Ji nimûneyên zargotina me – 261

Ji nimûneyên zargotina me – 261

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûşêstûyekê me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Emê çend heftê dû hev beşa wê a bi sernavê ”Serpêhatîyên milet” raberî we bikin. Em îro beşa wê a nehan çap dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Serpêhatîyên milet – 9

 

Padşa jin –5 

Ew û kalêva rabûn, çûn mala dewletî, cîyê xewleda rûniştin, derî li ser xwe kilît kirin. Dewletî go:

-Ez ji tera bêjim, go, qîza min carîya diya wîye, surdara diya wîye, go, eva pirsa ku ezê ji tera bêjim, wekî ji devê te derê, serê min jî wê here, yê te jî pêra, yê kurê te jî. Tu zanî çi heye? Serê Îskenderda situru şîn dibin, ew usa dike sura wî dernekeve, eşkere nebe, îcar em çawa bikin? Filan çiyayê gundê me, li zozanêd wî cîyê nêçîra meye. Ew hevalêd xweva, wezîrê xweva diçin nêçîrê. Hema li wî çiyayî kanîk heye, çarhelqê wê qamîşe gişk, serê qamîşa hatîye ser hev, orta qamîşada kanîye, ave; gava diçe raw û nêçîrê digere, aciz dibe, tê ser wê kanîyê, dikeve avê. Tu sibekê rabî, ne bi jina xwera xeberdî, ne bi mala xwera xeberdî, ne jî bi cînarara. Ew merivêd rastî te tên, wanra jî xeber nede. Serê wî çiyayî qamîş kişe. Here ser kanîyê rûnê herçar alîyê kanîyê bizvir, devê xwe paşê bike kanîyê, berê xwe bide qamîş, bêje: “Îskender bi situruye, derî bi situruye”, herkê te bêcer kir, tê kurê xwe xilazkî, te bêcer ne kir, hemîn kurê te wê here, wê serê kurê te lêxe. Hema te go: -Ezê malê dinê bidim te û zarêd te xweykim, ew zef li min çetin hat. Tu li kalbûna min dinihêrî, qîza min usa pera tîne, halê min ji halê te çêtire. Lê hema eva yeka min seva xêra xwe got.

Ew sibekê zû rabû çû, kesîra xeber neda. Çû serê çiyê, lê nihêrî kalê çi ku gotibû, rast bû: kanî bû, dora wê qamîş bû. Çû ket nava qamîş, ser kanîyê rûnişt, paşê çaralîyê kanîyê zivirî, go:

-Îskender bi situruye.

Gava ew gilî ji devê wî derket, qamîş û kevir-kuçik gişka gotin: “Îskender bi situruye”. Ew meriv zivirî, hat mala xwe, sebir kir. Sibetira dinê Îskender wezîrê xweva, çawîşava siyar bûn, çûne çiyê bona raw û nêçîrê bikin.

Ewana raw û nêçîra xwe kirin, germê zor da wan. Îskender got:

-Wezîr, bajo em herin ser kanîyê.

Ewana çûn ser kanîyê, lê nihêrîn har çar alîva ba tê, qamîş diheje û dibêje “Îskender bi situruye”. Îskender hilda got:

-Wezîr, Xwedê mala min xirab kiro, min aqa gunê berbera kirîye situyê xwe.

Wezîr got: -De heta kevir-kuçik, qamîş jî dibêjin, tu şerm dikî.

Ewana siyar bûn, vegerîyan hatin şeherê xwe.

Îskender çawîşê xwe şande bal berber, bona bê serê wî kurke. Berber heta hat, ji tirsa ruhê wî hat serê bêvila wî hasê bû, çimkî ewî bihîstibû, ku Îskender serê berbera jêdike. Îskender lê nihêrî, wekî ruhê berber ji tirsê li qefesê hasê bûye, diricife. Îskender hilda got:

-Berberê min, lawo, metirse. Îskender bi situruye, dengê situruyê min li çiya jî bela bûye. Bi minra qamîşê der kanîya xeberdane.

Gava berber eva pirsa bihîst, ruhê wî teze bû. Ewî îcar hacetê xwe firêqet derxist, serê Îskender kur kir, diha xem jê ne kişand. Îskender ew kir berberê xweyî miqîmî. Berber serê Îskender kur kir, lêxist çû mala xwe. Bavê berber şa bû, got:

-Lawo, heta niha nav meda şîn û girî bû. Ev çawa bû, ku serê te lênexistin?

Berber got: -Bavo, ez ku çûm, gelekî tirsîyam.

Îskender go: -Ezî bi siturume,- ez bi wê yekê jî xilaz bûm. Wê şûnda ewî ez kirim berberê xwe. Virhada ez berberê serê wîme.

Dilê bavê bi malêva hêsa bû. Em îcar ji Îskender xeberdin. Îskender padşatîke usa kir, wekî gur û mî tev diçêrîyan. Hema Îskender padşatîke baş dikir, çiqas dualê dorê hebûn, gişk kire bin bandûra xwe.

Îskender eskerêd xwe zef kir. Rokê ew û wezîrê xwe û herdu çawîşêd xweva derketin dewra dinê. Çûn rastî koçik û serakê hatin, li cîkî xalî, lê nihêrîn , paşê çûn derê koçkê vekirin, çûn hundur, nihêrîn wê kalek li wir rûniştîye. Selam dane kalê, kalê selama wana vegirt. Rûniştin, Îskender pirs û hewalê dinyayê ji kalê kir. Got:

-Pirsa etb tê tune, emirê te çiqase?

Kalê hilda got: -Emirê min vaye fêza minda nivîsîye, lê binhêr.

Îskender lê nihêrî, ku nivîsîye wekî şesid sal emirê wîye.

Îskender got: -Kalê, meriv qe şesid salî emir dike?

Kalê hilda got: -Ser qismete, eger risqê te hebe, tê bikî, eger tunebe, hemîn tu nakî.

Îskender got: -Çawa risqê min, ez bi xwe padşame, kêmasîya min tune, ez qeftanqaf hukum dikim, îcar çira qismetê min tunebe?

Got: -Padşa, tu dibêjî ez padşame, emirkirin ne ji hebûna dinêye, zanî qismet ji çiye? Eger avilheyat bû qismetê te, te ew av vexwer, tê emir bikî, qismet ewe, yan na nikarî bijî; axir ez jî berê padşakî mîna te bûm, qaftanqaf min jî hukum dikir, min ava avilheyatê vexwar, lema min şesid sal emir kir, eva koçik-sera hana minra çêkirin, ez niha têda dijîm, ne nan dixwezim, ne avê, heta dinê xweş be, ezê têda bim.

Îskender hilda got: -Te avilheyat ji ku dest xist? Tê ji minra bêjî?

Got: -Min eskerê xwe kişand alîyê Rohilatê, perê ezman, avilheyat rastî min hat, min vexwer.

Îskender hilda got: -Dinê tev ave, tev kanîye, merivê çawa zanibe avilheyat kîjane?… Bêjim, wekî tu dixwezî lê bigerî, gerek tu kewê petî, mesîyê petî bi xwera bibî, kîjan kanîya kewê petî, mesîyê petî te kirê, kew sax bû-firî, mesî jî sax bû-ket avê, bizanibe ew avilheyate.

Gava kalê eva gilîya ji Îskenderra kir, Îskender gelekî şa bû, îzina xwe ji kalê xwest, derê koçik-serayê girt û derket nava leşkerêd xwe, emirî ser wana kir, gişk siyar bûn, berê xwe dane şeherê xwe. Ewana gihîştine şeherê xwe û peya bûn. Ew gotina kalê qe ji fikra wî derneket, rabû çû heremodasîya Perînaz xanimê, cem diya xwe. Dê nihêrî kurê wê ji derda hat. Îskender jêra got:

-Dayê, ez îro çûm dewra dinê, min gelek gilîyêd xweş ji tera anîne. Ez çûm rastî kalekî hatim, şesid sal emirê wî bû.

Dê ecêbmayî ma, got: -Lawo, meriv heye, wekî şesid salî emir bike?

Îskender got: -Dayê, tu zanî, ew kalê şesid sal emir kiribû, ewî avilheyat vexweribû.

Dê hilda, got: -Ê, lawo, Îskenderê min, te çima hine ava usa jê nesitend, venexwar, bona te jî gelek emir bikira.

Îskender hilda, got: -Hey dayê, te tirê av cem wî bû. Çetine, min pirsa avê ji wî kirîye, destxistin zef çetine. Alîyê Rohilatê merivê here ber perê ezmîn, kewê petî, mesîyêd petî, kengê kirin avê, ewana sax bûn, bizanibe ew avilheyate. Tu çi dibêjî, dayê?

Diya Îskender hilda got: -De, lawo, tu padşayî, tu qaftanqaf hukum dikî, niha jî hukumê mêrane, lê mêr jî bin destê tedanin, tu dikarî bînî jî, vexwî jî, wekî tu nikaribî bînî, diha kî dikare bîne.

Îskender hilda got: -Dayê, qirar be, serîke-ew rihîne, ezê herim, eger bibe qismet, ezê ji tera wê avê bînim.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev