Edmund Husserl (1859-1939)

Edmund Husserl (1859-1939)

Alî Gurdilî

 

Navê wî ê resen, Edmund Gustav Albrecht Husserl e. Hemwelatîyekî alman e û bi eslê xwe cihû ye. Matematîkzan. Profesor. Avakarê fenomenolojiyê ye. Fenomen, a ku di dem û war de xwiya dike ye. Zanist, bi pêş ve diçe û her diçû, mijarên felsefeyê ji destê felsefeyê derdixist (distand). Demên nûjen, dihatin dijîn û Husserl, ji bo felsefeyê li bingehîn nû digeriya. Baş e, felsefeyê divabû çî bikara? Divabû felsefeyê bala xwe bida kirdeyan (ozneyan) û bi kirdeyan eleqeder bibûya. Divabû felsefe bibûya zanista hilikên ku ji derve û hindirû bi kirdeyan deng vedidin. Gotina wî ya ‘xistina nav kevanekê- xistina nav parantezê’ navdar e. Wateya vê yekê ev e: Di dema fikirînê de divê mirov biryaran nede, biryarên xwe bide paş. Divê mirov zanayiyên ku ji ezmûnan tên, wan bixebit û vebiguhezîne kirdeyê. Heke felsefe bala xwe bide hilika tiştan û li wan hûr bibe, dê hingê bibe ‘zanista zanistan’ Îro û di diwarojê de.

 

 

Fenomenolojî (Zanista Diyardetiyê)

Immanuel Kant, wanekan kiriye du beş: Numen û Fenomen. Numen, tê wateya tiştê ku di xwe de ye, yan jî tiştê ku bi xwe ve ye. Ango beyî ku di bin bandora hiş û têgihiştina sehekên me de bimîne, tiştek çî be, ew e. Wekî tê zanîn Kant di warê zanayiyê de, zêhna mirov aktîv dîtiye. Yek jî gotiye ku zanayiya me bi ezmûnê dest pê dike, lê bi ezmûnê xilas nabe, temamiya zanayiyê ji ezmûnê nayê.

Naskirina me a heyberan (nesneyan) encax bi aliyên wan ên ku xwe bi me didin xwiyakirin pêk tê. Ji ber ku wesf û çendaniyên (nîcelîkên) wan, xîtabê sehekên me dikin, em bi wan dizanin. Ev yek, aliyê fenomen a heybera ye. Heyberek heke ji wesf û çendaniyên xwe were cudakirin, tiştê ku di dawiyê de dimîne, ji bo me nenas e û em nikarin pê bizanibin, ango numen e. Edmund Husserl dibêje, tiştê ku Kant ji wan re dibeje numen û xwedêgiravî mirov nikare bi wan bizanibe, dikarin werin zanîn. Ji bo vê yekê jî, divê mirov naveroka hişê xwe bêxe nava kevaneyeke (parantezekî) û wiha nêzîkê wê bibe. Lewra, em herdem bi nîyetekî nêzîkê nesneyan dibin û ev yek jî, rê li pêşdarazan vedike. Ji bo ku em bikaribin rê li ber vê yekê bigirin û nesneyek çî be em bixwazin ku wiha wê binasin, beriya her tiştî divê em hemû bîr û baweriyên xwe yên berê deynin alîyekî û wiha xwe nêzîkê wê nesneyê bikin. Di vê xalê de, di babeta zanîna nesneyan de, feraset (pêhesî) dest bi kar dike. Ji bo pêzanîna hilika nesneyan, pêdivî bi feraseta rasterast heye ku ev yek jî, bi riya pêşniyarên rast û dirist pêk tê. Edmund Gustav Albrecht Russerl wiha bawer kiriye ku divê felsefe xwe bispêre fenomenolojiyê û zanayiya nesneyan ya misoger û naguher, encax bi zanîna hilika wan dikare were hilberandin.

 

Berhemên wî yên ku li tirkî hatine wergerandin  

 

1- Weke Zanisteke Misoger Felsefe

2- Li Ser Fenomenolojiyê Pênc Ders

3- Qrîza mirovahiya Ewropayê û Felsefe.

 

Xebatên ku li ser felsefeya wî pêk hatine

 

1- Di Felsefeya Edmund Husserl de Mantiq- Ahmet İnam

2- Li Cem E. Husserl Pirsgirêka ‘Ez’ a Yê Din. Nermi Uygur

 

Çavkanî: Antolojiya Feylesofan, Weşanên Soran. 2015 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev