KURDÊN KURDISTANA BAKUR JI BO ZIMANÊ KURDÎ KAMPANYA VEKIRINE?

KURDÊN KURDISTANA BAKUR JI BO ZIMANÊ KURDÎ KAMPANYA VEKIRINE?

Haluk Agrîn, mamostayê zimanê kurdî

 

Behsa kampanyayekê tê kirin, kampanya ku bang li dê û bavan dike da ku zarokên xwe ji bo dersa kurdî wek derseke hilbijartî bidin qeydkirin. Hin rewşenbîr û nivîskar di vî warî da pêşniyaz û temenîyên xwe li ser malperên xwe yê înternetê belav dikin û xwe bi xwe (û yên ku zaten hişyar in) dixwînin.

 

Niha piştî ku tenê hefteyek maye ji wadê qeydkirinê re, HDPê jî bangewazek belav kir û vê daxwazê dike. Tiştekî baş e? Helbet ku samîmî be baş e. Ku ji dil be, ne ji bo xapandinê be; ne tiştekî demî yê çavboyaxkirinê be; û ne tenê ji bo dengstandinê manevrayeke siyasî be baş e, him jî pir baş e. Lê ez bi xwe ji gotin û kirinê wan bawer nakim. Ev qet daxwaz û paradîgma wan nîne hetta ew alîkariya projeyên helandina kurdan dikin. Hatina pêncşemê zûda ji çarşemê dîyar bûye… Xwezî ez şaşbûma…

 

Di van çend deh salên dawîn da, li cîhanê li ser dewlemendbûn û kevinbûna zimanê kurdî gelek lêkolîn û xebatên akademîk yên girîng derdikevin. Him di aliyê kevinbûn û him jî di alîyê dewlemendiya peyvan da zimanê me tê pesinandin. Lê di eynî demê da, ev ziman (û pê ra jî kurd) di nav bêdengiyekê da tên helandin, yanî tên kuştin, tunekirin. Him li ber çavê kurdan him jî li ber çavê dunyayê ev tişt diqewime.

 

Ev yek ji cîhana medenî ra ne xem e, loma lê xwedî dernakevin, çawa lazim e wisa piştgiriya xwe nîşan nadin. Ew xwe li bêdengiyê datînin, çimkî kurd bi xwe li zimanê xwe xwedî dernakevin bi qasî ku lazim e. Çimkî kes kurê bavê kurdan nîne ku li şûna wan şerê li dijî asîmîlasyonê gurr bike, piştgiriyê bide. Çimkî kes naxwaze menfaetên xwe ji bona kurdan têke xeterê…

 

Asîmîlasyon bi her awayî wêranker e; Çimkî ziman bi rola xwe, ji navgîniya ragihandinê pir wêdetir e; ew kevneşopî, dîrok û bermayiyên serpêhatiyên mirovî dihewîne û ku ziman mir qet careke din nayên vejiyandin.

 

Hîna jî ji bo sekinandin yan jî qet nebe hêdîkirina çerxa asîmîlasyona dewleta tirk wext heye. Ku yên xwediyê têgihîştina mîllî, welatparêzên rasteqîn in, divê dest bidin hev, bi têkoşîneke bi aqil, bi rê û şêwazên xebata sîvîl bikin hingê şans heye. Li dunyayê nimûneyên weha gelek hene. Lê mixabin heta vê gavê ev yek li welatê me xuya nake. Lê divê em ji bona vê bixebitin weke camêran, weke miletên din û bê hêvî nebin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *