Pirsa we û bersiva me – 202

Pirsa we û bersiva me – 202

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala

 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 9

1.

Reşo bi trembêla Lamborghini bûyerek trafîkê derbas dike. Rizgarker bi darê zorê wî ji xirbeya trembêlê derdixin û dibêjin; trembêla te ew dê were avêtin ji ber ku gelek pelixîye û tu çareya wê tune ku tu bikarbîne.

Reşo bi nalîn:

Ay ay ayyy, trembêla min a xweşik!…

Rizgarker dibêjin: Li trembêlê nefikire, destê te yê çepê tevde ji laşê te vebûye.

Mêrik: Ay ay ay ay yadêêê, saeta min a Roleks jî çû!…

 

2.

Sêvê diçe ku pirtûkek ji pirtûkfiroş bikire. Radije pirtûkekê û karmend jê re dibeje:

Ew pirtûk gelekî sivik e?

Sêvê: Xem tune, trembêla min li ber derî ye.

 

3.

Polîs: Tu li ku dijî?

– Bi dê û bavê xwe re.

Polîs: Dê û bavê te li ku dijîn?

-Bi min re.

Polîs: Hûn hemû li ku dijîn?

-Bihevra

Polîs: Mala te li ku ye?

-Di tenişta mala cîranê min de ye.

Polîs: Mala cîranê te li ku ye?

-Eger ez ji te re bêjim, tu ji min bawer nakî!

Polîs: Ji min re bêje!

– Li kêleka mala min e.

 

4.

Bijîşk dibêje: “Naha te ew qas kîlo stendine û ez neçar im ji te re bêjim, divêt rojane herî kêm 1000 kalorî bide.”

Nexweş: “Ma ez ê wê pêş an piştî xwarinê bixwim?”

 

5.

Peymana jin û mêr:

Jinik: Dema zarokên me çêbûn ezê wan şîr bidim.

Mêrik: Ji ber ku şîrê min tune, tu nagihe razê, ez dê ji dêvla te ve razim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev