SERHATİYEK JI ZAROKATİYÊ

SERHATİYEK JI ZAROKATİYÊ

Memê Miksî 

Wextê ez zarok bi rastî gelek nerehet û welwele bûm. Ji ber vê yekê dixwazim di pêşerojê da serhatiyên xwe mîna Tom Sawyer a Mark Twain bikim pirtûk.

 

Di danê nîvroyê bû. Diya min di gel penirî, tefsiyek girar danî li ber min û şade rast kir ku nimêja nîvroyê bike. Beriya qameta xwe bîne, wekî her car çi diayên hatî di bîrê gotin û ji bo qametê destên xwe bilind kirin. Piştî wê dest bi fatha xwe kir, mirîşka me ya perexok da derî hat. Ji meşa wê diyar bû, mîna yê min qurqura zikê wê jî bû ji birçiyan; lema rasterast qesta sêhniyê kir.

 

Min xwe li mirîşkê kerr kir ka dê diya min çi bike. Belê, çawa dibêjim mirîşkê xwe li penîrê min baxweş kir. Hingî wê nikilek li kapa penîrê di tefsiya ‘elemon da dida, dengê fatha diya min bilindtir dibû.

 

Ji ber ew li ber çavê min wî nikilê merêz li wî penîrê pêz dide, ez baş têdigiham ku diya min ji mirîşkê zehftir ji min aciz dibe. Di dawiyê (mîna bibêje kuro bedîlkurto mirîşkê bajo) hew mi dît bi dengek bilind û bihêrs got:

” Siratellezîne en’emte eleyhiiim!”

 

Min got bi Xwedê çû ji min. Ya ji min jî hat, min destê xwe avête kitek pêlava xwe ya lastîk, daweşande newqa mirîşkê. Bi avêtina min ra mirîşk du bihustan bilind bû. Ewê bi derba min xwe di ser çîpanderê ra avêt çû, ji tirsa diya xwe min jî da li dû.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev