XEMXUR

XEMXUR

Haluk Agirîn

 

FEWZÎ BİLGE, hostayekî xêzikan, xwediyê kurmanciyeke tekûz û zanîneke têr û tijî li ser dîrok û çanda me, fîgurekî sempatîk û delal afirandiye: XEMXUR.

 

Xemxur dikare wek lawkê swêdî Nils roleke baş bileyze. Sed û panzde (115) sal berê kurikek bi navê Nils, di romaneke nivîskara swêdî ya navdar Selma Lagerlöf da, karekî hêja dike.

 

Romana Lagerlöfê ne tenê wek roman, lê her wisa wek pirtûkeke erdnigariya Swêdê jî bi dehsalan li mekteban tê xwendin.

 

Lawikê swêdî ji bakur heta başûr seranser welatê xwe dide naskirin, li ser pişta qazekî. Ji ber wê gelek fîlm, fîlmên karton tên afirandın. Li 60 zimanên cîhanê tê wergerandin.

 

XEMXURÊ Fewzî Bilge dikare roleke wisa mezin bileyze, bi texmîna min. Dikare di şerê li dijî asîmîlasyonê da pir kêrhatî be.

 

Ji Fewzî Bilge û Xemxur re emrekî dirêj dixwazim, sersala wan pîroz dikim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev