DEKÛDOLABÊN MEMÊ ALANÊ ROMÎ Û HEMKARÊN WÎ YÊN LI TAXA MÎRAN -1

DEKÛDOLABÊN MEMÊ ALANÊ ROMÎ Û HEMKARÊN WÎ YÊN LI TAXA MÎRAN -1

Nivîskarê malpera me birêz Raif Yaman lêkolîneke xwe

a kêrhatî û kardar ji malpera me ra şandîye.

Em sipasîya wî dikin û jiber dirêjbûna vê lêkolîna kûrfikir û dagirtî

em wê dikin 3 beşan û ji îro pê va sê rojan dû hev di rûpelên malpera xwe da çap dikin.

Fermo, îro beşa wê a pêşin bixwînin.

Raif Yaman, lêkolînkar

 

Destana Memê Alan li gelek deverên warê kurdan di nav gel da tê zanîn. Çiqas rind tê zanîn tiştekî din e. Çiqas jê baş hatiye têgihîştin bi rastî bi guman e. Ji nîvê dawîn ê sedsala 19an bi vir da kêm be jî meriv rastî karên akademîk ên li ser vê destanê tên. Ji van karên akademîk ên têra xwe berfereh yek jî bê guman ji alî Roger Lescot ve hatîye kirin[1]. Şiîra metnê esasî yê varîyanta destana Memê Alan a ji vê lêkolînê ra bûye babet ji alîyê dengbêj Mîşo[2] ve hatiye nivîstin, Celadet Alî Bedirxan ewdaye Roger Lescotyê ku cara pêşîn sala 1942an li Beyrûtê ev berhevok bi kîtabkî weşandîye[3]. Ji pêşgotina kîtaba wî rind tê têgihîştin ku Roger Lescot tenê bi metnê ji Mîşo hatîye girtin qîma xwe nehanîye, bi hawayekî berfereh li ser gelek varîyantên din ên hatine nivîsten jî xebitîye. Di vê destanê da rastîyek tahl a berbiçahv heye. Bi derewên şîrîn veşartina vê rastîya tahl, bi gotinek din xwexapandin û xapandina miletê xweya bi çîrok û çîrvanokek eşqê rûdanek berbiçahv e. Rastîya tahl a di destana Memê Alan da mîna jahra di nav hingiv da ye. Ev dekûdolaba Romê ya ji bo dawîhanîna Mîrektîya Cizîra Botan, mîrektîya dawîn a kurdan, di nav çîrokek eşqê da bi zanetî hatîye veşartin.

Dema meriv bi hawayekî berfireh bala xwe dide rûdanên di destana Memê Alan da meriv rastî sosretiya ji îxaneta merivên ji malaMîrê Cizîra Botan tê. Di destanê da bêrûmetî û îxanet li ser navê mêvanperwertî û eşqek çîrokî hatiye veşartin. Gelê Cizîrê yê welatparêz û bi rûmet bi zanetî bi navê diz, keleş û ebeboz hatine piçûkxistin. Xayîntîya pismamên Mîr Ezîn yên eşqîya, qatil û mêrkuj bi zanetî hatîye veşartin. Memê Alan mîna pirranîyakarger û rayedarên dewleta xwe, dewleta Roma Reş,ji jor da li gelê Cizîrê dinihêre. Wan piçûk dibîne. Hemî Cizîrîyên xwastine ew lê bibe mêvan bi sifetên bodelatî, dêhnitî û kêmaqiltîyê bi nav kirine. Meriv ji bersîvên wan jî têdigihê ku zengîn ninin, lê têra xwe bi rûmet û jîr in.Gotina şênîyekî Cizîrî ya ku tê da dibêje “Di roya teng da namûs bi der tê ji feqîran pirtirî began û aẍane.” bi rastî gelekî manedar e. Mem û va Cizîrîyê bi sifetê “êsîr”jê hatîye qalkirinji hev ra van gotinan dibêjin:

Memî got: “Bira, bila dilê te nemîne, ev bajarê we bajarê bodelan e,

Merî ko hate derekê, elbet heye qonaẍa ko lê bibe mêvane.’

Gava ev êsîr dît ko Mem qet nabihise û peya nabe bi şorane.”

Got: “Bira, madam tu peya nabî li malê feqîr û xizanane,

Digerî li malê mezin û qonaẍ û gedûkane,

Di roya teng da namûs bi der tê ji feqîran pirtirî began û aẍane,

Eger cihê min î fireh tune be jî, qene ez dikarim nîşanî te bidim pir cihane.” (rp. 94-96)

Memî got: “Biran, ez dikim şorekê bikim, bila tiştek nere dilê we giştikane,

Mîna ye ko va bajarê we, bajarê kêmaqil û dînan e,

Ma merî ko dare derekê, yanê adeta xelkê we ko rastî kê hat, here mala wane?” (rp. 116)

Her sê Celaliyên bi navên Hesen, Çeko û Qeretacîn ên pismamên Mîr Ezîn û qaşo harîkarênwî nin, lê bi hawayekî berbiçahvji wî pirtirberdestên Romê û xulamênMemê Alanê Mixribînin.

Dengbêj ji bo Memê Alan mîna kurdekî dilsoz nîşan bide çi ji destê wî hatiye kiriye. Dema meriv destanê dixwîne rind têdigihê ku alaqa Mem bi kurdîtîyê ra tune ye. Dîya wî Qureyşî ye, bavê wî Mixrîbîyekî aslê wî ne dîyar e, navê wî Memê Alan e. Alan qewmekî qedîm e. Îro eşîrek kurdan a bi navê Alan heye. Eşîra Alan li welatê Serhedê dijî, lê Memê Alan li Bajarê Mixribê, bi navê xwe yê rastîn li bajarê Stenbolê ji dayîk bûye. Bi kurtûkurmancî kesekî bi aslê xwe têra xwe tevlihev e. Roger Lescot di pêşgotina kîtaba xwe ya bûye mijara vê lêkolînê dali cihekî dibêje aslê Memê Alan ne dîyar e, li cîhekî din jî dema gotina Alan a Memê Alan û qewmê Alan dide ber hev dibêje Memê Alan kurd nine. (rp. VI)Di destanê da eşkera tê dîtin Memê Alan ji bo karê dewleta wî dayêye pêk bîne hatîye Cizîrê. Ji bo bigihê meqseda xwe jî Zînê bi kar tîne. Her çi qas mîna gayê li pey manga bi ga li pey Zînê xwîya bibe jî, di rastîya xwe da ji bo wî Zîn mane ye, bûndina walîtîya Cizîra Botan şahane ye. Bi rastî heker çawa di destanê tê gotin ew qas dilê wî di Zînê da hebûya ew dê li Kanîya Qestelê ew li hespê xwe yê bi navê Bozê Rewan suwar bikira û bibira bajarê Mixribê. Lê tenê pê dilîze, û paşê bi Çeko û Qere Tacîn ra vedigere mala wan ji bo karê xwe yê aslî pêk bîne. (rp. 234-236) Ji bo vê yekê jî serî li her dekûdolabî dide.

Beko û qîza xwe bi gelê Cizîrê yê welatparêz ra ji bo rûmeta Mîrê Cizîra Botan biparêzin, ji bo berjewendîyên Mîrektîyê biparêzin, ji bo milletê kurd ji neyarên wî biparêzin û nehêlin Memê Alanê Mixribî yê ji alî dewleta Romê ve ji bo bi fenûfûtan bibe walîyê Cizîrê bi ser bikeve çi ji destan tê dikin.

Dengbêjê bûye dildarekî Romê van merivan bi navê şeytan, diz, ebeboz, keleş û gotinên din ên nerind bi nav dike. Dengbêjê cara pêşîn ev destana eşqa derewîn a Memê Alan ê Mixribî û Zîna Zêdan a Cizîrî, bi gotina rast dekûdolaba Romê bi strankî gotîye bê guman zanibûye çi dibêje. Lê dengbêjên li pey dubare û nizanim çend bare kirine mîna gelek merivên bi nihêtek pak pesnê vê destanê dane meriv nikane bibêje ji vê rastîya tahl haydar bûne. Dema Saddam qirrkar (genocide maker) sed û heyştê û pênc hezar kurd qirr kiribûn, û hîna xwîna wan sar nebûbû min bi guhê xwe ji dengbêjekî dengqirêj ji Radyoya Baxdayê strana “Saddam bavê şêran” guhdarî kiribû. Dengbêjên bi vî awayî her dem li her dewletê henin û bê guman dengên xwedîyên xwe nin. Di tarîxa kurdan da gelek kesên bi helwest û manên stranênstrînin qenc dane zanîn ku ew ji dengbêjan zêdetir dengqirêj û dujminên qewmê xwe ninb. Ev dengqirêj berê hebûne, îro henin û wer xwîyaye ewê sibe jî hebin.

Bi awayekî berbiçahv ji destanê tê têgihîştin ku Memê Alan ne kurd e, Romî ye. Sebeba ku ew qas zêde jê ra“Memê Alan padîşahê kurdan e”hatîye gotin ji bo veşartina romîtîya wî û karê wî yê berbad ê ji bonê şandinê Cizîrê pê ve tiştekî din nin e. Li ser gustîra wî bi hawayekî çîrok û çîrvanokî hebûna nivîsa “Memê Alan Padîşahê Kurdan” jî dîsa derewek ji bo veşartina rastîya nasnama wî ye.Di destpêkê da, bi gotinek din berî were wezîfedarkirin haya Mem ne ji Cizîra Botan ne jî mîrektîya wê heye.Şeva bi hawayekî çîrokî Zîna Zêdan di hoda xwe ya raketinê da nas dike nezantîya xwe ya di derbarê Cizîrê da wusa dihîne zimên:

Bajarê ko tu dibêjî, Bajarê Cizîra Botan e.

Min di emrê xwe da ne ew dîye bi çavane,

Ne jî bihîstiye bi guhane. (rp. 32)

Memê Alan di derbarê Cizîra Botan da qet tiştekî nizane, lawê xaltîya wî û destebrayê wî Beglî yêqaşo serdarê 1500 xortên kurdan ejî rîya Cizîra Botan nizane:

Gote wan: “Hon çi rûniştine li van deran e?

Mala me şewitî, hêviya me ne ma li erdane.

Nizam ko çi li Memî qewimiye, bûye mîna bodelane.

Dixwaze berê xwe bide bajarê Cizîra Botane.

Kesî me ev rê ne diye bi çavane,

Ne jî bihîstiye bi guhane.

Mem dike bi vê rê da here, bê haya we giştikane.

Çûyîn bi dev gengaz e, lê veger ne bi destê meriyan e.” (rp:54)

Bavê Memê Alan jî nezantîya xwe ya di derbarê rîya Cizîra Botan da wusa anîye zimên:

“Bavê kal nihêrî ko ji derdê Memî ra nikare bibîne tu çarane.

Got: “Belkî em bikari bin jê ra peyda bikin rêber û delîlane.”

Emir da xulaman, got: “Bang kin delalane,

Bila bigerin li nav bajarê Miẍribiyane,

Ko kî bizani be riya Cizîra Botane,

Ezê çavên wî têr kim ji zêran e.” (rp. 56, 58)

Li cihekî behsa tiştekî zêde bê kirin tê wê manê ku li wê derê kêmasî an jî tunebûna wî tiştî li ser merivên li wir dijîn xwedî tesîrek giran e. Her çiqas dengbêj paşê ya dilê xwê pê bide gotin jî, Carîya Zîna Zêdan a bi navê Rihan di destpêka axaftina xwe ya bi xulamekî mala Hesen, Çeko û Qeretacîn, her sê birayên eşqîya û qatîl, ra derewbûna padîşahtîya Memê Alan bi van gotinan tîne zimên:

Cariyê got: “Wey ko di mala bavê te keve arê Xwedê, bi heft ciyane!

Meri evqas dike vir û derewane!

Te di kû ra anî vir padîşahê Kurdane,

Navê wî lê kir Memê Alane?

Va tiştê ko tu dibê, me ne bihîstiye bi guhane.

Ma ko padîşah werin, wê li mala Mîr Ezîn bibin mêvane.

Çi îşê wan heye li mala eşqiyane?

Çima li min dikî derewane? ( rp:130)

Dema padîşahê welatekî diçe cihekî li mala mezinê wê derê dibe mêvan, ne li mala hinekên din. Ûsila dunyayê bi vî hawayî ye. Ji îsrara Mem a çûyîna mala van her sê eşqîyan meriv tê derdixe ku eleqa wî bi padîşahtî û siltantîyê ra jî tune, tenê wezîfedarekî ji malek nêzdîkî padîşahtîya Romê ye, û ne ji bo eşqa Zînê ji bo bibe walîyê Cizîrê bi destê dewletê hatîye şandin.

Kurdan ji dema medan bi vir da ji kesên li ser textê xwe ra key gotine. Navên Key Dîyako, Key Qûbad, Key Xusrew û yên din vê rastiyê tînin zimên. Sebeba di şûna peyva muxtar a ji erebî ketîye kurdî da li nav gel hîna jî hebûna peyva keya ji wan deman maye. Persan ji mezinên xwe ra şah gotine. Ji bo xwe ji persan mezintir bidin xwiyakirin Romîyan jî ji yên ser textê xwe ra padîşah (bavê şah) gotine. Di destanê da “Memê Alan padîşahê kurdan e” tê gotin. Ji rastîyên nasnama romîtîya Memê Alan nîşan didin yek jî, bê guman ev gotina padîşah e.

Bajarê Mixribê yê çîrokî di rastîya xwe da Stenbol e. Hema hema hemî sifetên di destanê da pê qala vî bajarî hatîye kirin bi hawayekî eşkera Stenbolê tînin zimên. Dema Memê Alan ji Zîna Zêdan ra qala bajarê Mixribê dike rasterast Stenbolê dide nasîn:

Qey koranî bi çavê te de hatiye. Tu serê xwe derxe, ji xwe re binêre li behra û dengizane,

Binêre li orînê qeptana û li tikîna gemîyane.

Ji min re dibêjin Çeleng Memê Alane,

Xwerziyê Şêxê Qureyşiyane,

Braziyê Emer begî û Elmas Begî, siltanê Kurdan e.

Vira bajarê Miẍribiyan e,

***Bajarê Miẍribê bajarekî ezîm î mezin û pir î grane e.

Li ser heft çiyan e,

Li ser sê sid û şêst û şeş qapiyan e.

Her qapîkê li ser sê sid û şêst û şeş walîlixan e,

Her mihelekê li ser sê sid şêst û şeş camiyan e.

Her camîkê, sê minarê zirav tê de ne, tu dibêjî qeytan e.

Li serê minara dibe pirinê mûmiyan û meşelane.

Wexta dinya dibe berê sibehê, mele banî dikevin serê minarane,

Dibe şiqînê wane,

Dengê wan mîna ye dengê şalûlan û bilbilane.( rp. 32)

Her kes dizane ku Stenbol li ser 7 girî ava bûye. Hunermendên muzîka turkan jî di stranên xwe da qala van 7 giran kirine. Zülfü Livaneli di strana xwe ya bi navê “Karlı Kayın Ormanı” da bi turkî dibêje: “Yedi tepeli şehrimde bıraktım gonca gülümü”. Kurdîya wê wusa ye: Min gula xwe ya bûkik li şarê xwe yê li ser heft girî hiştîye.Ji gotinên Memê Alan pê vî bajarî dide nasandin meriv bi hêsanî têdigihê ev şar paytextê dewletek mezin a musulman e. Stenbolê li rojavayê warê kurdan e. Ji ber vê yêkê bi navê bajarê Mixribê hatîye binavkirin. Mixrib gotinek erebî ye, bi kurdî tê mana rojava. Piştî Stenbol ji destê Roma Rojhilat derketî gelek camî lê hatine çêkirin. Bi camî, minare û melên xwe bi nav û deng e. Piştî serdestîya Roma Rojhilat jî zulma li ser kurdan neguherîye. Ji ber vê sebebê kurdanzalimên rojavawî her dem bi navê Romî û  dewleta wan jî bi navê Rom û Roma Reş bi nav kirine.

Di destanê da tê gotin ku rîya Cizîrê rîya 6 mehan e, lê ev rê bi beza hespê efsanewî, kurrîyê deryayê Bozê Rewan rîya 15 roj û 15 şevan e. (rp. 70) Îro rîya papûrê ya Cizîr û Stenbolê 1607 kîlometro ye. Hespek dikane di saetekê 48 km here. Heker merivek di vê rîya papûrê ra bi hespê ji Cizîrê here Stenbolê û rojê 6 saet jî bêhna xwe vede  rê nêzdîkê 45 rojan digire. Suwarên hespan her dem di rîyên nêzîktir ra diçin. Xwîyaye ji bo pesnê Bozê Rewan bide dengbêj rîya nêzdîkî mehekê 15 roj û panzdeh şev nîşan daye. Dûrbûna Cizîr û bajarê Mixribê jî dûrbûna Stenbolê ya ji Cizîrê nîşan dide. Ji ber ku karvanên bazirganan hêdî diçin, dibe ku gotina rîya 6 mehan jî ji dema rêwîtiya wan hatibe girtin. Wer xwîyaye ji bo ferqa beza Bozê Rewan û hespên din nîşan bide ev dem bi zanetî zêde hatîye nîşandayîn.

Kesê di destanê da bi navê Xocê Xidir (Xizir) û Kalo hatîye binavkirin bibe nebe zanekî dewleta Romê ye. Ji kargertîya Mîrektîya Cizîra Botan xweş haydar e. Dema pendan li Mem dike, zanetîya Beko jî tîne zimên û jê dixwaze xwe ji wî û qîza wî biparêze. Ev Xocê Xizir ê Romî rind dizane ku Beko ji bo Mîrektîya Cizîrê û rûmeta Mîr biparêze çi ji destan were texsîr nake. Di karê xwe yêwezîrtîya Mîr da rojekê jî şaşitî nekirîye. Pendên Xocê Xiziryên li Memê Alan bi kurtî ev in:

Kalo got: “Memo, kurê min, tu diçî Cizîrê ji bona Zîna Zêdane,

Di nava we de heye eşqeke dilane.

Min divê li te bikim çend şîretane.”

Memî got: “Bibê, li ser serê min û her du çavane.”

Kalo got: “Gava darî ber şetê Cizîra Botane,

Şet î pehn û mezin e, li ser nînin kelek û darê gemiyane,

Ji alî din radibe dûmane,

Kelîşo daniye qîza Bekoyê Şeytane,

Dixwaze ko te bixapîne bi navê Zîna Zêdane,

Lê tu bawer meke; ew qîza Beko Awan e.

Bavê wê zaniye ko tuê herî bajarê Cizîrê, bi kitêba remlane.

Qîza xwe şande pêş te, dike te biqelibîne li gola xwiniyane.

Bibe sebeba serê te û Bozê Rewane.” ( rp. 70)

 

(beşa duduyan sibê bixwînin)

 

[1]Lipêşgotina kitaba RogerLescot, rp. I-XXVbinihêrin

[2]Mîşo dengbêjekî ji je eşîra Berazîyan e, li bajarê Meqtelê yê Sûrîyayê jîyaye.

[3]Roger Lescot, Textes Kurdes, Deuxième Partie, Mamé Alan, Institut Français de Damas, Collection de Textes Orientaux, Tome 1, 1942, Beyrouth

Riataza

Derheqa nivîskar da

Raif Yaman

Raif Yaman ji Diyarbekirê ye. Li Universita Enqerê Filologiya Fransizî xwendiye. Li Universita Artuklu ya Mêrdînê li ser ziman û cultura kurdî master kirîye. Du kitêbên hozanan û gelek nivîsên edebî, linguistic û politic nivîsîne. Bi kurdî, turkî, fransizî, îngilîzî û almanî dizane. Bengîyê zar û zimanê kurdî ye…

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *