Berhemên kurdzanên me – 262

Berhemên kurdzanên me – 262

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA”. Em wêya dikin çend beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa donzdehan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

SERHILDANÊN KURDAN LI TIRKIYÊ DI SALÊN 70 Û DESTPÊKA 80 DA -12

Divê ku bê xuya kirin ku gotinên jiberxwederxistî, “şerkarî dijî têrorîstan”, ji aliyê dîwana Tirkiyê dihatin bi kar anîn, bona yekkirina hêzên ra s t û rêaksyonêr, ji bo ku êrîşkirinên xwe yên dijî dewlet û gelên din ên cîran bidin efû kirin û dijî şerkariya Kurdan a millî-azadarî derkevin. Qalmeqalma li dora têrorîzmê bûbû destmala ser destan, ku pê hukûmetê dixwest fikrê bineciyên Tirkiyê tev li hev bike, bona guhdariya xebatkaran ji dijwarî û pirsên civakî bide dûr xistin, ji bo hişkbûna siyaseta ku li welêt heye bide sist kirin.

 

Halê eskerî li wilayetên Diyarbekir, Siirt, Mêrdîn û Hekkariyê weke 9 salan kişand. Di 19 tîrmeh 1987 da, halê eskerî hat hilanîn. Dewsa wê, halê qaydeder hat îlan kirin. Hukûmetê biryar qebûl kir ku hêza wê ya zagonî hebû ku pê Waliyê navçeya halê sirêder saz bike. 8 wilayet diketin nava wê navçeyê: Diyarbekir, Siirt, Mardin û Hakkarî, usa jî Tuncelî, Bingol, Wan û Elazig. Waliyê wê navçeyê hemû izn-destûrên ku bi zagona di derheqa halê qeydeder û bi miqala destûrê ya 121an dihatin dîtin bi kar dianîn. Lê di destê walî da mafên mayîn ên firehtir jî hebûn : Ew maf ev bûn :

 

1) Ew dikare wan destçêxanan, xanî-avayiyan, transportê û xebatkarên rêxistinên mexlûqetiyê ku li ser erdê navçeyê ne bike bin qolê xwe.

 

2) Organên bêqeziyabûnê (MIT) yên navçeyê bike bin bandûra xwe.

 

3) Ji wan hêzên çekdar ku li navçeyê ne alîkarî bixwaze.

 

4) Wan hemû kesan, bilî cendirmên eskerî, hakim û dadxwazan, ji kar derxe an jî wan cîguhastî ser karekî mayîn bike.

 

5) Çend gundan û erdê wan bigihîne hev û bike navçeyek.

 

6) Hêzên di bin destê xwe da mecbûr bike ku, eger pêwist be, li wilayetên cîran tevî pevçûyînan

 

7) Meaşê karmendên di bin destê xwe da hetanî 10-25% bilind bike.

 

8) Li ser her xebaterekî xwe agahdariyan berhev bike, bona bizanibe ku ew bi rastî kî ye û gelo karê xwe rind dike an na, û ji bo tiştên mayîn bizanibe (196, 1987, N* 100, r. 10).

 

Bi vî awayî, waliyê navçeya halê eskerî li wan wilayetên li jor nîşandayî temamiya dîwanê xistibû destê xwe, gelek wekîldariyên wî hebûn bona ku karibe şerkariya karkeran bihincirîne, dijî tevgera Kurdan a millî-azadarî derkeve. Hukûmeta Tirkiyê ku ew biryara ku hêza wê ya zagonî heye qebûl kir, dicedand ku rewşeke qanûnî bide polîtîka xwe ya şovînîst a di hindava Kurdan da. Divê bê xuya kirin ku ew cara pêşîn nîn bû ku li Tirkiyê dîwana usa ya kolonî dihat testîq kirin. Di sala 1927 da, teftîşa usa sereke hebû ku di destê wê da gelek kes hebûn û ku dikaribû ecêbên giran bîne serê wilayetên welêt ên Kurdan. Ev organa pelixandinê ya admînîstratîf hetanî nîvê salên 30 ya duda dom kir.

 

Tirkiyê her ferzend bi kar dianî bona dijî karkirina Kurdên welatên derve jî derkeve. Wê ji Iraq, îran û Sûriyê ra pêşniyar kir ku destûr bidin eskerên Tirkan ku ji sînorên wan derbas bibin bona ku malên wan ên li ser tixûb hilweşînin û talan bikin. Serokatiya îran û Sûriyê ew pêşniyar qebûl ne kir.

 

Lê di nava van salên dawîn da, di navbera Tirkiye û Iraqê da hevraqayilbûn hat dest anîn, û pê eskerên Tirkiyê yên çekdar destûr stend ku bi hewa û bi rê, li ser axa Iraqê, li dû Kurdan bigerin, lê ji sînor 10-15 kilometre bêtir neçin. Karên usa çend caran hatin pêk anîn û wê demê eskerên tirk ji sînorê Iraqê derbas dibûn û wargên Kurdan ên jiyînê dişewitandin û hildiweşandin.

 

Anegorî weşana welatên derve, 30.000 eskerên tirk herdem li ser tixûbê Iraqê bûn û amade bûn ku bona wê yekê derbasî axa Iraqê bibin, ji bo ku bihêlin ku nefta ku ji Mûsilê dihat şandin bê problêm bigihîje Tirkiyê, bona ku paşê jî wê derxîne Deryaya Spî. Hukûmeta Tirkiyê bona wê riya tranzîtê distîne, ji ber ku ew xetlûla neftê bi axa Tirkiyê ra jî derbas dibe.

 

Di destpêka meha nîsanê 1986 da, nûnerên dîwana Tirkiyê yên li ser dereca waliyan çûn Duhokê (Iraq) û li wira hevpeyvîn hatin derbas kirin. Armanca wan ew bû ku tevgerên xwe bikin yek, bona hincirandina tevgera Kurdan li her du welatan (216, 4.4.1986).

 

Di nîveka tebaxa 1986 da, balafirên Tirkiyê yên “Fantom” ketin erdê Iraqê û gelek wargehên Kurdan ên jiyînê dan ber bomban û ew bi xweliyê ra rast-dûz kirin. Dema wê bombekirinê, bi sedan jin û zaro hatin kuştin.

 

Demeke şûn da jî desteyên komando jî bi rêberiya tîkfiran êrîş kir. Hukûmeta Tirkiyê ev êrîşkirin wek ên berê (gulana 1983 û oktobra 1984) bi hukûmeta Iraqê dabû razî kirin – qayil kirin (226, 1986, No 17, r. 1).

 

Divê bê xuya kirin ku komên Tirkiyê yên serkarîkir kirinên han bêy cezayê Meclisê pêk dianîn, lê tenê bi izndayîna hukûmetê dikirin. Bi wê yekê va ew dijî destûra xwe derdiketin (226, 1986, No 17, r. 1).

 

Ev kirinên dîwana Tirkiyê li welatên derve, di erafê navneteweyî da berk hatin rexne kirin. Ewha, serokê şoreşa Lîbyayê, M. Qeddafî, ku di radyo da peyivî, got ku ew dijî wê êrîşê ye û ku hemû gelên cihanê wî karî gunehkar dikin. Di dûmayîkê da wî got : “Kurd ew milletekî ku divê qedrê wî bigrin û divê daxwaziya wî bona serbestî û yekîtiyê wek tiştekî normal bê hesibandin” (226-a, 1986, No 17, r. 4).

 

Di sibata 1986 da, li Jenêv, li civîna ku pêşkêşî 42 saliya damezrandina komisyona mafên mirov a Koma Milletan kiribû, miqaleke ku di derheqa maf û azayiyên gelan da Yekîtiya Navneteweyî amade kiribû hat xwendin. Tê da dihat gotin : “Hukûmeta Tirkiyê ji destpêkê da polîtîka rasîzmê derbas dike … Ew mafên Kurdan ji bo jiyînê, ji bo parastina çand û urf-adetên xwe, ji bo mafê peyvê bi zimanê xwe yê dê nas nake”. Di nava miqaleke mayîn da, ku bi navê Navenda Ewropayê ya “Cihana Sisiyan” bû, hat gotin : “Ji roja îlankirina Dêklarasyona Koma Milletan 40 sal derbas bûn, lê dîsa jî hukûmeta Tirkiyê bi resmî heyetiya ji 12 milyon bêtir Kurdên ku li Tirkiyê dijîn inkar dike … Di jiyana rojane da qedexe kiriye ku Kurd bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin. Texsîrkirina mafê gelê kurd ku bi xwe bextê xwe biryar bike darbeke xedar e bona aşîtî û bêqeziyabûna li navçeyê” (226, 1986, No 17, r. 7).

 

Di dawiya meha adarê û destpêka nîsanê 1986 da, parlementerê sosyalîst ê ji Belçîka, Jef Ulburgs, li Parlementa Ewropayê bi projeya di derheqa pirsa Kurdan da pêş da hat û tê da nîşan da ku Tirkiyê Kurdistan kiriye kolonî, û de’w kir ku ewê pirsê bigihîne Koma Milletan. Parlementer Ulburgs di nava projeya bi sernivîsara “Rewşa gelê kurd li Bakurê Roavaya Kurdistanê” da de’w kir ku Parlementa Ewropayê belgeyan di derheqa pirsa Kurdan da hazir bike, komisyonekê saz bike bona lênihêrandina rewşa girtiyan li hebsên ku tê da êşkence û ecêbneneran dikin, û pêşniyar kir ku hemû mecalên polîtîk bi kar bînin bona bi lez sekinandina zêrandin û lêdanê ku di hindava gelê kurd da tên miaser kirin, û de’w kir ku hemû endamên Parlementa Ewropayê ber bi Koma Milletan bibin bona lênihêrandina pirsa Kurdan (216, 4.4.1986).

 

Di sibata sala 1987 da, parlementerê beljîkî yê Parlementa Ewropayê, Jacques Vandemeulebroecke, belge raberî komisyona polîtîk kir û tê da siyaseta komên Tirkiyê yên serkarîkir di hindava milletên biçûk da berk rexne kir. Vê yekê li Tirkiyê nerazîbûneke mezin pêş da anî. Ewha, nûnerên partiyên Tirkiyê yên burjuwa, yên zanîngehan, organên huqûqê, sendîka û rêxistinên mayîn nameke protêstoyê ji endamên Parlementa Ewropayê ra şand û tê da de’w kir ku li belgeya Vandemeulebroucke binihêrin. Wê nameyê J. Vandemeulebroucke bi piştgiriya têrorîstên ermenî û kurd, ku armanca wan ew e ku perçeya NATO ya başûrê rohilatê perçe bikin, gunehkar dikir, û usa jî wê ew bi sûc kir ku ew di belgeya li jor gotî da xwedê giravî piştgiriya Yekîtiya Sovyêtî, ku giva pişta têrorîstan digire, dike (225-a, 20.11.1987). Nûnerê hukûmetê, wezîrê dewletê yê Tirkiyê, Hasan Cemal Giizel, îlan kir : “Em berk dijî her awayê gotinên ku dibêjin ku Tirk milletên biçûk dizêrînin. Ne di Tirkiya nuha da, ne jî berê, tu cihêtî tu nebû û tu neye jî” (225-a, 21.11.1987).

 

Lê dîsa jî di hezîrana 1987 da, Parlementa Ewropayê li Strasburgê pirsa Ermeniyan Û Kurdan enene kir û hat li ser wê baweriyê ku li Tirkiyê pirsa Kurdan, ku divê bi lez bê safî kirin, heye. Parlementa Ewropayê biryar kir ku “nexwestina hukûmeta Tirkiyê ku nijadkujiya Ermeniyan, ku Cuhanên Tirk di salên şerrê hemcihaniyê yên pêşîn da anî serê wan, nas bike û nexwestina wê ku di nava nerazîbûnên xwe yên bi Yûnanistanê ra li gora normên mafên navneteweyî bi kar bîne, ji aliyê wê da zevtkirina Qibrisê, bendî tiştekî hesabkirina pirsa Kurdan, ev hemû tiş t nîşan didin ku li Tirkiyê dêmokrasiya parlementerî tu neye û ku ew qedrê azadiya gelan nagire. Loma jî ew dij e ku Tirkiye bikeve nava Hevalbendiya Ewropayê” (245-a, 1987, r. 2).

 

Pey wê yekê ra, gava Parlementa Ewropayê ev biryar qebûl kir, komên Tirkiyê yên serkarîkir dest pê kir bi gef-gurr propaganda dijî Ewropayê, dijî Ermeniyan û Kurdan tev rake. Akta qebûlkirina wê biryarê wek “xayintiya” Ewropayê hat qîmet kirin û wek “nazîsm” hat hesab kirin. Serok Kenan Evren tirs da firandin ku ewê careke din li pirsa tevgeliya Tirkiyê di nava NATO da careke din binêre. Wî îlan kir ku li pirsa Ermeniyan û Kurdan a ji ber xwe derxistî her sal li Koma Milletan û rêxistnên navneteweyî yên mayîn tê nihêrîn, tenê bona armanca ku Tirkiyê ji Ewropayê izole bikin. “Ev de’wekarî ji Yûnanistan û hevalbendên wê yên mayîn pêş da tê – Kenan Evren dide xuya kirin – bira ittifaqdarên me rind zanibin ku bi jimara xwe va ordiya Tirkiyê pey Amerîkayê ra ciyê dudan digire û sînorên wê bi Yekîtiya Sovyêtî ra hene; di hêlekê da jî ew sînordaşa Iraq, îran, Sûriye û Bulgaristanê ye” (209, 24.6.1987). Bi baweriya serok, biryarên Parlementa Ewropayê tenê pêşmergên Kurdan didin ruha kirin.

 

Hevpeyvîna serekwezîr Turgut Özal di rojnama Hiirriyetê da berktir û pîstir bû. “Ew kesên ku ew biryar qebûl kirine – serekê hukûmeta Tirkiyê digot – piştgiriya qaçaxên beradayî dikin, dîrokê şaş fehm dikin. Ew karên bêfeyde ne. Komunîst, sosyalîst, parlementerên Yûnan û Fransayê li ber dîrokê gunehkar in” (209, 23.6.1987).

 

Weşana Tirkiyê ya burjuwa tebiya hukûmeta xwe bi awakî aktîf xwedî kir û parast. Weşanê ew tebî wek “tirsonekiya Parlementa Ewropayê li ber têrosîstan” bi nav kir, lê qebûlkirina biryarê wek “gunehkariya ji nazîsmê xerabtir” hat qîmet kirin (231, 21.6.1987).

 

Di oktobra 1986 da, weşana Ewropa Roava dîsa di derheqa Tirkiyê, ku dicedand Kerkûkê zevt bike, da nivîsî. Ev yek li Tirkiyê ne dihat veşartin. Ewha, Profêsor Aydm Yalçm nivîsî : “Bona Tirkiyê Kerkûk bi qasî Qibris giring e”. Zanayekî tirk ê mayîn, Coşkun Kirdce, nivîsî : “Kerkûk axa Tirkiyê ye. Tirkiye ewê izn nede ku ew ax bikeve bin destê wan pêşmergên ku alîkariya îranê dikin”. Pey ra, ew di rojnama Hiirriyetê da gotina xwe berdewam kir : “Tirkiye ewê nehêle ku statukwo bê teribandin û demanîna destçêxane û kaniyên neftê li navçeyê

 

bên sekinandin” (blnlhêra 196, 1989, No 91, r. 1). Di sibata 1987 da, hukûmeta Tirkiyê hîm li ser miqal 1 a zagon No 3310 bû û anegorî peymana Iraq-Tirkiyê di sala 1984 da biryar di derheqa pêkanîna aksyonan li welatên derve qebûl kir (245-a, 1987, No 25, r. 56).

 

Di destpêka meha adarê (wê salê) da, firindên Tirkiyê careke mayîn kampên pêşmergên Kurdan li ser axa Iraqê dane ber bomban. 30 balafir tevî wê êrîşkirinê bûn. Tevî vê yekê, komên Tirkiyê yên serkarîkir dicedand ku zorê li Sûriyê, ku bi baweriya wan piştgiriya “têrorîstên” Kurdan dikir, destûr dida ku li bal wê kampên xwe çêkin û jê derbasî axa Tirikiyê bibin, bikin. Ewha, serekwezîr T. Özal, ku di wê semînera ku rêxistina Partiya Weteniyê li Stembolê dabû teşkîl kirin da peyivî, got : “Niyeta me tune ku em xerabiyê bikin. Eger em du meh Û nîv bidin bendê bidin ber çem (çemê Feratê – M.H.), gelek ewê av nestînin, lê ewê bibe delîlek ku neyar ewê hişê xwe berevî serê xwe bikin” (209, 2.4.1986). Bi gilîkî mayîn, wek ku nûçegihanê rojnama Hiirriyetê xuya kir, ew tê vê manê : “Sûriye hişê xwe berevî serê xwe bike, karên usa bike ku hinkûfî prensîpên cîrantiyê qenc in; eger na, tuê ji çemê Feratê tu çilke av jî nestînî” (209, 2.4.1986).

 

Di tebaxa 1987 da, T. Özal bi seredan çû Şamê. Ev seredan pey serbestiya Sûriyê seredana resmî ya yekemîn bÛ. Wek hat îlan kirin, pey hevpeyvînan, protokolên di derheqa bêqeziyabûnê û hevkarkirina aborî da hatin qol kirin. Tê da pirsên bêxofkirina dilrehetiyê li ser sînoran, xebitandina kaniyên çemên Ferat û Diclê ku ji Tirkiyê dikişin û kemala wan a mezin bona aboriya ne tenê Tirkiyê, lê usa jî Sûriye û Iraqê, hatin enene kirin (182, 20.7.1987). Wek ku xuya ye, Ankara ku kemala wan çeman nîşan dida, ku bona SÛriyê gelek giring in, bi wê yekê zor li wê dikir ku ew polîtîka xwe ya di hindava Kurdan da bide hişk kirin.

 

Ev hemû tişt şehadeta wê yekê didin ku wek berê kemala Kurdistanê di nava polîtîka hukûmeta Tirkiyê ya hundir û derve da ewê li ser meydanê be. Rejîma Tirkiyê bi behana qeziya ji aliyê veqetînxwazan û komunîzmê ewê kûrsa hincirandina şerkariya Kurdan bide derbas kirin û ewê hêzên xwe bigihîne rejîmên navçeyê yên rêaksyonêr û empêryalîzma Amerîkayê.

 

Eger li rastiyê bikeve, Tirkiyê isbat kir ku ew dikare bibe cendirma navçeyî û loma jî pey Israîl re di hêla dostaniya bi polîtîka tevî Amerîkayê li Rohilata Nêzîk da ciyê duda digre. Di destpêka 1987 da, li Tirkiyê 7.000 eskerên Amerîkayê hebûn. Di 1983 da, DYA alîkariya eskerî ya bi buhayê 400 milyon dolar, lê di sala 1984 da, 7S5 milyon dolar, di 1985 da jî weke 900 milyon dolar da Tirkiyê. Ne tenê DYA alîkariya çek-cebirxanan dida Tirkiyê, lê usa jî welatên mayîn ku endamên NATO ne. Ewha, Almanya Fêdêral tîkfirên ku dihatin bi kar anîn dane Tirkiyê, bona şerkariya dijî pêşmergên kurd. DYA, Almanya Fêdêral û çend welatên Roavayê yên mayîn alîkariya wê dikir bona ku Kurdistana Tirkiyê bikin darinde ji bo karên hundirî yên îran, Iraq û Sûriyê bibin, ji bo ku tesîra xwe li ser polîtîka wan a welatên hundir bihêlin, bona serhildan û tevgerên gelên Rohilata Nêzîk û Navîn ên millîazadariyê bihincirînin, bona karên dijî Yekîtiya Sovyêt bikin.

 

Di Adara 1987 da, peymana Amerîka-Tirkiyê ya di derheqa hevkarkirinê di dereca eskerî û aborî da hetanî sala 1990 hat dirêj kirin. Anegorî wê peymanê, DYA dewsa wê alîkariya eskerî û aborî ku dida Tirkiyê, ferzend distend ku li ser erdê wê weke 60 bingehên eskerî xwedî bike. Di wê jimarê da hêwirgehên êlêktronîk ên casûsiyê ku berê wan daye Yekîtiya Soyêtî hebûn. Piraniya wan bingehan li Kurdistana Tirkiyê ne. DYA bi alîkariya eskerî û aborî dicedand ku Tirkiye bi planên NATO va bide girêdan, ew wargeha stratêjîk a gelek giring bona meremên xwe yên agrêssîf bi kar bîne.

 

Di oktobra 1987 da, ji DYA çar êrîşkarên bombavêj ên F-16 ji Tirkiyê ra hatin gihîjtin. Wek ku ajansa Royter îlan kir, Tirkiye ew cebirxane di goveka programa nûjenkirina hêzên xwe yên eskerî da stendin.

 

Tevî vê yekê, anegorî peymana Tirkiye-Amerîkayê, ku li ser deh salan hatibû qol kirin, DYA ewê di hêla berhevkirin û bikaranîna 160 F-16 da alîkariya Tirkiyê bikira (182, 23.9.1987).

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev