
Keça Pêşmergeyekî Herêma Kurdistanê Reem Ebalî, li Almanyayê, di hikûmeta nû ya federal de weke Wezîra Dewletê ya Koç û Hemahengbûnê hat hilbijartin.
Ebalî, wek malbateke Keldanî ya koçberê Rûsyayê bûye, di sala 1996ê de bi malbata xwe re derbasî Almanyayê bûye.
Ebalî wek berpirsa hemahengbûnê li eyaleta Mecklenburg Vorpommern peywirdar bû û 26ê Îlona 2021ê hilbijartinên li Almanyayê pêk hatin de, ji partiya SPD wek parlamenter hat hilbijartin.
Reem Ebalî li Zankoya Hur a Berlînê, beşa Zanista Siyasete xwend.
Bavê Ebalî di dema rejîma Bees a Îraqê de, yek ji Pêşmergeyên li hember rejîma Seddam Huseyn şer kiriye ye.
Riataza