Encama seredana Navenda Revenda Kurd li derva li Kurdistanê

Encama seredana Navenda Revenda Kurd li derva li Kurdistanê

Serekê beşa Swedê ya Revendê Îsmaîl Kamil naveroka seredanê raber dike

Di rojên 4-6 decemberê de kongrêya Konfederasyona revendên Kurdistanî li Hewlêra şêrin cîgirt. 250 delege û mêvan beşdar bûn.

Herweha Cenabê serok Barzanî û niwênerên piranya partiyên Kurdistanî ji her çar perçên Kurdîstanê amade bûn.

Eva cara yekê ye ku kurdên xwedî bîr û behweriyên kurdistanî ji gelek welatan kom dibin li jêr ala Kurdistanê û bi beşdariya serokê netewî Kurd jibo damezrandina konfederasyonekê ji bo revendên Kurdistanî li derveyî welat.

140 delege ji navend û federasyonên endam beşdar bûn (Almanya, Swêd, Norwêj, Belcîka, Swisra, Namsa, Britanya, Hollanda, Danmark, Finlanda, Fransa, Rûsya, Armenia, Qazaxistan, USA û Kanada).

 

Armancên Konfederasyonê:

1-komkirina kurdên ku behweriyê dikin bi serxwebûna Kurdistanê û ala pîrozî Kurdistanê.

2- pêkanîna nêzîkbûn û yekrêziyê di nav navend, federasyon, sazî û înstîtuyên kurd û Kurdistanî kû behweriyê bi mafê rewayî milletê kurd dike ji bo serxwebûna Kurdistanê li ser bingehên demokrasî, wekhevî, pêkvejiyan û parastina mafê merovayetîyê.

3- peydakirina piştgirîyê li Europayê û cihanê ji bo Kurdistan di riya pêwendî û kar û xebata lobî de.

4- pêkanîn û bihêzkirina pêwendiyan di nav diaspora kurd û Kurdistanê de.

5- geşepêdana çand, ziman û folklora kurdî û nasandina dîrok û pirsa kurd bi welatên cîhanê re.

Bê gûman di kongreyeke awa de ku konfederasyonek tê damezirandin dibe ku kemek kêmanî bê holê, yan jî hemû grûp, kesayetî û komele neyên dawekirin, lê ewa rê li tu kesî nagre ku beşdarî kar bibe. Derî vekiriye ji bo hemû kesan ku behweriyê bi armancên konfederasyonê dike. Monopol ji bo vî karî tune ye û me li dijî tu kesî (grûp) kar nekiriye û emê di pêşde jî nekin. Konfederasyona me girêdana wê bi tu partiya tune ye, lê em hêza xwe ji hemû partiyên kurdistanî li her çar perçên Kurdîstanê digrin li jêr sîwaneke neteweyî.

 

Îsmaîl Kamil, Endamê komîteya giştî ya Konfederasyona Revendên Kurdistanî

 

Navenda Revenda Kurd li Swêdê Roja Alaya Kurdistanê pîroz kir

Wêneyê hûn dibînin, li xanîyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swed hatîye girtin. Li wir bi beşdariya Navenda Revenda Kurd li Swêdê, Komîteya Hevkariya Partiyên Kurdistanî û Federasyona Komeleyên Kurdistanî li Swed Roja Alaya Kurdistanê hate pîrozkirin.

P.S. Di Kongrêya Navenda Revenda Kurd li derve de navê wê guherî û bû Konfederasyona Revendên Kurdistanî

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev