Bijartina dersa kurdî dê rêya mafê perwerdeya bi zimanê kurdî xweştir bike

Bijartina dersa kurdî dê rêya mafê perwerdeya bi zimanê kurdî xweştir bike

Mustafa Özçelîk

Serokê Giştî yê PAKê

Di dibistanên li Tirkîyeyê û li Kurdistanê de, di polên 5,6,7 û 8an de mafê malbatan heye ku wek dersa bijartî, ji bo zarokên xwe dersa kurdî (Kurmancî,  Kirmanckî/Zazakî) bibijêrin.

Heta roja 21ê Çileya Paşîn (21.01.2022) zarok dikarin dersa bijartî ya kurdî bibijêrin.

Wezareta Perwerdeyê ya Dewleta Tirkîyeyê di îlona 2012ê de biryarek girt  û di sîstema perwerdeyê de hinek guhertin çêkir da ku kesên bixwazin bikaribin wek dersa bijartî, zimanê kurdî bibijêrin.

Helbete ku bes wek dersa bijartî qebûl kirina zimanê  kurdî, di eslê xwe de neheqîyeke mezin e ku li  25 milyon  Kurdên li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê dijîn tê kirin. Dewleta Tirkîyeyê ji damezrandina xwe ve heta îro diviyabû bi kêmanî perwerdeya bi zimanê kurdî  qebûl kiribûya.

Gava  em dibînin ku Dewleta Tirkîyeyê li gel  biryara dersa bijartî, hîna jî di Qanûna Bingehîn û hemû qanûn xwe de kurdî qebûl nekirîye û  li gel hemû kêmasîyên bicîh anîna dersa bijartî jî,  ji bo rê li qebûl kirina  zimanê kurdî vebe û ji bo bi îmkanen dewletê zarok bikaribin kurdî fêr bibin, biryara dersa bijartî biryareke baş e.

Ji ber kiryarên nîjadperestan û yên Dewleta Tirkîyeyê malbat ditirsin ku dersa kurdî bibijêrin

Her çiqas wek mafekî, dersa bijartî ya kurdî  ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hatibe qebûl kirin jî, lê em dibînin ku gelek malbatên kurdan, ji ber sebebên cuda cuda  ditirsin an teredut dikin  ku zarokên xwe li dersa bijartî qeyd bikin.

Piştî ku di temûza 2015ê de careke din şer destpêbû, li nav bajaran şerê xendek û barîkatan rûda. Paşê,  hewla kodetayê (darbeya eskerî) şikest xwar, rewşa awarte hate îlan kirin. Sîstema Serokatîyê di referandûmê de hate qebûl kirin, rewşa awarte êdî bû rewşeke daîmî. Bi hezaran kes ji ber xebatên xwe yên sîyasî, ji ber fikir û çalakîyên xwe hatin hefs kirin, rû bi rûyî lêpirsînîn yasayî bûn, ji kar hatin avêtin, bi hezaran kes mecbûr man dikanên xwe bigirin, ji cîh û warên xwe koçber bûn. Dewleta Tirkîyeyê bi awayekî hişktir û vekirîtir, hemû sîyaset û gotarên xwe li ser dijayetîya kurdan  meşand.

Vê rewşa nû  tirs û bêhêvîtîyeke mezin di piranîya civatê de çêkir.Di lêxwedîderketina zimanê kurdî û nasnameya kurdî de, di beşdarîya girseyan a di çalakîyên sîyasî û sivîl de sistayî û şikesteke berbiçav rûda, girse ji piranîya çalakîyan dûr ket.

Herweha aşkereye ku, gelek kes ji ber kurdbûna xwe, ji ber lêxwedîderketina nasnameya kurdî û zimanê kurdî, ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve rû bi rûyî gelek êrîş, neheqî, ceza û ji kar dûrxistinan  dibin. Vê yekê jî di gelek kes û malbatan de tirsek peyda kirîye ku, gava li zimanê xwe û li nasnameya xwe xwedî derkevin dê bibin hedefa êrîşên dewletê, dê dayik û bav ji kar bêne avêtin, dê zarok rû bi rûyî êrîşên nîjadperestan û êrîşên hêzên ewlekarîyê yên dewletê bibin.

Di gelek malbatan de qenaeteke weha heye ku, gava zarokên wan li kurdî û li nasnameya kurdî xwedî derkevin dê navê wan di lîsteya reş a dewletê de bêne qeyd kirin û dê ji alîyê dewletê ve ji gelek mafên xwe bêpar bêne hiştin.

Ev hemû qenaet û tirs û teredutên malbatan  jî sebebên xwe yên maqûl hene.

Dewleta Tirkîyeyê bi şêweyên cuda cuda, van hemû êrîş,neheqî , ablûqa, tirs û xofan li ser malbatan çê dike.

Li gel van êrîş û tirsên ku ji dewletê peyda dibin, gelek malbat di wê fikrê de ne ku, dibêjin qey gava  zarokên wan bi kurdî bixwînin, dê di dersên xwe yên bi tirkî de  ne serkeftî bin, dê li dûv hevalên xwe bimînin,  dê nikaribin uniwersîrteyeke baş kar bikin.

Di demeke ku mirov ji ber kurdbûna xwe têne kuştin,  rû bi rûyî êrîşên dewletê û êrîşên nîjadperestan dibin, ji  karê xwe têne avêtin, heqaretên nemirovane lê têne kirin de ; helbete ku divê em ji alîyê însanî, ji alîyê psîkolojîk, ji alîyê aborî û ji alîyê civakî ve van tirs û teredutên  malbatên kurdan fêhm bikin, divê em bi empatî û aqilekî sakîn li meseleyê binerin.

Helbete  gava ku em ji bo dersa bijartî ya kurdî bangî malbatan dikin , divê em van hemû rastîyan jî bidin ber çavan û herweha em bang li Dewleta Tirkîyeyê bikin ku sebeb û bingehên hemû van tirsên malbatan jî ji holê rakin. Divê di vê derbarê de jî hevgirtineke  me ya xurt hebe.

Li gel hewla şikandina van tirs û teredutên peyda bûyî, divê em bikaribin bi malbatên Kurdan baş bidin fêhm kirin ku dersa bijartî mafeke ku ji alîyê dewletê ve hatîye  qebûlkirin û bijartina dersa kurdî tu pirsgirêkeke yasayî ji wan re dernaxe.

Herweha divê em bikaribin bi malbatên Kurdan baş bidin fêhm kirin ku, zarokek dikare 3,4 zimanan bi hevre fêr bibe û ferbûna zimanê kurdî ji xwendin û pêşketina zarokan re, ji bidest xistina beşeke  unîwersîteyê re bi tu awayî ne asteng e. Di eslê xwe de, ji alîyê zanistî ve hatîye îspat kirin ku,  zarokekî bi zimanê xwe yê dayikê bizanibe û perwerde bibîne hîna serkeftîtir e.

Ji ber vê rastîyê jî, bi taybetî li bajarên Kurdistanê hêjmara malbatên ku dersa kurdî  bijêrin, çiqasî  zêde bin, dê ev  tirs û teredut  jî zêdetir bişkên, dê bijartina dersa kurdî girseyî û normalîzetir be, dê bi çend kesan hidûdkirî nemîne, dê Dewleta Tirkîyeyê jî zêdetir mecbûr bimîne ku pêwîstîyên dersa bijartî bicîh bîne û astengî, êrîş û zextên xwe kêmtir bike.

Dewleta Tirkîyeyê pêwîstîyên mafê bijartina dersa kurdî  bicîh nayne

Li gel biryara mafê dersa bijartî jî, Dewleta Tirkîyeyê ji alîyekî ve  bi kiryarên xwe yên aşkere û yên veşartî tirsekê li ser malbatan çêdike; lê ji alîyê din ve jî  ji îlona 2012ê heta îro pêwîstîyên mamoste û bingehê teknîkî û bingehê yasayî, weşanî, civakî û psîkolojîk yên dersa bijartî bicîh neanîye. Malbatên ku dixwazin zarokên xwe li dersa bijartî qeyd bikin, rû bi rûyî van astengîyan dibin:

1-Li gelek dibistanan formên dersa bijartî tune ne.

2- Li gelek dibistanan,  di formên dersa bijartî de zimanê kurdî(kurmancî, kirmanckî/zazakî) tuneye.

3-Li gelek dibistanan,  ji ber  heta ku 10 xwendevan dersa    kurdî nebijêrin mamosteyê kurdî nayê tayîn kirin, li gelek dibistanan 9 kes jî daxwaz bikin,  pola dersa kurdî naye vekirin.

4-Li gelek dibistanan, gava 10 zarok kurdî wek dersa  bijartî dibijêrin jî, rêvebirîyên dibistanan dibêjin ‘’mamosteyê me tune ye’’.

Gelek astengîyên bi vî rengî jî, rê li ber bijartina dersa kurdî digirin.

Kurd jî di bijartina dersa kurdî de sist in

Weke ku li  jorê me behs kir, li gel astengîyên ku ji Dewleta Tirkîyeyê peyda dibin, di bijartina dersa kurdî de, ji ber sebebên cuda cuda sistî û qelsîyeke mezin di alîyên kurdan de jî heye.

Tirs, teredut, qelsî û sistîyên malbatan li alîyekî; mixabin helwestên sîyasetmedar, rewşenbîr û nivîskaren kurdan jî, bûye sebebeke esasî ku, hêjmareke kêm dersa kurdî bibijêrin.

Heta îro partîyên kurdan û partîyên ku ji kurdan dengan distînin û  dezgehên sivîl û dezgehên meslekî û rewşenbîr, sîyasetmedar, nivîskar, hunermend, alimên olî yên kurdan girîngîya pêwîst ya ku divîyabû bidana dersa bijartî ya kurdî , mixabin   nedanê.

HDP,  îro piştgirîyê dide dersa bijartî ya kurdî, ev jî helwesteke erênî û baş e. Lê cîhê  balê ye HDP ya ku dengê bi milyonan kurdan digire jî , hinek sîyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên Kurdan jî, di destpêka vê biryarê de, ji sala 2012ê heta çend salên vê dawîyê,  li himberî dersa bijartî helwest girtin;  gotin ‘’Ev gaveke paşdemayî ye, tune hesibandina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî ye’’, gotin ‘’Ev meşrû kirina sîstema asîmîlasyonê ye’’. Û bi van nêrînên xwe,  li himberî dersa bijartî ya kurdî helwest girtin, nehiştin malbat  dersa kurdî bibijêrin.Vê helwesta xelet jî tesîreke neyênî li girseyê kir û bi milyonan kurd di bijartina dersa kurdî de sist man.

Bi taybetî di salên 2013-2015ê de, di dema ku şer rawestîya bû, atmosfereke nerm, hêsan û ji tirsê dûr  hebû. Ev helwesta astengkar, êrîşker û li dijî kurd  ya ku Dewleta Tirkîyeyê îro dimeşîne,  di wê demê de ne di asta ya îro de bû. Heger di wê demê de çi partîyên tirkîyeyî, çi yên îslamî û çi jî yên Kurd û kurdistanî wek ku pêwîste piştgirîya dersa bijartî ya kurdî kiribûna;  dê îro rewş gelekî baştir bûya,  malbatan hîna bi hîsanîtir dê dersa kurdî bijartana, dê bi dehhezaran zarok  kurdî fêr bibûna, dê nuha bi hezaran  mamosteyên kurdî hebûna, dê bazereke mezin a pirtûkên kurdî çêbibûya. Vê yekê dê  tesîreke mezin ya baş û erênî  li beşên TV, radyo û  ragihandina kurdî bikira, dê di beşên cuda cuda yên tîcaretê de tesîreke mezin di bikaranîna kurdî jî bikira

Dersa bijartî li ber  mafên meşrû yên miletê kurd ne asteng e, bilekis piştgirê hestên miletbûnê ye

Helbete ku di hebûna dewleta Kurdistanê de, di dema ku miletê kurd li ser axa welatê xwe  bi statuyeke milî, sîyasî, coxrafî xwe îdare bike de , zimanê kurdî herî baş dikare wek zimanê perwerdeyê û wek zimanê jîyanê qîmeta xwe ya eslî  bibîne.

Helbete ku mafê fermîbûna zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê kurdî mafekî herî esasî, meşrû, netewî, însanî yê miletê Kurd e.

Helbete  daxwaza  ku dibêje ‘’Bila dersa zimanê kurdî li cîhên ku kurd lê zêdetir in, bibe dersa mecbûrî, ne ya bijarte’’ jî daxwazeke meşrû ye.

Helbete  daxwaza ku dibêje ‘’Bila dersa bijarte ji berîya pola yekem, ji dibistana baxçeyê zarokan heta dawîya pola 12ê hebe’’ , daxwazweke meşrû û rast e.

Helbete daxwaza ku em ji Dewleta Tirkîyeyê re bêjin ‘’Hemû pêwîstîyên mamoste, pirtûk, dibistan, pol û hemû pêwîstîyên teknîkî, civakî, psîkolojîk yên dersa bijartî ya kurdî bicîh bîne’’; daxwazeke rast, meşrû û di cîh de ye.

Helbete  daxwaza ku em ji Dewleta Tirkîyeyê re bêjin ‘’Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê Dewleta Tirkîyeyê divê demildest  gavên pêwîst bavêje, di Qanûna Bingehîn û di hemû Qanûnên Dewleta Tirkîyeyê de guhertinên pêwîst bicîh bîne’’ ; daxwazeke rast, meşrû û di cîh de ye.

Helbete ku divê em bi hemû îmkanên xwe ve van gavên li xwarê bicîh bînin:

–Kurdên ku bi kurdî nizanin, divê hemû îmkanên xwe seferber bikin da ku  fêrî Kurdî bibin.

–Hemû Kurdên ku bi kurdî dizanin,  li nav malê, li kolanan , li sûkê, li dibistanan,  di karên xwe de, di jîyana rojane de, di tîcaretê de, divê zimanê kurdî bikin  zimanê xwe yê esasî yê jîyanê.

–Hemû  partîyên sîyasî,  dezgehên sivîl , TV, radyo û rojnameyên kurdan;  hemû sîyasetmedar, nivîskar   rewşenbîr û hunermendên kurd, divê kurdî bikin zimanê xwe yê esasî yê sîyasetê, yê nivîsandinê, yê çalakîyên dezgehên xwe û rewşenbîrî û hunerî.

–Hemû  partîyên sîyasî,  dezgehên sivîl , TV, radyo û rojnameyên kurdan, karsazên kurdan, hemû serok beledîyeyên kurd, potansîyela dîasporayê ya kurdan,  bi awayekî fiîlî û li ser Platformên Digital ji bo kurd bikaribin fêrî kurdî bibin divê  hemû îmkanên xwe seferber bikin,  projeyan çêbikin, dibistanan,  kûrsan, dezgehan û amûran damezrînin, vekin.

Lê li gel van hemû gav, rastî, daxwaz û tesbîtên meşrû, pêwîst û di cîh de ne; bêyî şik,  divê em bi hemû îmkanên xwe ve lêbixebitin ku malbatên kurdan ji bo zarokên xwe dersa bijartî ya kurdî bibijêrin.

Divê tu sebep nebe asteng ku, ev hewl û xebat û helwesta bijartina dersa kurdî qels bibe, bişkê; divê em hewlbidin ku herî zêdetir  kes beşdarî  bijartina  dersa kurdî  bibin.

Bijartina dersa kurdî;

–Lêxwedîderketina zimanê kurdî ye,

–Xurt kirin û berfireh kirina fêrbûn û axaftina bi zimanê kurdî ye.

–Şikandin û lawaz kirina  tirs û ablûqa û êrîşên pir alî yên li ser zimanê kurdî ye.

–Rêlêxweşkirina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî ye.

–Geş kirin û pêşdebirina hest û bîr û hişmendîya neteweyî ye.

Îro, ji bo dersa bijartî ya kurdî, yekgirtineke xwezayî ya piranîyeke mezin a alîyên kurdan çêbûye

Di şerdên heyî de, li gel hemû astengî, rêlibergirtinên aşkere û veşartî jî desthilatdarîyê biryara xwe ya dersa bijartî ya kurdî ji holê ranekirîye û bi awayekî sist be jî rayedarên hikûmetê piştgirîya xwe ji dersa bijartî nîşan didin.

Di astên cuda cuda de bin  û ne pir aktîf bin  jî, piranîya partîyên  mixalefetê yên Dewleta Tirkîyeyê jî piştgirîya dersa bijartî ya kurdî dikin.

Hema hema hemû partîyên ku xwe wek partîyên tirkîyeyî û partîyên îslamî terîf dikin  û ji kurdan dengan digirin,  di astên cuda cuda de piştigrîya dersa bijartî ya kurdî dikin.

Hema hema hemû  partî, rêxistin, hereket , dezgeh û alîyên kurd û Kurdistanî bi awayekî germ piştgirîya dersa bijartî ya kurdî dikin.

Ev jî ji bo bijartina dersa kurdî zemînê xweştir û asantir dike.

Di dîroka kurdan de, fikir, sîyaset,  dîn, mezheb û karê wî/wê çi dibe bila bibe, li ser mijarekê kêm caran hema hema hemû kurd bi vî rengî  bûne yek . Ev jî helwest û yekgirtineke dîrokî ya kurdînîyê ye. Hevgirtineke xwezayî ya miletbûnê ye.

Heger bi awayekî zana, bi sebir , bi asoyeke dûrbînî , bi hişyarî û bi hişmendîyeke neteweyî û çêker em tevbigerin, ev yekgirtina dikare wek pêlekê hêdî hêdî bi xwe re yekgirtinên jê hîna mezintir jî bîne.

Ev yekgirtina ji bo dersa bijartî ya kurdî çêbûye, dikare rê ji yekgirtineke berfireh ya  li ser daxwazên acîl ên miletê kurd jî veke. Heger em wek alîyên neteweyî, niştimanî  xebateke ku hûnandina hevkarîya  piranîya kurdan ji xwe re bikin  armanc û li gorî wê tevbigerin; ev yekgirtina ji bo dersa bijartî ya kurdî  çêbûye,  ne dûre ku ji  bo daxwazên acîl ên miletê kurd jî bê ava kirin.

Divê em bi hemû îmkanên xwe ve seferber bibin, da ku zarokên kurdan  dersa kurdî bibijêrin.

Çavkanî: http://www.rupelanu.com/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev