîr kirin ku Bedirxaniyan hin al çêkirin û hin jî parastin. Zêdetir ji 100 salan e ji aliyê malbata Bedirxaniyan ve wek mîrata neteweyî hatiye parastin. Gelê Kurdistanê jî gelek qurbanî ji bo parastina ala xwe daye ku, li tevaya xaka Kurdistanê rastî êrîşên dijmin û dagîrkeran hatiye, lê gelê kurd di bin siya wê alê de bê jimar qurbanî daye daku, xwe û ala xwe ya rengîn biparêze.

Min ji bo nivîsandina vê gotar an jî lêkolînê de, gelek gotar û lêkolîn xwendin. Hinan bê jêder nivîsandine, û hinan jî bi belge bîr û boçûn û şiroveyên xwe bihêz kirine û nivîsandine, min jî baş sûd ji wan girt, na gelek sûd ji wan girt. Vêga, bi hêvî me ku gelê me sûdê jê bibîne û lêkolîna min bibe jêder û lêveger ji bo wan kesên ku dixwazin dîroka ala xwe bizanibin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev