GIRIKÊ ŞIVÊN AN PEYWENDIYA DÊ Û ZAROKEKÎ?

GIRIKÊ ŞIVÊN AN PEYWENDIYA DÊ Û ZAROKEKÎ?

Husên Duzen

 

Gelek caran bahsa bavê Şivan Perwer dibe; ҫi ҫê ҫi xerab. Bêguman di civaka me de bandora bavê li ser zarokan zahf e. Ger em ji “pedagogên civaka xwe” bipirsin, ew ê bandora bavê li ser zarokan mîna bandora herî giring a ji bo perwerdeya zarokan binav bikin.

Mixabin ev tenê aliyekî rastiyê ye. Ji ber babeta me perwerdeya zarokan e. Bandora dê ya li ser zarokan zûtir dest pê dike û xwedî bandoreke bingehîn e, li ser tevahiya jiyana mirovan. Ezê piştre vegerim ser vê xalê.

Şivan bi xwe di programeke bi Rûken Bağdu-Keskin re hîn sala 2008 an vegeriyabû rojên zaroktiya xwe: ”Di ruhê min de galiyanek hebû. Li dibistanê em neçarî axaftina bi tirkî dikirin, lê li mala me bi kurdî dihat axaftin. Min her ji xwe dipirsî bê seba çi em li dibistanê zimanê ku bavê min pê bi me re diaxivî bikarnaynin.” Gelo seba ҫi Şivan li vir bahsa zimanê ku bavê wî li malê pê diaxivî dike û bahsa zimanê dayikê nake?

Bi qasî ji min ve xuya dibe, yan diya wî zû miriye, yan jineke ne xwedî bandor bû yan jî keseke ku wek dayik bi berpirsyariya xwe ranebûye.

Şivan bi xwe li ser vê babetê ji me re nabe alîkar. Di hevpeyvîna bahsbûyî de bahsa serpêhatiyeke zaroktiya xwe dike: Dema ew hîn zarok e, mamosteyê wî dixwaze ew bê pêşberî şagirtên din û sirûda nijadeperestiya Tirkan “Sonda Me” bixwîne. Şivanê biçûk bi ya Mamoste nake, lema mamoste bi darê di destê xwe de li tiliyên destê wî dixe heta ku ew diwerimin. Êvarî li malê li ser pirsyara bavê xwe bûyerê ji serî heta dawî vedibêje, lema bavê wî adinî rojê diçe dibistanê hesab ji mamosteyê wî dipirse. Mamoste jî giliyê wî li ba leşkerên tirk dike û leşker jî bavê wî hefteyekê di bin işkenceyê de dihêlin.

Ev rastiya Şivan û bavê wî hiştibû ku ez piştî programa bi Rûken Bağdu-Keskin gotareke bi navê ”Pavarottiyê Kurdan: Şivan Perwer” binivîsim ku tê de min gotibû:

“Bi min wisa tê ku mifteya helwesta wêrek a Şivan jî di peywendiya wî û bavê wî de ye. Gelo bavê çend zarokên kurdan di rewşeke wisa de aliyê kurê xwe digrin û wêrektiya ku biçin hesab ji zilamên dewletê bixwazin rêdidin? Wer xuyaye ku hîmên bê merov li hember bûyerên derdora xwe helwesteke çawa werbigere hîn di salên destpêka temenê mirov de tên avêtin.”

Belê, min jî hîngê tenê beşeke ji bandorên li ser perwerdeya zarokan dîtibû. Min giraniya pêwist nedabû bandora peywendiya dê û zarokê a ku hîn zarok di zikê dê de ye dest pê dike û bi dirêjahiya salan dom dike. Ji van salan salên heta ҫarsaliya zarokê yên herî giring in. Kêm-zêde em hemû jî encama wê bandora salên destpêkê ne.

Gelo rewş li ba Şivan Perwer ҫawa bû? Bandora pêwendiya bavê wî niha em bêtir zanin. Lê peywendiya wî û diya wî em baş nizanin. Tiştên ez li vir bibêjim encamên hin tevgerên Şivan Perwer in. Bi taybet jî dijatiya wî ya bi salan a li dijî Êzîdiyan hişt ku ez serê xwe bi vê babetê re bêşînim.

Bi qasî sîh ҫel salî ye ez dibînim ku her derfet ҫê dibe Şivan, devê xwe davêje pîrozbahiyên Êzidayetiyê. Li gor encama lêkolînên min: Nav Şivan û Êzîdiyên li der dora Hannoverê û Cellê zahf xweş bûye. Şivan jî hîngê bi PKKê re dixebitî û gelek Êzîdiyên wê derûdorê jî hevalbendên PKKê bûne. Dem hatiye nav wan vebûye û ew alîkariya ku hîngê ji derdora êzdîyan werdigirt ji ser Şivan qut bûye. Girikê Şivan î li dijî Êzîdiyan jî hingê dest pê kiriye. Kilama ”Kirîvê” yî tahrîfkirî jî Vîdeo û peyvên Şivan î elatewş î vê dema dawiyê jî encamên vî girikî ne.

Niha hûn ê bibêjin ҫi têkiliya diya Şivan û van tiştan heye? Bi qasî ez dibînim têkilîyeke rasterast di navbera vî girikê Şivan û danûstandina wî ya bi diya wî re ya salên despêkê heye. Ger diya wî ҫarsalên destpêkê bi hezkirin Şivan mezinkiriba, ew îhmal nekiriba, li giriyê wî yî ku encama daxwazên wî yî hîngê bûn guhdarî kiriba û li gor tiştên pêwist tevgeriyaba dê Şivan niha ne ewqas dîlê girikê xwe ba û neyartiya Êzîdiyan ewqas nekira. Di dema dem de nankokiyeke wî û wan ҫêbûbûn, dê karîba bi demê re ji bîr bikira.

Bêguman encamên peywendiyên dê û zarokê yên salên destpêkê kesatiya tevahiya zarokan têşe dikin. Ango ev ne pirsgirêka Şivan tenê ye. Helwesta ҫepikvanên wî jî ne tenê ji ҫanda musulmantiyê tê, lê bingehê wê jî ew salên destpêkê û bandora diya wan e.

Ji bo famkirina kesatiyên me yî tevlihev famkirina van zaniyariyan zahf giring e. Bêguman ev ҫend gotinên despêka li ser vê babetê ne. Ger pêdivî pê hat dîtin, mirov dikare babetê hîn zelaltir bike.

Bi hêviya ku hûn gelek salên tijî aşitî bibînin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev