Berhemên kurdzanên me – 261

Berhemên kurdzanên me – 261

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA”. Em wêya dikin çend beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa yanzdehan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA -11

Dînperestî di nava jiyana bineciyên kurd da roleke giring dilîze, xwezma di hêla jiyana rnhanî da. Piraniya bineciyên kurd islamê dihebînin û piraniya wan jî sunnî ne. Lê bawer bike 20% jî şîî ne (weke 2 milyon kes). Bilê wê, weke 280-300.000 Kurd jî dînê yezîdî diparêzin. Kurdên şîî (elewî, kxzilbaş), piraniya wan şîiyên ehlê heq “mirovên rastiyê”, an jî alî-ilahî ne. Piraniya wan li Dersîmê dijîn (wilayetên Tuncelî, Elazig, Meletye, Kahramanşehir û ciyên mayîn). Kurdên şîî bêtir şûndamayî û zêrandî ne, ji ber ku ne tenê tesîra milletekî din heye, lê usa jî tersîra olî jî heye. Ev yek ji aliyê piraniya Kurdan bi nerazîbûneke mezin va tê qebûl kirin.

 

Cudabûnên dînî bi tomerî hildayî hukmê xerab li ser şerkariya Kurdan a mlllî-azadarî dikin, lê ew wek berê rola sereke nalîzin, ji ber ku nuha xwefehmdariya millî derketiye ser plana pêşîn û ew yek xwezma van salên dawîn hîn baştir bû.

 

Lê tevî vê yekê, dîn-ol dîsa jî roleke xuya di nava Kurdan a rÛhanî da dilîze, û ji vê yekê ne tenê komên Tirkiyê yên serkarîkir dikevin karê, lê usa jî nûnerên serkarên Kurdan ên civakî – axa, şêx, – yên ku wek berê tesîra wan li ser pareke bineciyên Kurdan ên şûndamayî heye.

 

Anatolya Rohilatê ku Kurdistana Tirkiyê jî di nav da ye, dîsa navça welêt a herî paşketî hesab dibe û li wir xusÛsiyetên taybetî hene. Ew dike weke 1/5 perça Tirkiyê ku tê da weke 18% bineciyên welêt dijîn. Li vira pirbûna bineciyan ji roavaya Tirkiyê kêmtir e. Ewha, eger sala 1985 li temamiya welêt li ser her kilometreke çargoşe 66 meriv dima, li navçeyên Kurdan ew jimar dikir 46 meriv. Bi vî awayî, pirbûna bineciyan li Kurdistana Tirkiyê ji sala 1980 da ne hatibû guherandin, ew jî dema ku li temamiya welêt ew bi mirovan va zêde bûbû (sala 1980 ew dikir 58 mirov). Lê divê em hildin ser hesab ku zêdebûna bineciyan li navçeyên Kurdan, ne li temamiya welêt, 3% zêde bû. Loma jî em dikarin pirbûna bineciyan a nizm bi wê yekê va şirove bikin ku herdem binecî bar dikir, diçûn wilayetên roava, nemaze bajaran, ji ruyê şûndamayîna navçeyên welêt ên rohilatê ku tê da sinaeta pêşketî tu nebû.

 

Weke 70% Kurdan li gundan dimînin, lê 30% jî li bajaran. Lê li Tirkiyê bi temamî hildayî nîvî li bajaran dimînin, nîvî jî li gundan.

 

Kurdistana Tirkiyê bi madenên usa va dewlemend e : neft, kromît, fosfat, hesin, pola û tiştên mayîn. Li vira kaniyên ênêrjiyê jî hene : tenê stasyona hîdroêlêktrîkê ya Kebanê 11% xercên ênêrjiya êlêktrîkê yên merkezên sinaetên Adana, Ankara, Izmir û Stembolê dide. Lê tenê 10% karxanên dewletê û 2,7% ên şexsî dikevin para navçeyên rohilatê ku tê da 5% karkerên wê yên jêhatî kar dikin. Li vira sinaeta fabrîka-karxanan a mezin tu neye. Li vira tenê 18% zorayên karxanên şekir, 14% karxanên çimentoyê û ji 10% kêmtir destçêxanên dirûn-terzîtiyê hene. Lê ciyê sereke di nava aboriya navçeyên Kurdan da malhebûna gundîtiyê digre. Li vira weke 40% heywanên gir xwedî dikin, weke 21% erdê

 

Tirkiyê tê bêcer kirin. Anatolya Rohilatê ewqas hasilata malhebûna gundîtiyê berdide ku dike 15% ya temamiya welêt. Nuha li Tirkiyê mêkanîzekirina malhebûna gundîtiyê pêş da diçe. Ew li navçeyên Kurdan dibe. Lê ew merhele gelek hêdî diçe. Ewha, sala 1988 li rohilatê tenê 10% ji traktoran (47% li roavayê û 43% jî li merkezê) hebûn. Û eger li roava hetanî 70% hemû xweliya bêcerkirinê dihat rakirin-çandin, û li merkezê jî ew dikir weke 40%, li rohilatê ew reqem dikir 20%.

 

Bi tomerî hildayî, rohilata ziraî 8% deranîna sinaetê û 19% hasilata malhebûna gundîtiyê dike nava fonda hemmilletiyê.

 

Lê ev hemû tiştên gotî qet jî xuya nadin ku li rohilata welêt di dereca pêşdaçûyîna şertên civakîaborî da tu tiş t ne hatiye guhastin.

 

Tirkiya Rohilatê ku êdî ne wargê bi malhebûnî izole kiriye, bere-bere dikeve nava tevgirêdanên welêt ên bazirganiyê yên hundir û derve. Nuha li her der, hem li bajaran, hem jî li gundan, cûrê xebitandina malhebûniyê ya kapîtalîst dixuliqin û tên mehkeme kirin.

 

Dewlet dicedîne ku bi her awayî bikeve nava merheleyên karstendinê bona ku bêtir kaniyên wê wargehê yên tebîî û mirovî bona xwe bi kar bîne.

 

Hemû planên pêncsaliyê yên Tirkiyê guhdariya mezin datanî li ser pêwistiya berî her tiş tî pêşxistina malhebûnên navçeyên paşketî, ilahî yên wilayetên rohilatê û başûrê rohilatê. Hukûmeta Turgut Özal usa jî bemama xusûsî di derheqa pêşdabirina Anatolya başûrê rohilatê qebûl kiriye. Wê programê didît ku 15 emberavên mezin û 18 stasyonên hîdroêlêktrîk çê bike, çi ku bi baweriya hukûmetê ewê ferzenda deranîna êlêktoênêrjiyê du caran zêde bikin û 1,8 milyon hêktar erd av bidin (221, 1986, No 50, r. 6).

 

Lê pêşekzanan ji rastiya wê projeyê bawer ne kir, ji ber ku projeyên bi wî awayî berê jî dihatin qebûl kirin, lê ne dihatin pêk anîn. Li vira bi xusûsî tê nîşan dan ku kapîtala Tirkiyê ya şexsî guhdariya mezin ne dida şênkirin-dewlemendkirina Kurdistana Tirkiyê, ji ber ku li wira rewşa siyasî herdem mithîm (stabl) nîn bûye. Di hundirê xwe da, nûnerên burjuwaziya Kurdan jî kapîtalên xwe di navçeyên welêt ên roava da dida rikin kirin. Wê çaxê ew dibûn hevalbendên fîrmayên Tirkiyê yên şexsî û vê yekê burjuwaziya Tirkan û Kurdan bêtir nêzîkî hevdu dikir.

 

Di van şertan da, dîwana Tirkiyê dicedand ku kapîtala welatên derve bi kar bîne bona pêşdaçûyîna navçeyên Tirkiyê yên bakur-rohilatê. Ewha, di gulana 1986 da ji hukûmeta T. Özal ra li hev hat ku projeya wê zagona ku destûr dida şirketên welatên derve ku li welêt xweliyê bi dest bixin, bibin xwedîmilk, li Meclisê bide derbas kirin. Anegorî wê zagonê, hukûmet dikare destûra peymanên usa bide , “eger ew bona kara millet be, bona kara aboriya welêt be” (221, 1986, No 50, r. 7). Anegorî weşanaê, ev yek bi dilê çend şêxên Erebistana Seûdî, usa jî monopolên DYA, Hollanda û welatên mayîn bû.

 

Di salên paşdemê da, di nava teşkîla bineciyên Kurdan a civakî da guhartin hatin xuya kirin.

 

Piraniya bineciyên kurd gundî ne; 70% bineciyên bi aborî aktîf di nava malhebûna gundîtiyê da kar dikir. Pêwendiyên deranînê li gundên Kurdan hewaskariyeke mezin pêş da tîne. Di nava 22 navçeyên Tirkiya Rohilatê da, 30% gundiyan di nîveka salên 70 da bê xwelî bûn. Ew jî wê dema ku 42% temamiya xweliya bêcerkirinê di bin destê 5,3% milkedarên xweliyê da bûn. Li gundan, tenê 3% malhebûnên xwelîbêcerkirinê iznê wan hebû ku teknîka malhebûna gundîtiyê di malhebûna xwe da bidin xebat kirin. Bi salixên mayîn, di nîveka salên 80 da, 4,5% wan bineciyan, ku di nava malhebûna gundîtiyê da kar dikir, nîvê xweliya bêcerkirinê xistibû bin destê xwe, dema ku tenê 10% ji temamiya xweliya navçeyê di bin destê 60% a bineciyan da bû. Hela bi ser da, 41% bineciyên Mêrdînê, 47% gundiyên Diyarbekirê û 54 bineciyên Urfayê bê xwelî bûn (221, 1986, No 50, r. 6).

 

Di van şertan da, hukûmeta Turgut Özal ne tenê di derheqa derbaskirina rêforma xweliyê da ne fikirî, lê usa jî biryar qebûl kir ku ji wan 3 milyon donuman 829.000 donum vegerîne axayên ku hela berî hukmê eskerî yê 12 îlon 1980 teslîmî dewletê kiribûn, bona ku ew di nava gundiyên bê xwelî da par vekin. Tê da hatibû dîtin ku xweliya mayîn li ciyên avî bi 60 donuman wek kirê bidin, lê li ciyê dêm û qir weke 200 donum kirê bidin (221, 1986, N* 50, r. 7). Tiştê herî zendegirtinê ew bû ku hukûmeta Tirkiyê ev hemû tiş t dixwest usa raber bike ku xwedê giravî rêforma xweliyê dike.

 

Serokê Komela Xwelîbêcerkirinê ya Tirkiyê, ku rastiya wan gotî ew rêform xuya kir, got : “Ew biryar tu tiş tî nade xwelîbêcerkir. Armanca wê ew e ku xweliyê careke din bidin axayên xwedîmilk ku anegorî zagon No 757 teslîmî dewletê kiribû, bona ku di nava gundiyên Urfayê yên bêxwelî û kêmxwelî da par vekin. Ew ne parvekirina xweliyê ye, lê binperdekirina wê ye” (221, 1986, No 50, r. 7).

 

Şêwrdarê berê yê karên rêforma xweliyê û malhebûna gundîtiyê, Saim Kandar, ku di derheqa wê rêforma berxwederxistî da peyivî, got : “Tu tiştekî biryarê bi rêformê ra tu neye. Ew tenê dijî rêformê ye. Ew xweliyên ku dikarin dewsa wan milyar lîreyên ku dewlet xerc kirine bigrin, careke din didin axa. Ji 7 milyon donumên heyî, 5 milyon donum xweliya avî ewê bikevin bin destê 120 malan” (221, 1986, No 50, r. 7).

 

Komên Tirkiyê yên serkarîkir bi van ferzendan dicedand ku bingeha xwe ya civakî li nevçeyên Kurdan xurt bike. Lê wan gelek hindik tiş t kir bona hinekî pakkirina rewşa bineciyên welêt ên kurd ên ku wek berê zêrandina millî û civakî li ser xwe texmîn dikir.

 

Tevî şûndamayîna navçeyên Kurdan a civakî-aborî, li Kurdistana Tirkiyê saxîxwedîkirin û ronayîdarî jî gelek paş da ketibûn. Ewha, rojnama Hürriyet di destpêka tebaxa 1987 da nivîsî ku li wan navçeyên ku tê da weke 85% bineciyan Kurd bûn, li 105 wargên jiyînê hîç bijîşk (doktor) tu nebûn, lê li ciyên mayîn jî bijîşkek tenê xizmeta 30.000 mirov dikir. Li Diyarbekirê, 35 ciyên wan gotî “merkezên saxiyê” ji ruyê tunebûna doktoran hatibûn girtin. Tenê li vî bajarî 26.000 zarok ji ruyê têrênekirina dibistanan nikaribû hîn bibana (221, 1986, No 50, r. 6).

 

Pelixandinên dîwana Tirkiyê, ku dû hukmê eskerî yê sala 1980 gumrehtir bûbûn, ras t e, darbeke mezin gihand tevgera Kurdan, lê wan nikaribû karkirina partiyên Kurdan li welêt bidin sekinandin.

 

Komên Tirkiyê yên serkarîkir weşana wan, bona efûkirina kar û barên xwe yên hov di hindava bineciyên Kurd da dicedand ku tevgera Kurdan rûreş bikin û ew di çend derecan da gunehkar dikirin. Gunehê herî mezin, bi baweriya wan, ew bû ku Kurdan dixwest Tirkiyê perçe bikin û li welêt rejîma komunîst bidin testîq kirin. Lê hukûmeta Tirkiyê ne tenê propaganda dijî Kurdan dikir. Wê, wan salên dawîn, kirinên eskerî dijî Kurdan dabûn gumreh kirin. Paresker, hêzên bêqeziyabûnê (muxaberat), desteyên komando, “paraskerên gundan” ên kirêkirî tevî wan kirinan dibûn û propaganda dijî şerkariya Kurdan a millî-azadariyê derdixist. Hêzên Tirkiyê yên çekdar bi kirinên xwe yên eskerî va dixwest ne tenê şerkariya Kurdan, lê usa jî ya hemû hêzên welêt ên çep ku li Anatolya Rohilatê û Başûrê Rohilatê kar dikir bihincirînin, ji ortê rakin. Di nava agahdariyên karmendên Tirkiyê yên dewletê da, di nava şirovekirinên weşanê yên di derheqa kirinên eskerî li navçeyên Kurdan da herdem “têrorîst” bîr dianîn, di derheqa “qeziya perçekirina welêt”, rêxistinên “komunîst” û “marksîst” ên têrorîzmê, ku xwedê giravî pişta Kurdan digirt, da dinivîsî. Ajansa Anatolyê bawer bike herdem agahdarî di derheqa hişkbûna rewşa li navçeyên Tirkiyê yên başûrê rohilatê da didan. Ji tebaxa sala 1984, li wira pevçûnên çekdarî di navbera eskerên Tirkan û “pareskerên gundan” da û desteyên pêşmergeyên Kurdan, ku piraniya wan ji PKK bûn û ku, bi gotina dîwanê, êrîş dikir gundan û qereqolan,

 

binecî wek dîl digirtin û karên têrorîzmê dikirin, dewam dikir. Bi salixên rojnamên Tirkiyê, bawer bike, di nava sê salan da (ji tebaxa 1984 hetanî gulana 1987) di nava şerrê çekdarî da 149 eskerên Tirkan, 222 “paraskerên gundan” û bineciyên am û tam Û weke 270 pêşmerge şehîd bûn (182, 11.5.1987).

 

Komên Tirkiyê yên serokatîkir, tevî karên şerr, ferzendên admînîstratîf ên polîsî, yên ku bi baweriya wan diviyan alîkariya hincirandina şerkariya Kurdan a millî-azadarî bikin, jî bi kar dianîn. Di nava wî karî da, wan dicedand ku dijîtiya di nava serokên şerkariya Kurdan a azadariyê da, dubendiya di navbera wan da, şÛndamayîn û nezaniya Kurdan bi kar bînin. Ewha, di 4 nîsan 1985 da, 2 zêdekirin xistin nava zagona di derheqa gundan, ku li gora wan “pareskerên gundan” hatin saz kirin, da. Ew “pareskerên gundan” divê bi resmî bineciyên gund ji her awayê êrîşkirinê li ser wan û hebûna wan biparêzin (339-a, 17-23. m . 1986). Hukûmetê çek da wan û ji bo her karekî bi dilê wan ji wan ra pêşkêşên bi pere nîşan dan. Lê zûtirekê, wan “paresker”ên nuh derketî bi behana diyarkirina “têrorîstan” dest pê kir êrîşî gundiyan û zor li wan bikin. Ev yek hem ne bi dilê gundiyan bû, hem jî derebegên gundan dijî vê yekê sekinîn.

 

Ewha, serekeşîrê Adiyan, Durmaz Axa (Bilen), ku li wilayeta Siirtê dima, di sibata 1986 da bi rêberiya gelek mirovên xwe hat Ankarê û bi şikayetkirin berê xwe da dîwanê û got ku “pareskerên gundan” çi ecêbên giran tînin serê wan (339-a, 17-23. III. 1986) û hêvî kir ku gundiyan ji wan biparêzin. Di sibata 1986 da, hukûmeta Tirkiyê di derhqa cîguhastina bineciyên 11 gundan, ên ku li ser sînorê Iraq-îranê, nêzîkî navçeyên Anatolyayê yên merkezî dijîn, biryar qebûl kir (231, 11.2.1986). Ev biryar bona şerkariya tevî wan ” têrorîs t”ên ku ji derve hatine hate qebûl kirin. Di wê navçeya azakirî da, wan dixwest ku pareskerên ordiya Tirkiyê cîwar bikin.

 

Hukûmeta Tirkiyê karên dijî Kurdan ên mayîn jî qebûl kirin. Ewha, bi salixên weşana Tirkiyê dû wergerandina eskerî ya 1980, li Anatolya Başûrê Rohilatê navên 80% gundan dan guherandin (216, 25.6.1986). Navên kurdî kirin tirkî : 376 gundên Kurdan (ji 558) li wilayeta Agirîyê, 426 li wilayeta Wanê, 289 (ji 363) li wilayeta Mûşê, 229 (ji 273) li wilayeta Bitlîsê. Ev hemû bi behana “bêxofkirina dilrehetiyê û bêqeziyabûnê” hat kirin (226-a, 1986, No 17, r. 7).

 

Di destpêka nîsana 1986 da, weşana Tirkiyê îlan kir ku hukûmetê dest pê kiriye çend gund bigihîne hev û bike gundên wan gotî “merkezî”. Niyet hebû ku wan mecalan ji wilayetên Siirt, Tunceli û yên mayîn dest pê bikin. Bi baweriya hukûmetê, ew mecal ewê alîkariya pakkirina rewşa bineciyan a civakî-aborî bike, usa jî ewê bibe delîlek bona bi serketin dijî “têrorîstan” şerkariyê bike (216, 3.4.1986).

 

Bona şerkariya bi “têrorîzmê” ra, bi gotina serekê serwêrtiya bêqeziyabûnê ya tewrebilind, Saffet Arikan Bedin, di sala 1986 da dîwana Tirkiyê 2,5 milyar lîra bona sazkirina pareskerên xusûsî ku gotî ji zabitên berê ewê bihatana teşkîl kirin cihê kirin. Ew pareskerên xusûsî dixwest pey hilanîna halê eskerî li wê navçeyê li Anatolya Başûrê Rohilatê bide cîwar kirin (216, 18.6.1986).

 

Rewş li navçeyên Kurdan ewqas hişk û bi qeziya bû ku pirsa Kurdan, ku hetanî vê dawiyê jî têma qedexekirî dihate hesibandin, dest pê kir bere-bere bê enene kirin û ket nava rûpelên weşana Tirkiyê jî. “Qewimandinên li başûrê rohilatê – şiroveçiyê rojnama Cumhuriyet, Ugur Mumcu, di sala 1987 da nivîsî – çiqas diçû ewqas bi hewarze dibûn. Iro êdî ew bûye şerrê bêhempa” (180, 9.7.1987).

 

Di derheqa zêrandina Kurdan li Tirkiyê da, weşana Roavayê gelek dinivîsî. Ewha, wek ku rojnama Amerîkayê “Washington Post” nivîsiye, dengbêjê êstradê, Ibrahim Tatlises, tenê bona dayîna konsereke bi kurdî hatiye girtin (180, 9.7.1987). Havîna 1986, bi gotina rojnama rast “Tercuman”, dadxwazîgeha Ankarê Partiya Sosyal- Dêmokrat a Gel da mehkemê ji ber ku li komiteya wê ya navendî xwedê giravî bi kurdî dipeyivîn (226-a, 1986, No 17, r. 4).

 

Tevî vê yekê, di tîrmeha 1987 da, bi biryara mehkema Stembolê hejmara kovara tirkiyê “Yeni giindem” hat qedexe kirin, bona gotara “Pirsa Kurdan pirsa rojane ye”, ku tê da hatiye tecrube kirin ku karên pêşmergên Kurdan bê tehlîl bikin. Wek ku ajansa Anatolyê di 23 îlon 1987 da îlan kiriye, bi biryara mehkemê hemû hejmarên kovara hefteyî “Ikibine dogru” hatin berhev kirin, ji bo ku di gotareke wê da gotinên Kemal Atatiirk ku otonomiyê bide Kurdan hebûn. Mehkemê ew gotar pîs û bi fikrê ku “hissên welatparêziyê tev radike” hesab kir.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev