Ji nimûneyên zargotina me – 262

Ji nimûneyên zargotina me – 262

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûşêstûduduyan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Emê çend heftê dû hev beşa wê a bi sernavê ”Serpêhatîyên milet” raberî we bikin. Em îro beşa wê a dehan çap dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Serpêhatîyên milet – 10

 

Padşa jin –6

 

Dê gelek-gelekî şa bû. Îcar Îskender îzina xwe ji diya xwe xwest û derket. Emirî ser wezîrê xwe – Arvan kir, wê şûnda gazî merivêd xwe yêd bilyan kir. Hatin ser hev, wanra got:

-Her kes tivdarekê xwe bibîne.

Bûne ordîkê, go emê herin qulba Rohilatê, hûn zanin ji bona çiye? Çûyîna me bona avilheyatêye.

Aqilbendekî hilda got:

-Îskender, cimaeta te tev cahilin, gerek tu kalikê bavê wezîr bi xwera bînî.

Îskender hilda got: -Wezîr, gerek bavê te jî bi mera bê.

Wezîr hilda got: -Padşa saxbe, bavê min usa kal bûye, çevêd wî tu tiştî nabînin, guhêd wî giran bûne, nikare rê here.

Îskender cab da, got: -De ez dibêjim hûn gerekê tivdarekê çûyînê bibînin.

Ewana gişk çûn malê û tivdarekê xwe dîtin. Lê wezîr çû mala xwe, got:

-Bavo, gerek tu tivdarekê xwe bibînî, tu jî bi mera bêyî, emê herin qulba Rohilatê, avilheyatê bînin ji Îskenderra.

Bavê got: -Lawo, ez di vî halîdame, ne çevêd min dibînin, ne guhêd min dibhên, lê tiştek heye, gerek tu bi xwera qîzeke çardeh salî bînî. Gelek qezîya wê bêne serê wê, hema ez bi wera bêm, ezê her tiştî wera bêjim. Lê gerek cîyê siyarbûna min gelek nermbe, sandoqa ser pişta devada be! Ezê ji wera salix bidim.

Hema derdê kalê ewe, wekî ew jî ava avilheyatê dest bîne, vexwe. Wezîr zivirî çû ev gilî ji Îskenderî Zelqurnera got:

-Temîya kalê li min ewe, wekî gerek ew hudurê sandoqêda be, cîyê wî nerm be, gerek em qîzeke çardeh salî jî xwera bibin. Kengê kalikê min xwest, em gerekê bidinê.

Îskender got: -Eferim wezîrê min, de rabin tivdarekê xwe bibînin, tivdarekê salewextekê.

Paşê wezîr rabû, nava aqilbenda ket, got: -Tivdarekê xwe û salekê temam bibînin.

Îskender emir kir ser wezîrê xwe, ku çiqas telal di olka wîda hene, çiqas merivêd aqil, mêrxas hebûn, gişk top kirin. Wezîr hilda ji wan merîyara got: -Tivdarekê me salewextê heye, bi emirê Îskender her tişt kîsî weye, tivdarekê xwe bikin, panzdê vê mehêda ordî wê berbi Rohilatê here.

Bira ewana herin tivdarekê xwe bibînin, çiqas merîyêd ordîyê hebûn, cab dan wezîr, gotin:

-Kêmasîya me tune, me tivdarek dîtîye.

Wezîr bi wanra gelek-gelek kêfxweş bû. Panzdê mehê hat. Ji her terefa aqilbend, ordî top bûn, cab dan wezîr, gotin: em hazir sekinîne.

Wezîr cab da Îskender, got: -Padşa saxbe, îro panzdê mehêye, leşker, mêrxasêd te bi aqilbendava hazirin.

Padşa derket nav leşkerêd xwe, gerîya, lê nihêrî hesabê gul û gîhê heye, hesabê siteyrêd rû ezmana heye, hesabêd esker, leşker û aqilbenda tune, usa zef hatine. Padşa gelekî bi wanra kêfxweş bû.

Padşê tivdarekê leşkerêd xwe temam dît, çadir-xeybetê xwe hildan, wezîr jî kalikê xwe hilda û bi rê ketin, berê xwe dan qulba Rohilatê.

Pir çûn, hindik çûn, Xwedê bizanibe. Wextekê derketin erdekî. Esker-leşkerêd giran ji tixûbê benî adem derketin, gihîştin cîkî usa, wekî reş-terî bû, nêzîkî perê ezman bûn.

Îskender leşkerêd xwe da hêwirandin, çadir-xeybetêd xwe lê xistin. Bi ezmînva çiqilê dara hebûn, eskerêd wî gişka sîlihêd xwe êxistin û çiqlava darda kirin. Li cîyê hêwirandina wana darek hebû, rizîbû, berê darê tunebû, hişk bûbû. Gazî eskerêd xwe kir, gişk kir sanê. Du merî bijartin, her yekî keweke petî, mesîkî petî danê, wetere av danê, temî da gişka ku ava avilheyat ber perê ezmane, gerek hûn herin – kanîbe, avbe, rastî we bê, vî mesîyî, vê kewê hildin, bikin nav avê, herkê sax bû û firî, mesî jî sax bû û kete avê, kûz tijîkin, ji minra bînin, yan na mesî sax nebû, kew nefirî, we derew kir, ezê serê we gişka lêxim.

Esker gişkî qol kişandin,- diha diwêrin xeberdin,- ewana heta sehetekê sekinîn, xwerin, bona paşê herin hacetêd xwe bînin, sîlihêd xwe girêdan. Lê nihêrîn, ku hacet û sîlihêd wana cîda tunene. Hatin şikyatî wezîr kirin, wezîr çû şikyatê xwe ber padşê kir, wekî sîlih û hacetêd lawika cîda nînin. Îskender got:

-Kuro, ew çi ecêbe, gazî merîkî aqilbend kin, bira bê.

Gerîyan, rê ji rê dernexistin. Îskender şaş û met ma, go:

-Kuro, dîsa yê ku zanibe, kalikê wezîre.

Çûn kalê hildan, anîn hatin. Gazî qîza çardeh salî kirin. Namila kalê dane ber sîngê keçikê, lezekî sekinî, deng çûyê, çevêd wî îşiq da. Îskender jêra got:

-Kalê, hal-hewalê sîlihêd eskerêd min bû ev, kes rê ji riya dernaxe, sîlih çawa bûn?

Kalê got:

-Îskender, eskerêd te hatîye ber perê dinê, ber perê ezman. Dinê çerxe, dizivire, qe şayîşa nekişînî, ew wextê ku we sîlih darda kirine, wî çaxî jî sîlihê bên û li cîyê xwe bisekinin.

Ewana sekinîn heta wexta dardakirina sîliha hat. Lê nihêrîn rastî jî gilîyêd kalê xerifî rast derketin, sîlih û hacet gişk hatin cîyê xweda sekinîn. Cab dan Îskender, gotin:

-Kalê rast got, sîlih wê di cîyê xwedanin.

Îskender emir kir, go:

-De kewê petî û mesî hilînin, herin perê ezmîn, ew ava ez dixwezim bînin.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev