Yekrêziya kurdan, rexne û Şivan Perwer

Yekrêziya kurdan, rexne û Şivan Perwer

Suleiman Sulevani

 

“Di hiqûqê de dema ku mirov mafên kesên din binpê dike sûcdar e.

Di etîkê de heke tenê bifikire sûcdar e.”

Immanuel Kant (17241804)

 

Di van rojên dawî de gotubêjeke gurr û rexneyên dijwar ser axivtinên Şivan Perwer hene. Gelek kesayetî û nivîskarên kurd dîtinên xwe anîn ziman. Ji van nivîsînan hinek pir hêreşker, subjektiv û bi kîn in, lê piranî objektiv û bi zimanekê lojîk û nerm hatine nivîsîn. Mijar hestyar e û ew me hemûyan têkeldar/eleqedar dike û loma bêyî idda rastiyan bikim, min jî xwest hine dîtinên xwe bînim ziman.

 

Pêşî gereke ez bêjim ku mafê her kesekê kurd/nekurd heye rexnan bike, dîtinên xwe çi sivik çi dijwar bîne ziman. Mirov azad e bîr û baweriyên xwe ser her mijareke bi giring bibîne, bêje. Bi şert û mercê ku mijar bi bingeh be, bê edeb nebe.

 

Hine video û nivîsînan dibînim qet arîkariya pêşveçûna me kurdan nakin, niqaş bûye polemîk û ew ne saxlem e, ne xêrxwaz e, hin caran derveyî sinûrê moralî ye û ti fêda kurdan têde nîne, ne Êzdî û ne Misilman. Fanatik û trolerên herdu aliyan bi çekê nezanî, dijminatî û nexêrxwaziyê amade ne û nêtxirabiya xwe bêşerm nîşan didin, helbet ev derfeteke zêrîn e jibo neyar û dagirkerên Kurdistanê, ew siyaseta Perçe bike û hukum bike (divide and rule) pir baş bikartînin. Baş xirab sosyalmedya rê daye her kesekê dîtinên xwe aşkere/anonîm bêje, mixabin hin caran hine nivîskarên kurd jî dikevin wê telê/xefikê û zimanekê nizm bikartînin lê ew kêm in.

 

Hinek êzdî dibêjin ”em ne kurd in”, lê ew ne problem e, zimanê wan kurdî ye û kes bi zorê nabe kurd, bila rêya wan vekirî be, ew jî weke gelek kurdên misilman yên dibêjin em tirk, ereb û faris in. Mirov dikare ola xwe biguhere, lê nikare netewa xwe biguhere, kurd êzdî ne û êzdî kurd in, ev rastiya haşa lênekir e û weke pêşiyên me gotine ”çem bê çeqil nabe”. Rojek wê bê çemê me jî wê kêm çeqil be.

 

Erê, her kes azad e dîtinên xwe bîne ziman, lê mijar ji hedê xwe derket û êdî ji zerar û xirabiyê tiştekê din jibo kurdan tîneŞivan Perwer di semînera li ser ”Huner û Nasname”yê de (26.12.2021) karekê ne baş kir, wî di wê semînarê de bi stîlekê kirêt gotinên xwe kirin, dibe nêta wî ne xirab be, lê xirab derket, xirab hat dîtin, xirab hat bihîstinGunehkar jî Şivan bi xwe ye, wî dikarî bi aramî û hêminî dîtinên xwe bi awakê avaker û şaristanî bike, lê wî nekir. Di wê semînarê de pirs û gotinên xortê êzdî gelek hêja bûn lê bersiva Şivan ne normal û xirab bû. Paş jî piştî rexnekirina wan gotinan ew careke din bi videoyê derket (02.01.2022) û di şûna rastkirina gotinên xwe, wî xirabtir kirwî bi rûyekê tirş, dengekê aciz, enîguvaştin û çavtûjkirin mîna digel grupeke mirîd û şagirdan biaxive, gotinên xwe dubare û dijwartir kir. Anîna navê Babaşêx û hin kesayetiyên din yên êzdî û rexnekirina rîtual û hin taybetiyên wan, ne karê Şivan e û ne bi wî rengî.

 

Ez digel gotinên prof. Ilhan Kizilhan de me dema dibêje: ”Çi dibe bila bibe, tenê Êzîdî dê li ser dîrok û siberojiya xwe biryarê bidin. Ev ne karê Şivan Perwer û kesên din e”Ev ne tenê têgehiştina birêz Ilhan Kizilhan e belku hema bêje hemû Êzdiyan e . Û loma di rewşa kurdan de normaltir e êzdiyek, misilmanek yan her oleke din be; ew rexne li urf û adetên xwe bike, pêşniyaran bike û daxwaza reforman bike û hine canik û camêr dikin jî.

 

Êzdî hêvin û resentiya kurd in, wan ziman, kultur û gelek hêjayên kurd parastine û hêjî diparêzin. Intelektuelên Êzdiyan bi qasî Kurdistanekê ked û xebat kirine û hêjî dikinKurdên rast û durust, ferq nake çi ol be, weke ergekê netewî û mirovahî gereke her kurdek xwedî li vê ola kurdîya resen derkeve û wê biparêze weke bîbeka çavên xwe. Kes ne dij xêrxwazan e, lê reform karê êzdîyan bi xwe ye, yê civata ruhanî ye, yê rewşenbîr û intelektuelên êzdî ne.

 

Mirov nikare hunermendiya Şivan, ked û xebata wî jibo kurd û Kurdistanê piştguh bike, piraniya gotin û suhbetên wî yên berê pir maqul û lojîk bûn, rexneyên wî yên civakî dij kevneşopiyê piranî di cih de ne, lê çima Şivan nuha van axivtinan dike, bi çi mebestî û jibo çi? Ev cihê pirsê ye! Diyar e di van dawiyan de ew ji xeta xwe derket û ji hunermendekê netewî, xwe kir provokator, navend û navgîneke kirêt. Ne dûr e hin derdor dîrekt/indîrekt wî paldidin wan gotinan bike ku ti xizmeta kurdan têde nîne.

 

Kesê kurdan jihev veqetîne her çend bi mebest û niyeteke baş be jî bi navê rexneyên civakî, lê di rastiyê de ew xwe û kurdan dike qurbanî dijminên kurdanDi videoya xwe ya 02.01.2022 wî dikarîbû bi stîl û zimanekê xweş lêborîna xwe ji kurdan û bi taybetî civata Êzdî bixwaze, ku şaşî û netêgehiştinek çêbûye, mesele kiz û aram dibû, lê wî nekir, belku xirabtir kir û şûna kilkirina çav, çav har û kor kir.

 

Ez ne digel gotinên Şivan Perwer im û wan antî-yekrêziya kurd dibînim lê hêrişa ser wî, bêedebî û bêrêziya hemberî wî jî baş nabînim, şaşî bi şaşiyeke din nayê rastkirin.

 

Kêşe û problemên kurdan, ne êzdî ne û ne Şivan e, enerjî li ser navnîşan û adreseke şaş tê xerckirin. Ev gengeşî êdî nexweş û bêçêj dibe û diyare gelek dijiminên kurdan li ser vê pêla hestyar siwarbûn û ew bi hemû hêza xwe dixwazin nejijî, tansiyon û dijwariya di nav kurdan de bêbin û kûrtir bikin.

 

Lê ew ê bisernekevin kurdan bikin dijminên hev, miletê kurd ji dek û dolabên wan mezintir e. Bi hêviya zana, xêrxwaz, hişmend û intelektuelên kurd, ew ê yekrêziya xwe xurttir bikin û doza xwe bilintir bikin û ev bahoza çêkirî jî wê vemire, bibe ders û dîrok.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Suleiman Sulevanî

Suleiman Sulevanî ji Başûrê Kurdistanê, bajarê Mûsilê ji dayîk bûye. M.Sc di arkitektur/mimarî da heye. Di gelek kovar û malperên kurdî da nivîsîye, wek Nudem, Avaşîn, Avesta, Diyarname, herwiha weke kolumnist di Netkurdê da demekê nivîsîye. Niha li Swed dijî.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *