Panorama sala 2021ê!

Panorama sala 2021ê!

Şêxmûs Ozzengin

Me salek din bi êş, keder û tije pirsgirêk derbas kir. Nedîyarî a ajenda Rojhilata Naverast, hewlên terorê û Vîrusa Coronayê di seranserê salê de bibandor domkir. Wilo xuyaye ku ev rewş wê hîn jî bidome.

Di destpêka sala 2021 an de nûçeyek girîng, ku di berdewamîya salê de karesatên xerab ji bo Kurd û Kurdistanê tomarkir, derket ber me. Ew jî hemahengî û têkilîyên PKK bi Haşdî Şabî re bûn.

Di 10.01.2021 de li Bexda civînek li dar ket. Beşdarvanên vê civînê PKK, Haşdî Şabî, Ênîya Tirkmenan, Îran, beşek ji şîeyên Îraqê bûn.

Ev civîn, li dij destkevtinên Kurd û Kurdistanê, di nav stratejîya Îran û Tirkîyê de, bi hemahengî cîh digirt. Beşek mezin ji şîeyên ku li Bexda li dij destkevtinên Kurd û Kurdistanê tevdigerin, bi hemahengîyekê bi van beşdarvanên vê civînê re di tevgerê de mesajên xerab dida me. Di vê civînê de Alayên Îsraîlê û Emerîkayê jî hatibûn şewitandin.

Ji Bexda tehdîda li ser Kurdistanê; qutkirina mûçeyên pêşmergan, qûtkirina nift û dahatên Kurdistanê, tehdîda bi birçîbûn û qeyranan daxwaza terbîyekirina miletê Kurd û Kurdistanê bû. Pêşî lêgirtina Madeya 140, ev hemû ji yek navendê dihatin meşandin. Aktorên van qeyranên sîyasî Tirkîye û Îran e. Bandora Îran û Tirkîyê li Îraq, li ser herêmê, metirsîyek dîyar derdixist ber me û eşkere ku hêzên çekdar di armancên xwe de bikar tînin.

Piştî vê civînê di seranserê salê de PKK û beşek ji Haşdî Şabî her êrîş anîn ser Herêma Kurdistanê û pêşmergên Kurdistanê.

PKK di van êrîşan de, borîyên nefta Kurdistanê teqand û zerarên mezin da aborîya Kurdistanê. Êrîş anî ser hêzên parastina ewlehîya Kurdistanê (pêşmergan) û Kemîn li ber karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê danî. PKK, statûya Herêma Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê, wezaret û dadwerîya Herêma Kurdistanê, asayîşa Kurdistanê nasnake. PKK, ji bona têkbirina xaka azad xebatên xwe di seranserê salê (2021 an) de domand.

Grûbên Haşdî Şabî jî, çendîn caran bi Mûşekan Hevlêr û gundên derdorê, belafirgeha Hevlêrê kir hedef û herêma Kurdistanê tehdît kir.

Rojevek din a girîng, zîyareta Papa Francîz (08.03.2021) a Herêma Kurdistanê bû. Papa Francîz di daxûyanîya xwe a yekem de ji kurdan re got:

“Hûn Kurd miletekî pak in, we destê xwe yê bi rahm dirêjî van hemû pêkhateyên ayînî û netewî kiriye, ji bo min jî dua bikin.”

Avakirina jîyanek piralî û hevpar li Kurdistanê, bala Papa Francîz jî dikişand. Herêma Kurdistanê bi pêşwazîyek qedirbilind Papa Francîz pêşwazî kir. Papa Francîz di dewama daxûyanîya xwe de ev memnûnîyeta xwe bi van hevokan anîbû ziman.

“Gelek spas bo vê pêşwaziya mezin, ku we li min kir. Demek dirêj e min dixwest serdana Herêma Kurdistanê bikim. Kêfxweşim, ku îro bi daxwaza we hatim Kurdistanê. Gelek pêzanînên min hene di derheqa we û miletê we de. Tevî ku hûn di şer de bûn, we pêşwazî li koçberên Mesihiyên Mûsilê û deşta Neynewa û Qereqoşê û li pêkhateyên din kir. We himbêza xwe ji xrîstiyanan re vekir.”

Di sala 2021 an de jî beşek ji medya kurdan a civakî, li henber nivîskar, columnîst û şirovekarên Kurd bêrêzîyek sansorî a kêfî berdewam kir. Li ser vê jî min di 18.03.2021 de ev rewş anî ziman ku:

Di medya civakî de pirensîb û mafê nivîskar û mafê „bîr û rayên di nivîsê de ya nivîskar e.“ têt binpê kirin û nivîs têt bloqe kirin, lê bi zimanekî kîbarî dibêjin; „me nedîtîye, an jî me got belkû ji bo xwendinê we şandîye, an jî divê hûn sernivîsê biguherin, naverok ne li gor me ye“ û bi van metodan nivîskar dixin bin tayê sansorê.

Torên civakî, bi weşandina nivîsên wan jî, dixwazin nivîskaran bixin bin mineta xwe bê ku alîkarê wan bin.

Li ser berdewamîya êrîşên PKK yên ser Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmergên Kurdistanê, min di 11.06.2021 eşkere kir ku:

Ev herêm, ji terefê xwedîyên vî beşê Kurdistanê de, bi îradeya hêzên sîyasî yên vî beşê Kurdistanê; bi şer û berxwedanên dehan salan, bi cangorîya sedhezaran pêşmergan hatîye rizgar kirin.

Ev herêm xwedî statûyek navdewletî, navnetewî ye. Ev beşê Kurdistanê serwerîya xwe ji dîroka xwe, ji sazîyên civakî (Parlemento, hiqûq, peymana civakî, hêzên asayîşê, perwerdeyê digire).

Parlementoya Kurdistanê, hêzên asayîşa Kurdistanê; garantîya serwerîya herêma Kurdistanê, demokrasîya Kurdistanê ye. Tevdegerîn, rabûn û rûniştin, çûn û hatina vî beşî, îradeya vî beşî, di destê sazîyên hikûmeta herêma Kurdistanê de ye. Ev jî hêza xwe ji parlementoya Kurdistanê, ji dadgerîya Kurdistanê digire. Herêma Kurdistanê hêvîya pêşeroja miletê Kurd û Kurdistanê ye.

PKK bi israr vê îradeya miletê Kurd binpê dike. Nasnake û li ser vê axê mirovan dikuje! Êrîşan tîne ser hêzên asayîşê û aramîya herêmê têk dibe. Mirovan direvîne, dikuje, zîndan dike û hesab nade dadwerîya Kurdistanê. Yanî hêzek destbiçek û ne fermî ye û li henber aramîya Kurdistanê, serwerîya Kurdistanê xwedî armance û helwestek xerab girtîye. Armanc û meremên dijminên Kurd û Kurdistanê pêk tîne.

Rojeveke din a girîng ya sala 2021 an jî vekişîna Emerîka, NATO û NY ji Efganîstanê bû:

Emerîka di 21.08.2021 de vekişîna ji Efganîstanê destpê kir. Bi destpêkirina vekişînê re pir bûyerên dramatîk jî rûdan. Li ser vê vekişînê jî min ev şîrove di kuncika xwe de nivîsî. Beşek jê tînim bîra xwendevanan.

Berdevkê leşkerî yê Emerîka digot:

me kir nekir Efgan nebûn yek û me ji wan re artêşek modern, pirbiçek avakir, mixabin li henber Talîban şer nekirin û ji ber wê jî têk çûn“

Çawa Emerîka 20 salan bi îktîdarek diz û xwedî gendelî re xebitîye û ev rastîya Efganîstanê nedîye, ku bû sebebê serkevtinên hêzek tundrew?

Çima Emerîka û NATO li ser hestên netewî û niştimanî hikûmetek li Efganîstanê ava nekirin, ku li Efganîstanê civatek netewî û hevgirtî derkeve holê?

Çima Emerîka nebû alîkar, ku ji Efganan re dewletek netewî û niştimanî bêt ava kirin? Efganîstan dikarî bi rêka vê dewletê xwe biparasta ji êrîşan!

Dema ku dewletek netewî û niştimanî tine be, çima wê leşkerên Efganîstanê ji bona îktîdarên diz û xwedî gendelî şer bikin û bên kuştin? Em nikarin bêjin ku „Pisporên Emerîkî“ ev rastî ne didîtin.

Tam di virde divê em Kurd, Emerîka û têkilîyên bi Emerîka re deynin ber neşterê: 

Emerîka li her welatê ku mudaxale lê kirîye, ji bona berjewendîyên xwe bi hêzek îktîdarê re tevgerîya ye û di avakirina dewletên netewî û niştimanperwerî de xeteyên mezin kirîye. Li Îraqê û li Başûrê Kurdistanê jî Emerîka ev xeteyên mezin kir, ku Îran li Îraqê bibe desthilatdar. Hişt ku Herêma Kurdistanê dest û lingên wê girêdayî bimîne, ku mecbûrî Îraqê bibe.

Îro her Kurd divê bipirse, gelo ku Emerîka Îraq û herêma Kurdistanê, Roavayê Kurdistanê terk bike, wê Îran, Tirkîye, Sûrîye û tevgera Îslamî çi bîne serê Kurdan?

Gelo wê Emerîka ji bo me jî bêje; „me kir nekir Kurd nebûn yek û artêşek milî, niştimanî ava nekirin, ji ber wê destkevtinên xwe wenda kirin“(!) 

Di van demên germ de bi hatina serokê Fransa Emmanuel Macron re min helwesta Emerîka û hêzên Hevpeymanan a li henber Dewleta Kurd rexne kir û nexşerêya stratejîya azadîya Kurdistanê anî ziman.

Min di nivîsa xwe ya 29.08.2021 de dîyar kir ku:

Emerîka, li Îraqê jî ne serkevtî ye. Ev 31 sal e Emerîka li ser Îraqê dixebite. Du mudaxaleyên leşkerî li ser Îraqê bi bandor hatine meşandin. Ji hêla leşkerî de sîstemek dîktatorî li Bexdayê hat hilweşandin. Piştî hilweşandina sîstemê, li Bexdayê Emerîka xetayên mezin kir û nebû garantorê çareserkirina pirsgirêkên netewî, mezhebî û olî.

Destûrek pir baş û hêja, ku di serê grûban de bicîh nebûbe, wê herkes li gor rewşa hêza xwe şirove bike. Ev jî rê ji mudaxaleya dewletên herêmê re vedike.

Emerîka ji Îraqê re destûrek çêkir û hikûmetek ava kir, lê radestî Îranê kir. Ji bona mafê miletê Kurd nebû garantorek serwext. Rê û îmkan ji mezheba şîe re vekir, ku Îran li Bexda bibe desthilatdar. Ew girseya ku ji hatina Emerîkayê bo Îraqê re li çepikan dixist, îro dixwazin ku Emerîka ji Îraqê derkeve û Îraq radestî Îranê û Tirkîyê bibe. Sebebê vê Emerîka bi xwe ye.

Di Rojhilata Naverast de bê çareserkirina pirgirêka Kurdistanê, ti rê û rêbazî, aramî naçin serî. Bawerîya min ewe ku Fransa û dîplomatên Fransî, di warê rola pirsa Kurd û Kurdistanê de, di Rojhilata naverast de xwedî agahîyên rast in û ji mejûyê leşkerî bêtir, bi mejûyekî sîyasî, civakî tavdigerin. Fransa baş dizane ku bê çareserkirina doza Kurdistanê, Rojhilatek naverast a di aramîyê de bijî xeyalek e.

Di 10.10.2021 an de li seranserê Îraqê hilbijartinên pêşwext a Meclîsa Federal ya Îraqê çêbû. Kurd jî beşdarî van hilbijartinan bûn.

Ji ber nakokîyên mafên destûrê, ku derbasî jîyanê nebûne, di navbera hikûmeta Federal a Îraqê û herêma federe ya Kurdistanê de pirsgirêkên mezin hene. Van pirsgrêkan jî destûra Îraqê dixe bin metirsîyê.

Min li ser dewleta Federal a Îraqê, di dema hilbijartinan de ev anîn ziman:

Li Îraqê pir hêzên sîyasî hene ku xwedî hêzên çekdar in û ev hêz piranîyên wan ne yasayî ne. Erk û hêza xwe di ser yasayan re dibînin. Ev hêz destûr û yasayan nasnakin. Ev hêzên çekdar, çeka destê hêza sîyasî a li Bexda desthilatdar e. Ev jî serwerîya dewletê dixe bin tehlûkê. Bandorek çekdar a ne yasayî bi destê sîyasetmedaran li henber bicîh bûna sazîyên dewletê têt bikar anîn. Serwerîya dewleta federal dixe bin tehlûkê. Destûrê dixe bin bandorek totalîter û milîtarî.

Li ser Rojeva Kurdistanê û çareserîya pirsgirêkan di nivîsa xwe a 03.11.2021 de min anî ziman ku:

Di navbera Dewleta Federal a Îraqê û Herêma Kurdistanê de, di asta destûrê de pir pirsgirêk hene, ku nehatine çareser kirin. Yek ji van pirsgirêkan jî, ji Şingalê bigire heta Xaneqînê, Kerkûk jî di nav de, 40 ji % axa Kurdistanê, herêmên bi problem in. Divabû berî bi 13 salan, bi referandûmê pirsgirêka van herêman bihata çareser kirin. Nehat çareserkirin û DAÎŞ li van herêman bicîh bû. Dewleta Îraqê jî van herêman naparêze û ji hêla ewlekarîyê de jî asayîşa herêma Kurdistanê dixe bin tehlûkê.

Dermanê çareserkirina pirsgirêkên destûrî yên di navbera dewleta federal a Îraqê û Kurdistana federe de, serxwebûna Kurdistanê ye. Bi îlankirina serxwebûna Kurdistanê re pirsgirêkên destûrê tên çareser kirin.

Di 09.11.2021an de li koçberan nivîsek min derket:

Di seranserê sala 2021 an de jî pirsgirêka koçberan berdewam kir. Bi hezaran di deryayên bê binî de termên wan wenda bûn û mirin. Li ser sînoran perîşan man. Beşek ji van koçberan ji ber şer, ji bona dîtina derfetek debarê, xaka bav û kalên xwe terk dikirin. Piranîyên van koçberan ji welatên misilmanan, ber bi Ewrûpa de, rêya jîyanek ku vegera wê tineye didin ber xwe û dixwazin xwe bavêjin bextê welatên Ewrûpayê. Ev jî rewşa welatên îslamê derdixe ber me.

Bi van hestan ez, sala nû li we xwendevanên hêja, miletê Kurd û Kurdistanê pîroz dikim. Bi hêvîya salek têr û tije serkevtin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev