
Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.
Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne.
Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..
Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala
Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.
Bersiv: – Henekên kurdî – 7
1.
“Ez di heftê meha heftemîn de hatim dinê û li qata heftemîn a xaniyê jimare heft li kolana Heftrojan dijîm, ji ber vê yekê di pêşbirka hespan ya heftemîn de min heft hezar li ser hespê heftan razand. “Ma tu bi ser ketî?”
Hespê min pere li ser razandî di pêşbirkê de bû yê heftan.
2.
Berî zewacê:
Wê: Merhaba!
Wî: Ev demek dirêje li benda te me!
Wê: Tu dixwazî ku ez biçim?
Wî: Tu çi difikirî?
Wê: Tu ji min hez dikî?
Wî: Bê guman, di her wextê şev û rojê de!
Wê: Ma te qet xapandin li dora min dîtîye?
Wî: Wisa mebêje! Tu çima dipirsî?
Wê: Ma tu dixwazî min maç bikî?
Wî: Erê, her car û her car!
Wê: Ma tu yê carna li min bixî?
Wî: Ma tu dîn î? Tu dizane ez çi me!
Wê: Ma ez bawerîya xwe bi te bînim?
Wî: Belê
Wê: Evîndarê min …
(piştî zewacê: ji jêr ber bi jor ve bixwînin)
3.
Mamosteyê bîrkariyê: Ev pol ew qas xirab e ku dê ji sedî 60 têk biçe!
Xwendekar: Hahaha! Em ew qas nînin!
4.
Xelo û Heso li ber makîneya qehweyê sekinîn û axivîn.
Xelo:
Hefteya borî dema ceryan qut bûyî, ez zêdeyî sê saetan di asansorê de asê mam.
Heso:
Ez dibêm qey ew ne tiştek bû. Ez çar demjimêran li ser pêlinga elektrîkî mam.
5.
Fato, ka were berê xwe bide, bernameya xwarinê derketîye.
Kuro ew ne televizyone, ew mîkro ye Şerîfooo!
Riataza