Komîteya birêvebir ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî hate hilbijartin

Komîteya birêvebir ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî hate hilbijartin

Îsmaîl Kamil

Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî

 

Konfederayona Revenda Kurdistanî ku berî mehekê kongrêya xwe li Hewlêrê kiribû, komîteya wê ya giştî civîna xwe berî çend rojan kir û komîteyek birêvebir hate hilbijartin. Her weha komîteya birêvebir jî civîna xwe kir ji bo destnîsankirina berpirsên kar û çalakiyan.

Ez wek serokê konfederasyonê hatim hilbijartin.

Em soz didin milete xwe ku hemû kar û çalakiyên me wê ji bo xizmeta her çar perçên Kurdistanê be.

Dîasporaya Kurdistanî pêwîste xebateke yekrêzî bike ji bo peydakirina alîkariyê û piştevaniyê ji bo doza rewayî miletê me li jêr ala pîrozî Kurdîstanê û ji bo Kurdistaneke Azad.

Dîsaporaya Kurdistanî divê pêwendiyek wêyî xurt hebe ligel Herêma Kurdistanê û hemû partiyên Kurdistanê.

Deriyê Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji bo hemû kurdistaniyan vekirîye. Bi hevre em karin kar û çalakiyan baştir bikin.

Em wek Konfederasyona Revenda Kurdistanî zindankirina mamoste Zara Mihemedîyê şermezar dikin. Em biryara 5 sal zindaniya wê wek cezaya li ser zimanê Kurdî dibînin û bi tundî hikûmeta Îranê mehkûm dikin. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev