Teoriya ”Rêya Navînî a Zêrîn” ya Arîstotales

Teoriya ”Rêya Navînî a Zêrîn” ya Arîstotales

Ali Gurdilî

Nivîsên Arîstotales yên derbarê etîkê de, gelek girîng in û nivîsên wî yên li ser etîkê, di berhema wî ya bi navê ”Etîka Nikomakos” (Ethika Nikomakheia) de hatine civandin.

 

Arîstotales dibêje ku em tev jî, jiyaneke bextewar dixwazin û ji vê prensîpê dikeve rê.

Li gor dîtina wî, tiştê ku dê vê yekê bide me jî di civakê de bi awayekî baş bikaranîn û pêşveçûna behredariyên me ye.

 

Li gor baweriya feylesof, daxwaz û xwestekên me yên bêser û ber, quretî û pozbilindî, di civakê de herdem dibin sebebê dijminatî û pevçûnan. Lewma jî ji ber wan dijberî û pevçûnan, em xwe sînordar dikin, ku ev rewş jî ji bo xeysiyeta me ne baş e.

 

Di vê xalê de Arîstotales, teoriya xwe ya bi navê ”navînrêya zêrîn” berfireh kiriye. Li gor baweriya wî fazîlet (erdem, dilpakî), di navbera herdû xalên pirole de, xala navînî ye.

 

Mesela comerdî, navîniya destbelavî û xesîsiyê, wêrekî navîniya tirsonekî û harbûniyê, girambarî, navîniya quretî û xwebiçûkdîtinê ye. Armanc, herdem jiyaneke parsengdar û hevkêş e.

 

Taybetmendiya herî berbiçav ya felsefeya ehlaqê a Arîstotales ew e, ku tu carî ehlaqparêziyê nekiriye. Lewre armanca wî, di esasê xwe de pratîk e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev