Dengbêja kurd ya binavûdeng Zarayê bi barê hezar kîloyî seredana penaberan kir

Dengbêja kurd ya binavûdeng Zarayê bi barê hezar kîloyî seredana penaberan kir

“Ez zanim ezê şeva sala nû çi bixwezim!”

ZARA (Zerîfa Paşa Mhoyan)

 

Sipasî bo Wezîreta Parastinê û Wezîreta Karên Der yên Rûsîya Federal û Nûnertîya Belorûsê ya Xaça Sor û hemû wan kesan, ku rê dane min ez seredana xwe a ser sînorê Bêlorûsê û Polonîyayê pêk bînim, alî penaberên ji Rohilata Nêzîk bikim.

 

Min dixwest hema berî Sala nû daxweza xwe pêk bînim. Û ez bextewar im, ku ew yek ji min ra li hev hat. Ez bawer im, ku bûyerên li cihanê diqewimin, tu kesî bêxem nahêlin. Bi hezaran penaber di rûyê nelihevîyên gêopolîtîkîyê li ser sînoran bêçare, di şertên seqema meha çile da mane.

 

Min pê ra gîhand bo 160 zarokan û 200 keç û jinan hediya berev bikim. Hema ewqas kes îro li kampên penaberîyê yên ser sînorê Bêlorûsê û Polonîyayê da nin. Barekî bi giranîya tonnayekê derket: hediyên sersalê, kincên germ, mandarînên bînxweş. Ez zanim, ku hatina min wê pirsgirêkê çareser neke, lê wê careke din bala civakê bikişîne ser xwe.

 

Ez dixwezim bawer bikim, ku sala nû wê halxweşîyê û aramîyê ji wan ra bîne. Ji jîyanê bi qîmettir tu tişt tune.

Miqatî hevdu bin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev