Pirsa we û bersiva me – 201

Pirsa we û bersiva me – 201

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Birêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke Bedranê Miko alîkarî ji zimanzan Bawer Agirî xwest. Birêz Bawer Agirî bersiveke gorî qanûnên zimanê kurmancî da.

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsa birêz Bedranê Miko û bersiva birêz Bawer Agirî lezetê bibînin.

 

Pirsa Bedranê Miko û bersîva Bawer Agirî

 

Pirs: Wateyên rengan çi bandor li ser jîyana mirovan dikin?

Bersiv: Di jîyana me ya rojane da der barê ahenga rengan ya  warê sêwirandina grafîkê, mode û dekorasyonê da hindik be jî agahîya me hemûyan heye. Mirov di nava demê da li gorî çavdêrî û tecrubeyên xwe dikare hin rengan li hev biîne. Lê der barê wateyên rengan û bandorên wan yên li ser me hene da em çi qasî agahdar in? Di gelek çandan da rengê spî tê çi wateyê? Yan jî sor û zer bandorên çawa li ser mirovan çêdikin? Şîrketên mezin yên xwarin, kinc û aborîyê  rengên çawa bi kar tînin? Meqamên fermî çima rengên reş û gewr tercîh dikin? Rengên kesk û qehweyî li ku û ji bo çi tên bikaranîn? Di vê nivîsa xwe da em ê bersivên van pirsan bidin. Ez bawer im  piştî ku hûn vê nivîsê bixwînin, hûnê di mijara bijartina rengan da hinekî din baldartir bibin. Ji ber ku  wate û bandorên rengan her kesî eleqedar dike.

Spî, Wate û Bandorên Wî 

Rengê spî hemû rengan di nava xwe da dihewîne. Di gelek çandan da wekî hêmana paqijî, qencî û safîtîyê tê qebûlkirin. Mirov dikare esalet, aramî, berdewamî, xwînsarî û mesûmîyetê jî pê ve girê bide. Lê belê tê dîtin ku jûreke çîlspî jî ji bo mirovan dikare bibe sebeba acizîyê. Sebeba vê yekê jî  wekî ku mirov pirsgirêkên xwe derdixin holê hatîye dîyarkirin. Yanî pirsgirêk ne di rengê spî da ye lê di mirovan da ye.

Spî hîsa firehî û bêhnfirehîyê dide mekanan û ji bo mekanên teng pir baş e. Bi taybetî jî ji bo serşokê, sivderên teng, mitbaxên biçûk pir tê bikaranîn. Her wiha ji bo mekanên ku tîrêjên rojê xwe nagihînin wan, ji bo tesarûfa kehrebayê û ji bo dîtbarîyê jî gelekî kêrhatî ye. Heke ji bo nexweşxane, dermanxane, fîrmayên dermanan û beşên paqijîyê were bikaranîn dê gelekî bikêr bibe. Heke bala we kişandibe hema bibêje hemû qutîyên dermanan spî ne.

Rengê spî ji bo lixwekirina kincan ciwanîyê dinimîne, bi vê ve girêdayî mirovan ciwan nîşan dide, pêbawerbûnê çêdike û dibe sebeb ku mirov wekî kesekî paqij û zana xuya bike. Her wiha tê gotin ku ji bo tenduristîya mirovan bandoreke erênî çêdike.

Reş, Wate û Bandorên Wî 

Reş wekî teorîk nîn e, nebûye. Ji ber ku cihê ku ronahî lê nebe yan jî lê nexe, reş e. Rengê reş bi gelemperî tenêbûn, metirsî, xemgînî û bêhntengîyê nîşan dide. Lê di heman demê de nepenî, azwerî, bengînî, giranî û esaletê dinimîne. Ji ber ku hêz, giranî û esaletê di xwe da dihewîne, loma erebeyên meqaman gişk reş in.

Bi gelemperî reş ji bo mekanan dibe ku bandora neyînî çêke. Bi taybetî jî divê bi tu awayî ji bo jûra zarokan neyê bikaranîn. Ev pêşnîyar ji alîyê gelek sêwirîneran ve tê kirin. Sebeba vê jî ji ber taybetîya wî di zarokan da xemsarîyê çêdike. Lê li dijî vê yekê mirov dikare bi rengên din ra bi kar biîne û encamên baş derxe holê.  Her çi qas li holê dereweke mîna ‘’Yên ku rengê reş li xwe dikin pirsgirêkên wan yên derûnî zêde hene.’’ hebe jî, lê di rastîyê de ev yek ji alîyê zanistî ve nehatîye piştrastkirin. Demekê rengê reş bi satanîzmê ra têkildar dikirin. Halbukî ev ji bo reş neheqîyeke mezin e. Berevajîyê vê yekê reş, her dem jixwebawerî, azwerî û biryardarîyê rave dike.

Sor, Wate û Bandorên Wî

Sor wekî rengekî germ tê nasîn. Ciwanîyê tîne bîra mirov; wekî rengekî dînamîk hereketê îfade dike; hêmanên bibiryarî û bextewarîyê dinimîne. Di dîrokê da her dem wekî sembola hêz û vînê hatîye dîtin. Ji ber van taybetîyên wî di gelek cîhan da tê bikaranîn. Markayên ku berhemên zarok û ciwanan hildiberînin, her tim sor tercîh dikin. Ji ber ku hêsan tê ferqkirin, ji bo tabelayên trafîkê û lewhayên hişyarîyê jî tê bikaranîn. Ev yek tiştekî xwezayî ye.

Heke mirov demeke dirêj di bin ronîya sor da bimîne, ew ê metirsî û bêaramîyê çêke. Ji ber vê yekê gava ku mirov ji bo hundirê mekanan bi kar bîne divê baldar be. Her çi qas pêşî dilkêş xuya bike jî, lê paşê mirov pêwîst dibîne ku jê dûr bikeve. Sebeba ku fast-food her tim bi kar tînin jî ev e. Her wiha ji ber ku madê mirovan vedike, ji bo logoyên xwarinê, vexwarinê û xwaringehan tê bikaranîn. Mirov çi qas bi rengê sor ra zêde dem derbas bike, bi xwezayî bandora xwe li ser xwînê û tansîyonê dike. Di vê pêvajoyê da dibe ku hestyarî û êrîşkarîyê çêke. Lê mimkun e ku di mirov da hereketê çêke û bexwtewarîyê jî bide. Ji ber ku ji bo jûrên razanê, nivîn, kiras û hevalkirasan jî tê bikaranîn, divê em alîyê wî yê tehrîkkirinê jî bîr nekin.:)

Zer, Wate û Bandorên Wî 

Yek ji wan rengan yê ku zêde balê dikêşe jî zer e. Zer hêmanên berhemdarî, hilberîn û bextewarîyê dinimîne. Li gel vê yekê wekî têgihîştina çavkanîya ronahîyê jî tê dîtin. Her wiha hinek tonên zer di psîkolojîyê da coş û bextewarîyê pêk tînin. Di civakên rojhilata dûr da zanebûnê dinimîne. Her çi qas rengê zer yê birqok ji bo mitbaxan guncav bê dîtin jî, gava ku ber bi keskbûnê ve biçe, rengekî sar derdixe holê. Di heman demê da zer, xemgînî û payîzê jî tîne bîra mirov. Heke mirov bi rengên lihevhatî ra bi kar neîne, dibe ku bibe sebeb mirov hestên tevlihev bijî. Ji ber vê yekê divê em dîyar bikin ku zer ji bo jûrên xebatê û bêhnvedanê rengekî ne guncav e.

Sebeba ku tekstîl (cawkarî) rengê zer dijbêrin, rengekî balkêş e loma. Li gel vê yekê rengekî demdemî ye jî. Tê gotin ku alîyê wî yê mehdevekirinê jî heye. Dibe ku bala we kişandibe, xwaringeh bi gelemperî vî rengî bi kar tînin. Di dawîyê da em vê jî bibêjin ku rengê zer cesaretê zêde dike û hişê mirovan sewqî bikaranînê dike.

Kesk, Wate û Bandorên Wî

Yek ji rengê xwezayê yê bingehîn jî kesk e. Rengê kesk aramîyê dide mirov û hêmanên wekî bêhnfirehî, bawerî, rehetî; li gel vê ciwanî, nûjenî, zindîbûnê û hêvîyê di nava xwe da dihewîne. Her wiha tê gotin ku mirovan teşwîqî comerdî, hevsengî û parvekirinê dike. Hin sazîyên darayî bi vê sebebê di xebatên xwe yên mîna logo û grafîkan da rengê kesk bi kar tînin. Dîsa ji ber vê sebebê rengê pere jî bi tonên kesk disêwirînin. Ev rengê ku feydeyê dide hilberînê, di mitbexan da, li pêşîya avahîyan û li sazîyên tenduristîyê tê bikaranîn. Her wiha ji bo vehesandina çavan û ji ber ku rehetîyê pêk tîne, em di vir da giringîya wî baştir fêm dikin.

Tê gotin ku rengê kesk teralîyê çêdike. Ev gotin vala nehatîye gotin. Ji ber ku vehesandina xwezayî bi xwe ra xemsarîyê jî çêdike, li cihên ku xwendekar dixwînin zêde nayê pêşnîyarkirin. Balkêş e, tê gotin ku alîyekî wî yê dexesîyê derdixe pêş jî heye.

Pirteqalî, Wate û Bandorên Wî

Pirteqalî rengekî ji bo derve balkêş e. Her wiha çalak û bibandor e. Bextewarî û heycanê dide kesên li hemberî xwe. Her çi qas bi qasî rengê sor germ nebe jî, ji bo şahî û kêfxweşîyan gelekî tê bikaranîn. Lê dîsa jî bi qasî sor dernakeve pêş. Ji ber ku cesaret û bawerîyê dide, ji alîyê gelek sazîyên fînansê ve tê tercîhkirin.

Rengê pirteqalî bi taybetîyên xwe yên mîna zindîbûn û coşdayînê dikare bandorê li cihê ku tê bikaranîn bike. Mirov dikare ji bo xwaringeh û jûrên zarokan jî bi kar biîne.  Lê ew jî wekî sor ji bo cihên bêhnstandinê, kar û jûrên  razanê zêde nayê tercîhkirin.

Mor, Wate û Bandorên Wî

Mor (xemrî) yan jî ultraviyolet di sala 2018an da wekî ‘’rengê salê’’ hat bijartin. Bi gelek rengan ra dikare li hev were. Ev yek jî zengînîya wî nîşan dide. Ji ber vê yekê hêmanên wî yên zengînî û esaletê derdikevin pêş, xwezayî ye. Bi taybetî jî heke bi tonên lîlek û lewenteyê ra were bikaranîn, bandorên wî yên wekî aramî, konsantrasyon û îlhamê bêhtir derdikevin pêş. Tonên wî yên tarî mirov bêaram dike.  Her wiha dibe ku hestên wekî tirs, xemgînî û metirsîyê di mirov da çêke.

Hindik be jî li nexweşxaneyan ji bo hin cîhan tê bikaranîn, lê tonên wî yên vekirî herî zêde ji bo jûrên xebatê tên tercîhkirin. Bi taybetî jî yên ku bi xebatên hunerê ra mijûl dibin, ji ber ku alîyê wî yê îlhamdanê heye, dikarin bi kar bînin û jê feydeyê bistînin. Li gel van hemû taybetîyan, alîyê wî yê depresyonê çêdike jî heye. Ji ber vê yekê li cihên kesên ku  tedawîya berdana alkol û tiryakê dibînin, ji bo bikaranînê nayê tewsîyekirin.

Pembe, Wate û Bandorên Wî

Bandora pembe bi qasî rengên sor û spî heye. Ji ber vê yekê rengekî nerm û xweşik e. Her çi qas ji bo mekanan di warê bandorkirinê da bi qasî sor nebe jî, lê dîsa jî li ku were bikaranîn, zindîbûnê dide wir. Çawa ku şîn zêdetir ji bo mêran tê bikaranîn, pembe jî zêdetir ji bo jinan tê bikaranîn. Her wiha pembe, li evîn û xeyalçêkirinê jî tê.

Ji ber ku sadebûn û hezkirinê çêdike, kasîyer wekî pêşmalk li xwe dikin. Dibe ku we jî ev yek dîtibe. Li girtîgeh, navendên tedawîkirinê yên alkol û tiryakê pirî caran tê bikaranîn. Sebeba ku ev reng aramîyê dide mirov, hatîye dîtin ku kesên ku li çavokan pere didin, pirsgirêkan dernaxin. Li gel van hemû taybetîyên pembe, ji bo cihên xebatê hîç ne guncav e. Li qadên sazîyên bazirganîyê, ji bo sencandinê jî tê bikaranîn. Zêde nebe jî ji bo jûrên razanê bikaranîna wî xwezayî ye.

Lecîwerd, Wate û Bandorên Wî 

Lecîwerd bi alîyê xwe yê biryardarîyê tê nasîn. Bandora hîskirinê û têgiha hizirînê jî di nava xwe da dihewîne. Berhemdarî, desthilatdarî û bêdawîyê dinimîne. Ji ber ku hîsa hêzbûnê dide, ji bo sêwirandina logoyan gelekî tê bikaranîn. Divê em vê jî bibêjin ku rengê lecîwerd zêde li ber çavan dikeve. Ji ber vê yekê jî ji bo jûrên razanê neyê bikaranîn dê baş bibe. Ji bo cihên ku kar lê tên kirin, bikaranîna wî guncav e. Lê divê li ber çavan bê girtin ku bandora tonên wî yên tarî bi ronahîyê ra li hev nakin.

Qehweyî, Wate û Bandorên Wî

Di xwezayê da li gel rengê kesk yek ji rengê xwezayî yê bingehîn jî qehweyî ye. Qehweyî axê tîne bîra mirov. Her wiha li cihê tê bikaranîn, dibe ku bibe sebeb mirinê jî biîne bîra mirov. Ji ber vê yekê divê bi baldarî were bikaranîn. Li gel van taybetîyên xwe bi hêmanên wekî hevsengî, cidîbûn, aramî, dostanî, xurtî û sadebûnê jî tê nasîn.

Li cihê ku qehweyî tê bikaranîn, hatîye dîtin ku li wir herketa  mirovan hîn

zêdetir e Ji ber vê yekê li sazîyên mîna fast-foodê gelekî tê bikaranîn. Di heman demê da ji ber rengê wî yê xwezayî mirov dikare li cihên fermî bi kar biîne. Her wiha bikaranîna wî ya ji bo cihên bêhnstandinê jî guncav e.

Gewr, Wate û Bandorên Wî 

Em bi vî rengê ku dilnizmî, hevsengî û lihevkirinê dinimîne ra tên dawîya nivîsa xwe. Gewr rengekî di navbera spî û reş da ye û yê ku herî zêde li ber çavan zû tê ferqkirin. Li gel van taybetîyên wî, tebatî û cidîyetê jî di nava xwe da dihewîne. Ji ber vê yekê hin sazîyên dewletê vî rengî bi kar tînin. Jûra ku dê lê lihevkirin çêbe, bikaranîna gewr tercîheke biaqilane ye. Heta hûn dikarin di fîlman da bibînin ku ji bo dîwarên jûrên lêpirsîn lê tê kirin, gewr tê bikaranîn. Di malan da bikaranîna gewr bi tena serê xwe nayê pêşnîyarkirin. Heke hûn bi rengên din ra ahengên cuda çêkin, hûn ê encamên baştir bi dest bixin.

Encam

Di cîhanê da hemû reng xweşik in. Ji bilî jîyana mirovan, di jîyana xwezayê da jî hemû reng li hev dikin. Jiberxwe yan jî ji alîyê afrîner ve ahengeke pir xweşik çêbûye. Mirovan jî di nava vê ahengê da cihê xwe girtine. Her wekî di mînakên rengan da jî dixuye, her rengek ne tenê wateyekê dide yan jî bandorekê çêdike, lê belê her rengek xwedîyê çend wate û badoran in. Spî di gelek çandan da wekî hêmana paqijî, qencî û safîtîyê tê qebûlkirin; reş jî ji bo malan û cihên ger û geştê neyê tercîhkirin jî, lê ji bo cihên resmî tê bikaranîn. Sor û pembe her çi qas ji bo xweşî û dilkêşîyê werin bikaranîn jî, li gorî cihan erkên wan cuda ne. Mor û gewr jî hin bandorên cuda li ser jîyana mirovan çêdikin. Kesk, zer û qehweyî jî bikaranîna wan û bandorên wan cihê nê. Heke di vê mijarê da çavdêrîyên we hebin, hûn dikarin dîtinên xwe bibêjin û şîroveyên xwe bikin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev