Weşanxaneya APECê bi salan e karê welatparêzîyê dike

Weşanxaneya APECê bi salan e karê welatparêzîyê dike

Ali Çiftçî, serekê weşanxaneya APECê

 

Helbest ji bo zarokan, xebata mamostayê zimanê kurdî Haluk Agrîn, bi paşnavê xwe yê berê Öztürk ya ji bo zarokan e.

 

Em li vir dixwazin li ser navê weşanxaneya APECê birêz Haluk pîroz bikin ku ev kitêba wî ya nu ye ku bi paşnava xwe ya kurdî vê berhema xwe diweşîne.

 

Helbest bi rîtm, qafiye û dengên kilama hatine nivisîn.

 

Peyvên di helbestê da pirî caran bi rîtmîk hatine rêzkirin, ango dengên peyvan bi rêkûpêk hatine tehsîskirin ku zarok bikaribin bi dengên kilamkî bixwînin.

 

Naveroka helbestan bi derûdora dunyaya zarokan ve girêdayîne, ji bo ku zarok û ciwan dema van helbestan bixwînin ê bi hestên xwe ve girêbidin.

 

Helbest kurt in û bi zimanekî hêsan hatine nivisîn.

 

Ew helbest bi taybetî bo zarokên ku diçin dersa zimanê dê bi kurmancî dibînin berhemeka rind e.

 

Helbest bi wêneyên rengîn û bi formata 22 x 22 cm hatîye weşandin. 

Apec Förlag

ISBN: 978-91-88333-88-9

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev