Gotareke ”Rya teze” ya sala 1955an

Gotareke ”Rya teze” ya sala 1955an

Heyranê karên kurdên Sovyeta berê di hêla wêjeya kurdî da

û evîndarê zimanê dayîkê Mustefa Kilicaslan ev gotara delal dîtîye,

ji herfên kirîlî kirîye ser herfên latînî û pê ra jî

ev fikra xwe raberî xwendevanên malpera me dike:

Tişta di vir da ez pê şad dibim ev e:

Hevoksazîyeke gelekî delal li ser zimanê kurdî heye,

tam li gorî usûl – qeydê gramerê zimanên

Hîndo-Ewrûpî çi bin, bi wî awayî rêzkirine.

Pir xweş e.

 

Nivîskar Karlênê Çaçanî behsa bingehdarê edebîyeta ermenîyan Xaçatûr Abovyan dike

 

XAÇATÛR ABOVYAN

Derheqa ji dîya xwe bûyîna Xaçatûr Abоvyan hene du fikir: Yek, wekî ji dîya xwe bûye sala 1809 û ya mayîn sala 1805-a. Lê em hiltînin ya paşin, çimkî gihîştîye me destnivîsara Abоvyan, kîderê da hatîye nivîsar, wekî ew ji dîya xwe bûye sala 1805 li Kanakêrê. Abоvyan zarutîya xwe derbazkirîye gundda. Lê paşê sala 1814 tê guhastinê Êcmiadzînê û pênc sala wêderê hîndibe.

Nenihêrî wê yekê, wekî gele çetinayî hebûn pêşîya Abоvyan, lê ew heta kutasîyê dibe wan çetinaya û dest tîne xwendina bilind. Ew xilaz dike ûnîvêrsîtêta Dоrpatê û paşî xilazkirinê vedgere ji Dоrpatê, tê wetenê xwe û xwe pêşkêşî pêşdaçûyîna kûltûra û zanebûna cimaeta xwe dike.

Abоvyan cîkî mezin dide biratîya cimaeta, kîjan tê kivşê serhatîya wî ye “Qîza Tirk” û miqala wî “Kurd” da. Cîkî gele mezin dide cimaeta ûris, ew azabûna û bêxtewarîya cimaeta ermenî dibînê tenê bi destî cimaeta ûrisayê mezin.

Gele mezin e şuxulkirina rоnayîdarê cimaeta ermenîya. Ew hesav dibe nivîskar, şayîr, fоlklоrîst, zimanzan, terîqzan, ulmdar, pêdagоg.

Abоvyan cîkî mezin dide zimanê cimaetê û xwexwe jî nivîsîye bi wî zimanîva. Ew bi fereh dide kivşê, wekî zimanê Grabar hesav dibe zimanekî usa, ku bi temamî miqabilî pêşdaçûyîna zanebûna cimaetêye. Ewî  nivîsî bi zimanê fereh bоna cimaetê. Abоvyan hesavdibe hîmdarê zimanê ermenîyayî lîtêratûrîyê.

Sala 1848-a 2-ê Aprêlê şebeqê Abоvyan dertê ji malê û îdî venagere. Gele lê digerin, lê wî nabînin. Hene gele fikir derheqa undabûna wî, lê hetanî îrо, kingê ku êm kivş dikin 150 salîya bûyîna eyda wî, tu îzbatîyê rastî tunene derheqa undabûna wî.

Her nivîsareke Abоvyan fikirê gele mezin hiştine ser nivîskarêd ermenîya, destpêkirî ji M. Nalbandyan heyanî H. Tûmanyan.

Navê Abоvyan wê her tim bimîne nav dilê cimaêta û wê qurna bê bîranînê şuxulkirinê wî.

 

Karlênê Çaçanî

Rya teze, 

9ê Cotmehê (October) 1955

 

Tîpguhêzî: Mustefa Kilicaslan (January/Çile 2022)

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev